Kurê Þewq û Payîzê (Bo Ýhsan Fettahiyan Dilobêbejeke Xemrî)

 

 

 Fatma Savci

 

 

Ey Sînê!

Bajarê berf û bê!

Zeman di dengê te yê xumamî de, li deþta tariyan teqinî...

gul û xeyal bi sêdaran ve xeniqî...stêreke nûpêketî, bi pelkên daran re, di payiza te de xuricî...

Lawekî stuyê wî ji qirika qazê ziravtir, bejna wî ji spindarê bilindtir,

li ser gergefa zeriyekê wek wêneyekî bêrîkirinê cemirî ma...

ma te nedît, çavên wî destbirayê çiraya çar dilan...

Awirên wî cêwîyê çiyayê Hemrîn û Agirî bûn...

Tu bajarekî diltalankirî yî, xebînet! bîna firîk û zarokên þewitî ji te tê..

Êdî tu yê bi kîjan xewnegulê re derbasî hiþîniya rojê bibî?

 

Ey kurê êvar û payîzê!

Tu ew dilê me yê ku her þeveq bi dar ve dikin î...

Ew çarenûsa me ya li ser piþta xezalê yî tu...

Tu ew temenê me yê ji beza Kihêlê yî...

Ax! Komara xewna me ya kuþtî yî tu...

 

Çavên min ezmanekî fesilandî ne vêga...

barê wan baran...

Li kîjan xweþikahiyan binêrim, Hecîreþkek xwe li bin guhê dîwaran dide...

Ruyê te yê keska çirûskê, wek xezaleke birîndar di nav giriyê min re derbas dibe...

Dicemidim...

rengê sêdarê tevî dengê min dibe...

xwîna min diçike...

ji birîna min tu diherike...

 

Çuyina te wek Nêrgizeke qurmiçandî dimîne bi me re...tenê sorebirînek dihêle di destên me de...

çi hesanî bû ...wilo êvar bi êvar...þeveq bi þevek tu ji nav rihên me çinîn...Kesek hew þerm dike...Payizek ji te dimine...Me bi gerduneke xeman re dihêlî...Herkesî û her tiþtî deyndarî xwe dihêlî...

Ronî di benê stuyê te de tî dibe... agir ji þeveqan nefî dibe...û tu radibe wilo nexweþ ...wisa birçî..di nameya xwe ya  ku helbestan ji þerman dikuje de...bi bejna xwe ya kendalî...riyan ji zarokan re xêz dikî...di dora mirinê de...Li banga pelên payizan guhdar dikî...Ax! ma wê ev zeman careke din te bexþî þevereþkên me bike? Niha hêviyên ji te mane ber bi bircên kîjan daxwazê ve bifirînin em?...Qêrîna dayika te li serê kîjan riyan bikin lewhe?...Û niha xwedayê kîjan ji wan oldaran, diwêre ruyê xwe nîþanî me bide? Û ku jixwe fêhêt bike û kurê bavê xwe be...bila were hebûna xwe ji me re ispat bike...

 

Nizam çi bibêjim...Va dîsa sibeh nêzîk dibin...Saat dibe çar... Ti þeveq bi te ve negihiþtin...Roj hemî derengî te dimînin...Em tenê dengekî ji dur ve dibihîzin...Tu zarokekî çiyayî lingê xwe li sêhpêyekî dixî...bejna xwe ya ji spîndarê bera valahiyê didî...û diçî... Em deriyên xwe yên Heyvînî ji hebûna te ya xweþik re vedikin...ma ev ê birînên me germtir û me ji biyanîbûnan rizgar bike?

 

Bila êdî deh sal zîndan têrî te nebînin...

nefîkirina zîndana  Ramhurmuz ji te re hindik bibînin...

li "Dadgeha Þoreþê ya Sînê" cezeyê idamê mohr bike Babayî dozger ku bixwînê fitara xwe vedike...

Bila vê biryarê wek nameyeke hêviyê bikin destên bavê te...Bavê te yê dilkovan ji hêviyan bifire ku mizginiya xêrê di ber sînga xwe de dihilgire...û rêveberiya zîndanê spasiyê bide bavê te ku fermana kurê xwe, bi destên xwe bi wan ve digihijîne...û ew dilþewatê bavê te...hew li hêstirên çavê dê û yara te binêre...li ber devê girtîgehê wek neynikekê biþike...

 

Ey Kirmanþaha min ya ku di vegotina birînê de lal dibe...

Bajarê ku agir di kaniya çavên wê de, ji hêrsan bêhal dikeve...

Ba li mêlaka Kamyaran gur dibe...

Bila nehêlin gora lawê çiyan bê gul...Kêla wî binav be...

Ew bejna ku bi çiyan re dihat pîvan...li goristana Bexçeyê Firdews...li koþeya herî dur...di nemreya 61 an de...di rêza çarem de...di gora 28 an de... ji sax û miriyan jî veþartî be...

 

Heger em çiyayî bin..piçekî berfîn..keç û kurên diyên xwe bin...Em ê vê xinizêyê jî, tevî ruyê ehdekê sor li rojhilata birîna xwe tomar bikin...Çuyina berî þeveqan û giyanên ku sêdaran di þeveqên temenên me de  diçikînin jibîr nekin...

 

 

2009/11/11-21

 

fatma savci

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org