|
Çima
Êrîþa Li Jinan Ewqasî Helal
e Li Cem Me Fatma Savci Berî bi çendekê
gotarek mîrza Qado Þêrîn bi navê “ Çand û Terqîna Çapxaneya
Avesta Xelat Girt“ hat belav kirin. Ev nivîs pêþî di malpera
avestakurd de hat belav kirin. Paþî min dît li malpera
PEN a kurd de jî hat weþandin. Hat guhê min ku di nav hin komên
guftugoyê yê kurd de, li ser internetê
belav dibe. Sedema
nivîsîna min ew e ku di gotara mîrza Qado Þêrîn de, ne zimanê rexneyî,
zimanekî hiþk û êrîþane serdest e. Ez dixwazim li ser xalekê
rawestim. Ev xal jî ew e ku, di vê nivîsê de, li ser kesayetiya me jinan
êrîþek û heqareteke mezin hatiye kirin. Min dil nîne ku li
ser giþtî nivîsa vî camêrî nîrxandinekê bikim. Li ser pirtuk, wêje,
weþanxane û bazara kurdî herkes hindik gelek, xwedî agahî, raman û
rexneyê ne. Sedem û encamê van pirsgirêkan gelekin. Astengî û pirsgirêkên
wêje û çapkirina pirtukan ku her nivîskarekî/ ke kurd dijî ev nivîskarên
jin yê ku berhemên wan di projeya Þehmaran de hatine weþandin jî dijîn.
Û qet nebe, biqasî xwediyê gotarê agahdar in ji meselê. Ev meseleyeke
civaka me û netewê me ye. Rê û rêbazên guftugoya van pirsgirêkan,
ziman û þêwazê wê ne êrîþ e, ne heqaret e. Di navbera rexne û
êrîþê de sînorek heye. Eger rexne di derbarê berhemên van jinên ku
berhemên wan hatine weþandin de baya, yan jî rastiyek di wan idiayên
wî de hebaya, min ê qet hewl nedabaya ku vê nivîsê binivîsînim. Û
min ê ew maf bi xwe re nedîbaya ku bersivek wiha bidaya, lewra min ê
bigota: kêm-hindik, rast –þaþ rexneyeke û ez ê derbasbubama. Bi qasî li bîra
min de ne, heya niha yanzdeh berhemên jinên ji her çar perçeyê welat
hatine çapkirin, di nav rêza Þahmaran de. Û wê hîna berhemên þeþ
jinên nivîskar yên din jî bên çapkirin. Lê wek ku min ji nivîsê fam
kir, Qado Þêrîn berhemên yek ji wan nivîskarên jin
nexwendine. Kesayetiya pirê van jinan nasnake. Têkiliya wan û weþanxanê
jî nizane. Hewl nedaye ku rastiya vê projeya jinan fêr bibe. Li pencereya
xwe li meselê nêriye û mixabin ew pencere tiþtekî zelal û baþ
pêþ çavê wî nekiriye. Loma jî dest
bi iftirayan û bêbextiyan kiriye. Ziman û þêwaz ne bi wê asta ku mirov
bikare rêz bigre û guhdar bike ye. Mîrza Qado Þêrîn di destpêka êrîþa
xwe de bi van rêzikên ku heqaretê li jineke nivîskar e destpê dike :
“…Avesta xelat girt, ango Avesta Xelat çap kir. Xelat jî bi gelek þêweyan
dikare bê girtin û çapkirin, dibe þehnaziyek be, dibe çapkirina pirtûkekê
be, dibe ramûsanek germ be, dibe tiþtin din bin, bi her hal xelat xelat e,
mîna teriya seh û merovan e qet nayê guhertin...”
Ev hevok besin ku mirov xwediyê vê gotarê qet ciddî negre. Lê
mixabin malperên me, behayên van nivîsan napîvin. Û mîna mizgîniyekê
ji destên hev werdigirin. Li weþanxaneyên
dinyayê yên herî xurt, kêm zêde gelek rêz hene, weke rêzên romanên
dîrokî an rêzên pirtûkên li ser xeyalên zanistî, rêzên helbestên
þoreþgerî, rêzên helbestvanên klasîk.
Gelek rojname û
malperan qala projeya Þahmeran kir û agahî dan. Dema qala projeyê hat
kirin, ez bixwe kêfxweþ bûm.
Lewra wê ji her çar beþên welat hest, raman, êþ û evînên jinên
kurd, di yek coyekê de bi hev re biherikiyana. Ew jinên ku tu carî sînorên
herêma xwe derbasnekirin, wê bi dengekî yekane, rengên cuda, di bin navê
rêza Þehmeran de, derbiketana pêþberî xwendevanan.
Me yê derfet bidîtana ku helbesta jinê a her çar beþan bidaya
berhev û bûbana xwediyê qeneateke rasteqîn. Ango me yê rengê helbesta
jina kurd ya vê sedsalê li ber çavên xwe raxistaya. Û wek nivîskarek
jin di nav van jinên her çar perçeyan de cî bigirtana. Ez nikarim bi navê
hemî jinên nivîskar bêjim, lê ev fikir besî min bûn ku ji vê projeyê
re bêjim erê. Û îcar ev proje ne bo bikaranîna jinan, divê wek
qedirdayineke berhem û kesayetiya jinê bê famkirin. Û em wisa fam dikin.
Ango wek nivîskarê
me Qado Þêrîn dibêje: “... Jixwe ana þêweyekî nû ji çapkirina
pirtûkan re di meydana çanda kurdî de derketiye holê, nivîskara jin a
xweþik û nivîskara jin a ziman dirêj û þêrîn. Xwediyên çapxaneyan
têkiliyan bi nivîskara xweþik û xwîn þêrîn re datînin û çapkirina
pirtûka wê pêþniyar dikin. Û nivîskara þelaf û ziman xweþ û seksî,
bi zimanê xwe yê xweþ û þêrîn dikare pirtûka xwe bi Emerîkiyan jî
bide çapkirin îca kurdên li ser jinan dimrin. Bi bihaneya çapkirina
berhemên jinan, gelek jin li ser serê me û çanda kurdî bûn Anakonda û
kes nema dikare ji wan re bêje; siya we xwar e...” nîne. Ev e a ku ez
dibêm heqaret û bêbextiyek e. Û
eger ev nekarîna we be, lê eger hûn bikarin bibêjin “Sîya we xwar
e” hûnê çi bikin û çi bibêjin mîrza? Çima êrîþa li ser jinan
ewqasî helal dikin? Dibe ku gelek kêmasî û qelsiyên me jinên nivîskar
hebin. Lê ne ev tiþtên ku tu niha dibêje û bi wan mehkum dikêye. Belê,
em di nav çandek rexneyî de mezin nebûn, me wek cîhanê þêwaza rexneyî
bikarnaniye. Lê qet nebe em dizanin rexne çi ye? Û ev ne rexne ye. Eger
dixwazî erîþî ser hin kes û dezgehan jî bikî, ji kerema xwe re jinan
neke navgîn û wan ji bo hêrsa xwe bikarneynîne. Ez bi xwe tu gotinan
ji bo van rêzikan nabînim ku bibêjim.
Û tu cudahiyê di nav bera van gotin û wan kevirên ku li kolanan pê
keçikan dikujin de nabînim. Îro civaka me bi kuþtina keç û bûkên xwe
navdarbuye. Çend jinên ku hinekî serê xwe rabikin û bibin xwediyê çend
gotinan, bi van helwesta wê pêl li serê wanî ku hêdî hêdî fêrî
roniyan dibin bikin, wê zimanê wan î ku dikare çend gotinan bike jêbikin...Ev
helwest, netehemuliya hember hebuna jinê ya di qada wêjeyê de ye.
Nepejirandina kesayetiya jinê ya di vê tekoþînê de ye. Yana çima li
ser navê rexneyê, bi vê ferasetê, bi vê zihniyeta zilamtiya
desthilatdar ev êrîþ bihatana kirin? Wê çima bi vî þêweyî fizîkiya
jinê hedef bigirta û hest û giyana wê ya ku nuh bi ser xwe ve tê bieçiqandana?
Mîrza Qado navê hin jinên ku berhemên wan di weþanxaneya avesta de
derketine dide û dibêje: ...”
mîna Axîn Welat, Lorîn S. Dogan, Fatma Savci, Vînos Fayiq, Jana Seyda û
Xelat Ehmed, Dêmek ko helbestvanên jin mêr bana ji wan re çap nedibû... ...Dibe ko hin ji
wan ne helbestvan in jî, lê ji ber ko jin in çap bûn, ew wek jin hatin
çapkirin û ne wek helbestvan û nivîskar...” Eger mîrza Qado Þêrîn
berhemên van nivîskaran hinekî bixwendana wê ewqas cesaret nekirana van
gotina bikarbîne û tenê ev nivîskar bi nasnameya wan a jinatî li bîr bîne.
Nabêm ku ev berhem ideal in. Bê qisurin. Bê þik berhemên ku hatine çapkirin,
tevî ya min, dibê ku xwediyê gelek kêmasî û lawaziyan bin. Dibe ku
gelek kes, asta wan û kuraniya wan î wêjeyî kêm bibîne. Gelekî xwezayî
ye ku ev bên rexnekirin û jixwe vekirîne ji rexneyan re. Lê ne ji
heqaretan re. Ev zimanê êrîþkar tu rêzê bi nivîskariya me re nahêle.
Û nikare bibe hêzeke guhertin û pêþxistinê mixabin. Berevajî, ev yek
nexweþikahiya me dide nîþan. Divê ku bibêjim: min tu edeb di vî ziman
û þêwazî de nedît. Em dizanin êþa bêwelatiyê,
û bê dad û dezgehiyê di van meseleyan de çiqasî tê dîtin. Lewra eger
dad û dezgehek me hebiya ev heqareta li kesayetiya mirovan wê bihatana
pirsyarkirin. Û belkî wê demê qet
gerek nebû ku min bersivek wiha bidaya. Em rastiyek me ye mixabin.
Lê qet nebe, em xwedî hebuna civatek rewþenbîrin û bi sedan nivîskarên
me hene. Kesekî ne got ev çi heqaret e, li kesayetiya van jinan tê kirin?
Di þikê de me ku, gelek camêrên nivîskar, dema ev nivîs
xwendibin, di bin simbêlan de beþiþîbin û ev nivîs li ser çav û serê
xwe noþî dîwana hev
kiribin. Hêvîdarim di vê mijarê de gelekî þaþ bim. Eger civatek me ya
rewþenbîr, wisa serwext hebuya, niha birêz qado zudebû lêborîna xwe ji
van jinên nivîskar bixwesta. Mixabin ku ev ne
cara yekeme ku Qado Þêrîn vê êrîþê dibe ser kesayetiya jinên nivîskar.
Berî bi çend mehan dîsa nivîsek bi navê “Tenê wêne yê nivîskara
xweþik tê xwendin” û tam wêneyên bîst û çar (24) jinan kirin rêzê
û ew li gor miraza dilê xwe teþîr kirin. Li gor min ev kuþtinek e,
qirkirineke giyan û kesayetiya jinan e. Mixabin ku wê demê jî kesekê/kî
ji me ne got: “ Çima? ” Ez yek ji wan jinên
nivîskar ku pirtuka wê ji weþanxaneya avesta derketiye me. Dikanim li ser
navê xwe bibêjim: min raman, giyan, hest û bi tevahî kesayetiya
xwe bi tu kes û dezgehan nedaye bikaranîn. Ti
kes û dezgehan hewl nedaye me jinên nivîskar bikarbîne. Berevajî
vê yekê em rastî rêzgirtin û qedirdayinê hatine. (Projeya Þahmaran nîþaneya
vê yekê ye.) Û ji bo çapa pirtukê qet nêta min/me
tuneye vî tiþtî bikin. Dizanim ku kesayetiya min/ me ji hebûna
pirtukekê gelekî girîngtir e. Em vêqasê dizanin. Hêvîdarim ku yên
wek Qado Þêrîn jî êdî berî ku van êrîþ û heqaretan, li kesayetiya
me jinên nivîskar bikin hinekî bifikirin. Fatma savci
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org