Þeva Helbesta Kurdî li Parîsê

 

 

Di roja 28.01.2008-an de, li Komeleya Ahmet Kaya ya Çand û hunera Kurdî þeveke helbestê û guftugoyê li ser ziman û wêjeyê hat lidarxistin. Di vê þevê de, ku ji aliyê "Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê" ve hatibû sazkirin, helbestvanên kurd Selwa Gulî û Fatma Savci, êþ û jan, hêvî û xeyalên bakur û baþurê welatê xwe bi guhdarvanan re parvekirin. Helbestvanên kurd helbestên xwe yên li ser welat, tekoþîn, li ser êþ û evînan xwendin û kêlîkên gelekî hestiyar bi guhdarvanên xwe yên ciwan re parvekirin. Herdû helbestvan bi cilên xwe yên kurdî beþdarî þeva helbest û guftugoyê bûn û  diyarkirin, ku ziman û toreya kurdî hebûna neteweyê kurd e; pêþketina wêjeyê, bipêþxistin û dewlemendkirina zimanê kurdî gengaz e. Loma divê bi taybet ciwan xwedî li vê mîrasa xwe ya mezin û giranbiha derbikevin. Helbestvanên kurd bextewariya xwe ya beþdarbûna vê þevê anîn zimên û wiha berdewam kirin: “Em ê her amadebin ku beþdarî çalakiyên ciwanên kurd yên her çar perçeyên welat bibin û piþtgiriya wan di warên wêje û ziman de bikin. Em hewldanên xwe wek dilopekê ji deryayê dihesibînin û hêvîdar in ku dê dilsozên vê riya pîroz xurtir û pirtir bibin.”  Helbestvanan pirsên ciwanan bersivandin û derfet dan ku  hin ciwanên hên nuh ketine nava qada wêjeyê helbestên xwe bixwînin. 

 Di dawiya þevê de helbestvanan gotin, ku ew ê bitaybet di mijara ziman û wêjeyê de, her bi ciwanan re bin û her palpiþtên wan bin. Ciwanan jî kêfxweþî û spasiya xwe anîn zimên û soz dan ku zimanê xwe yê dayikê bikin rê ji bo xwe û di jiyana rojane de pê biaxivin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org