Dilên Xwe Bi Xemên Wendayiyan Nefiyî Hêrsê Dikin

 

 Fatma Savci

 

 
Wendabûn çuyina herî xedar e. Wendakirin birin, birîn û bêrîkirina herî dijwar e Keko. Wendabûn riya laliyê, qonaxa bênavnîþan, bîra bêdengiyê, çuyina warekî nezaniyê ye dosto. Wendabûn pirseke ji gerdûnê mezintir e ji bo hezkiriyên li paþ mane.  Navnîþana wendayiyan bersiva herî giran e ji bo dostan. Û pirsa me ya herî dubare ya niha: tu li ku yî, di kîjan tariyê de girtiyî, li piþt deriyê kîjan zilmê veþartî yî, kuþtî an birîndarî Mustafa Îsmaîl?
 
Em ne nekirkêr in. Em xeyalên xwe, di avzêmka gulava çavên xwe de av didin. Ji nobedariya berêvarên hêviyan gazinan nakin. Em na nawestin hemî emrê xwe bi zemên bidin xwarin. Dixwazin sibehên gulînî ji zarokên xwe yên þemamokî re bihunin. Em hewl didin, ji nav þîniyên xwe yên behar vedayî bifirê bikevin. Li ti waran bê nav û al nemînin. Dilên xewnên me ne þikin, ji xeyalên xwe yên têkçuyî venegerin. Û em wendanebin ji hêla destên diyar û suretên veþartî ve...
 
Lê ax! Welat çar birinên vekirî ne. Çar rubarên ji girî ne. Çar Kevokên serjêkirî, Çar kaniyen jehrkirî ne...Em hew zanin bi kîjan birîna wî ve bibezin. Bi kîjan ciwantî û zarokatiyê wan birînan derman bikin. Hew zanin li ser kîjan êþa wê bigirîn. Çi ji dayina me kême em hew zanin. Mirovên xwe yên herî xweþik ji wê azadiya wî re qurban dikin. Dil û delaliyên dayikan ji þeveqên wî re xelat dikin. Agirê bi bedena me û welat dikeve, em hew zanin ji kîjan aliyî tê û di nav temenê me hemiyan de wisa diyar bi diyar pêdikeve. Û em dixwînin ruyê neyaran, lê hew karin wendabûnan bisekinînin...
 
Helbet ev ne qeder e, ne naleta kitêb û xwedê ye. Em dizanin þewqa zîv û zêrê di xurcika wî de pir bilind e. Emrê me kin û guleyên desthilatdaran zêde ne. Milên tariyê dirêj in, wek dupiþkan bi roniya çavên me ve didin. Me dubare, ji av, þev û kulîlkan didizin. Nahêlin tovê me ji ava kaniyan vexwe, þaxên giyanên me zêde bibin. Em bi gulvedana evînên xwe þa bibin. Û me, hebo hebo, bê sînor, di himêza tariyê de wenda dikin... 
 
Me zude ye fam kiriye, destên zilmê ne dayik in, ne xwediyê dilekî ne. Ew xerîbê roniyê ne keko û em di nav lepên wan de her kuþtî û her wenda ne. Dagirker ne bira ne, nabin bira, ne saxê me, mirina me ji bo wan yê herî qenc e. Ne nas, ne hebûna me, wendabûna me ji wan re wateyeke baþ e.
 
Bejna me hîna ne mûm û qendîl e keko, tariya tu tê de veþartine ronî nakin. Destên me ne xwedî bask in, ji ne sînoran ne dirêjtirin ku bigihijin birînên te. Em tenê niha giyanên xwe bi agirê tu tê de diþewite dipijînin. Dilê xwe bi xema wendayiyan nefiyî hêrsê dikin...
 
(Mustafa Ýsmaîl, helbestvan, parêzer û aktivîstê mafê mirova ye. Ji Kurdistana Rojava, ji bajarê Kobanê ye. Ji 12-12-2009 an ve, li bajarê Helebê ji hêla hêzên dewleta Suriyê ve hat  binçavkirin. Lê kes niha nizane li ku ye, di bin kîjan êþkence û gefande ye. Hêzên dewletê ti agahî nade malbat û parêzerên wî.)
 
 
Fatma Savci
 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org