|
|
- Nahwîrînek
Ji Benikê Nêrgizan
- Bo
Kekê Min Jîr ê Dilovan
-
-
- Fatma
Savci
-
-
-
- Hîna behar nehatiye û vaye dîsa
dilê dara Behîvê di qefesa sînga min de bêsekin dijene.
- Kulîlkên wê yên devliken þaxên
xewnên min ên kur dikesixîne.
-
- Li Bagokê, “ Benikê Nêrgizan”
ji kerban dinehwirîne, bi ti awayî nahedine. Ew kezîkur dev ji þeveqên
min bernadin. Tayên Nêrgizan, ji bîn û çavên xwe yên nazînîn, bêrîkirineke
dîn û delal di rihê min de dubare diwelidînin. Xemên miþextiyên
welatê ji mûm û qendîlan, careke din li ser þanikên min yeko yeko
dineqiþînin.
-
- Her heþt riyên heþtrekê, bi heþt
awazan, bi çûk û çîrokên xwe yên kevnar ve, ji xemên min re
dilorînin. Heft siwarî, bi diayên heft baweriyan, bi tîp û wêneyên heft zimanan ve, xwe bi tora nava min ve
digihînin. Dermanekî ji haveynê çar demsalan çêkirî, li qesra
nava min, li dora wî textê ku bargiranêkî nexweþ li ser raketiye
direþînin.
-
- Em bi dawa hêviya xwe digirin,
destên xwe yên ji gul û quncirê, ji berstika wê bernadin.
-
- Adar jî hêdî hêdî tê, bejna
xwe ya ji evîn û êgir, bi ser giriyê me yê sibatê de dihejîne.
-
- Tu çareyê nabînim, hest û
helbestên min gelek diponijin. (Û çima vê gavê hemî ziving Apê
Mûsa li bîra min tînin?) Dixwazin, bi daxwazên xwe yên kelogirî,
þîret û tikayên apê me, tevî destên rojê, dara biyê, bi hewara
min ve bigihijînin.
-
- Janeke sor, di tama giriyê bilûrekê
de, bi dengekî þîn, li ber serê wî nexweþê ku miþextî kula
Kurdewarî ye olan dide. Û me hemî heval û dostên wî Jîr, wî
delalî ji kerban diþewitîne:
-
- “Evîna te, ruyê guleke þîfon
bû. Me ew ji nav xwîna te ya bi nan û xwê werdigirt, bê fesal li
bejn û bala zimanê xwe yê tagirtî dikir. Te ew zimanê me yê li
keviya kendalan, sêwî mayî, bi þîr û þekirê dilê xwe mezin
dikir. Beza rehwanan li gewdê xwe yê bêwestan bardikir, qevzên zemên,
li ber leza xwe þermok dihiþt.
-
- Te ew peyvên ji ber talanan mayîn,
li wan keç û xortên “li navenda þaristaniyan”
ker û lal mayî belav dikir. Tu hewariyek Zerdeþtê Kurdiya
serjêkirî bûyî, zarokên di zivistana emrê ziman û zemanê xwe de
mayin her û her li te qesidîn.
-
- Nabe ku tu serê xwe li ber wê
nexweþiya bêbext biçemînî. Me divê, careke din, xwe bi perê wê
xewnê ve bigirin. Bejna genim û zimanê kurdî bi hev re bilind bikin,
pora vî zarþîrînî, bi dest û dilê xwe yê Dilovan þeh bikin.
-
- Ev tikayek e mamoste!
- Ji bo me hemiyan behtir li ber xwe
bide,
- Xeman nexwe, em nagirîn. Ji dervî
gul û helbestê tiþtek nîne li ber serê te.
- Lê tu jî bi ya me bike. Ma tim
te ji me re nedigot:
- ”Ji çûyînan hesanîtir tiþtek
tuneye niha?”
-
- Fatma Savci
-
- 02-02-2008
-
-
|
|
|