|
Jinan
di zindanê de nivîsîn, lê!...
Fatma Savci Girtî,
ji bo ku bijî, ji bo ku wek miroveke/î pak bikare bijî, bi hêza giyan û
hestan xeyalê xwe mezin dike. Destê xeyalên xwe dirêj, baskên wan
mezin, emrê wan dirêj dike. Bi riya hiþ û dilê xwe, jiyanê ber bi xwe
ve kaþ dike, dîwarên zindanê ku kujerê hemî xeyal û hêviya ye, tune
dike. Girtî bi vê hêza xwe ya mêjî û hestiyarî zindana ku tenê mirinê
pêþkeþ dike red dike û xwe bi þaxê jiyana derve ve zemt dike. Rê û rêbaza
redkirina vê mirinê, bi her cûre, þêweyê wêje û hunerê mûmkûn
dibe. Li zindanên Tirkiyeyê, ji ber ku derfetên girtiyan gelekî kêm in,
nikarin bi gelek beþên hûnerî re eleqedar bibin. Loma girtî piraniya
xwe bi wêjeyê re eleqedar dibin û nivîsê dinivîsin. Li zindanê her
cureyê nivîsê tê nivîsîn; roman, çîrok, helbest, fabl, gotar û hwd.
Rojname tên derxistin û her kes li gor hêza xwe û bikêrhatina xwe beþdar
dibe. Li
gor tecrubeya ku me kurdên bakur, bi taybet qala tecrubeya nifþê me yê
piþtî salên 1990'î dikim. Û helbet bi taybetir, qala jiyana me jinan
dikim. Hema hema her girtiyekê dinivîsî. Yên ku xwendin û nivîsandina
wan tune bû, ew fêr dibûn û karê wan ê pêþî dibû nivîsandin.
Taybetiya zindanê ew e ku ne wek derve ye, kesên nivîskar û yên ne nevîskar
tune ne. Bi wext re, di demên dirêj de, kesên ku wê berhemên baþ
biafirînin, diyar dibin, derdikevin holê. Pêþketin êdî girêdayî
kesan, daxwaz û xebata wan e. Lê ev yek zêde ne pirsgirêk e, ya girîng
ku bê nivîsîn û dinyayeke derveyî zindanê bê ava kirin. Her kes hewl
dide binivîse, her girtî bi þêweyekî nivîsê re mijûl dibe. Nivîs
dibe dirikek ku xwe ji berstika jiyanê bernedê, dibe lavlavkek ku xwe ji
gewdê heyatê neqetîne. Nivîs dibe baskên girtiyan, ji bo xwe ji ser sarî,
bêrengî û mirina li wê qadê ve biqevizînin û herin li dehlên jiyanê
deynin. Nivîs dibe deriyekî ku girtî vebin dinyayên derveyî dîwaran,
derveyî sînoran. Û nivîs dibe sedema ku girtî di hundirê xwe de,
bingehê cîhaneke xweþik biafirînin, jiyanê biþopînin û xwe perçeyek
ji mirovatiyê bibînin. Gelek berhem berî çap
bibin winda bûn Ez bi xwe li heþt girtîgehan
mam. Ez hewl didim qala tecrubeya jinên heþt girtîgehan bikim. Jinên
girtî yên ku ne dinivîsîn gelekî kêm bûn. Û jinên ne dinivîsîn jî,
teqez problemên wan hebûn, wek nexweþî û hwd. Hinekan ji wan çîrok,
hinekan helbest, hinekan fabl, hinekan jî gotarên pir baþ dinivîsîn.
Hinekan rojnivîs dinivîsîn. Hinekan xwe li wergerê diqewimand û rastî
ne xirab bûn wergera wan. Hêviya min mezin bû ku wê gelek ji wan hevalên
jin wek nivîskarên baþ ciyekî xwe li vê qada wêjeyê çêbikin.
Hinekan ji wan dosyayên helbestan amade kirin, hinekan destan, hinekan
dosyayê çîrokan amade kirin, hinekan çîrokên gelêrî û pêkenok
berhev dikirin û wek dosya diþandin derve ku bên çap kirin. Ji ber gelek
sedeman astengî derketin û ji van berheman tenê yek dû berhem hatine çap
kirin. Mixabin kes û saziyên ku xwedî li berhemên girtiyan, bi taybet yên
jinên girtî derkevin tunebûn û yan jî gelekî kêm bûn, yên hebûn jî
ji bêderfetiyan gazin dikirin. Û ew dosyayên heyî, gelek jê winda dibûn,
bi awayekî tune dibûn. Di lêgerîn, operasyon, sevk û miþextiyan de
berze dibûn. Nivîskarên wan bêhêvî dibûn û xeyalên ku wê rojekê
berhemên wan bên çap kirin kêm dibûn. Li derve sazî li
berheman xwedî derneketin Dixwazim bêjim ku, li
zindanê jinan nivîsî. Berhemên ku afirandin çi qas baþ û çi qas kêm
bûn, ev mijara munaqeþeyeke din e. Lê jinan li zindanê nivîsîn. Xwe bi
nivîsê re gelekî westandin, xwe gelekî bi baskê wê yê rengîn girtin.
Gelek daxwaz, gazin û lava ji saziyên derve kirin ku destê xwe dirêjî
wan û berhemên wan bikin. Qet nebe, berhemên ku gihiþtin saziyan biparêzin,
winda nekin û wek arþîv bihêlin. Lê mixabin bi dehan ji wan dosyeyan li
saziyan bêyî ku bên xwendin winda û telef bûn! Bi van helwestan re
gelek hêvî û daxwazên jinên girtîgehan hatin þikandin. Hîna jî ev
problemeke mezin e û berhemên jinên ku niha di zindanan de ne, qîmet bi
wan nayê dayîn. Weþanxanenin bi salan dosyayan di nav destên xwe de dihêlin,
bê bersiv wan di wê rewþê de disekinîn. Ji ber ku nivîskar nikare rewþa
dosyaya xwe baþ bizane û biþopîne nikare tiþtekî bike. Mixabin ku di
nav van saziyan de jî, têkilî, torpîl gelekî giring in, nivîskara/ê
girtî ji ya/yê derve heft qatî bêtir zehmetiyê dikiþîne. Em hemî
dizanin ew nîvîskara/ê li derve ku berhemeke xwe çap dike divê di
riyeke dirêj û zehmet re derbas bibe, îcar jina nîvîskar a di zindanê
de, divê di labîrenteke mezin re derbas bibe, pirî caran jî xwe ji vê
labîrentê xelas nekiriye, riya derketinê nedîtiye. Eger lêkolîneke baþ
bê kirin li derve û li hundir, wê ev rastî pir xweþik derkeve holê. Û
di encamê de , em ê bi hebûna bi dehan berhem û nivîskarên ku me nebihîstine
bihesin. Bi hêviya ku tiþtek wisa bê kirin û xwedîtiyek mezintir li
berhem û nivîskarên jin/mêr yên zindanê bê derketin. fatma
savci
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org