Þaîrekî Din Bi Helbestên xwe Dîwaran Ceze Dike

 

 

 Fatma Savci 

 


“...
Min stran pêçan kirin qutiyekê,
Li Beytikan guhdar dikim...
De ka tu jî guhdar bike,
Lê di vî wextî de...
 
Di dengê te de çiqas pencere...
Vaye dinya wisa ye:
Ne ol be jî,
Helbest lazim dibe
ji herkesî re...
 
Dîsa jî tim kêm e
Ji rojê jî, ji te jî
Roniyek
Di rêzikên min de...
 
Betona ku ruyê þimika min kevin dike,
Ka binêre çi dibêjim:
ne rê yî tu
Li hundir!...” (Ji tirkî werger: f.Savci)
 
 
 Ne ol be jî, helbestek lazim e dibêje xwediyê helbesta jor. Xwe bi baskê helbestê girtiye lewra. Giyana xwe bi rihê helbesteke þîn ve girêdaye. ruyê helbestê bi bejna dîwarên bê wate ve berdaye. Dilê xwe yê henûn di tariya hundir de, bi giriyê helbestê avdaye. Helbest kiriye þurê ber piþta rika xwe û di kûlîlka gotinê de kat daye...
 
Her ku dengê helbestekê dibihîzim ji zîndanê, dibêjim: vaye keseke/î din dîwar û hesinên girtîgehê bi helbestên xwe ceze dike...kêfa min tê...ji êþa dimrim...helbestvanê xwediyê helbesta jor  Bulent Þamci jî wisa tola ciwanî û salên jê hatin dizîn dihilîne. Bi þurê destê helbestê, çavên mirina bi sed hawî û hezar canî diderîne...êþa xwe ya mirovkûj bi hênikahiya daristana  helbestê dihedinîne...
 
Bulent Þamci zude ye ku helbestan dinivisîne. Bi tirkî dinivîsîne. Helbestên di vê nivîsê de cî digrin, yên wergerandî ne. Bulent, ji zarokî ve ber riknê helbesteke kur dikole. Lê xuya ye, niha hênceteke wî ya giring çêbûye ku wan kulîlkên ji bêrîkirinê vebûne biweþîne. Lewra diya wî xeyalên gihiþtinê di nîvî de hiþtin û çu ser dilovaniya xwe. Nizanim gelo kî dikare tarîf bike, dema yek di hundir de, xeyalên gihiþtineke nuh dike û dê û bav, bira û hezkiriyên mirov dev ji mirov berdidin û diçin?Lê bi taybet dema dê diçe...û zarokatiya mirov bixwe re dibe û dihere...Bulent diya xwe di Pirtuka bi navê “Yazgýn” (Çarenûsa te) ku gotiye “ji bo bîranîna diya min” ji weþanên Ütopya derket. Bulent  di helbesta bi navê “DurNêzîk” de ku diyariyî diya xwe kiriye bi van rêzikan bangî wê dike:
 
“...Ku çivîkekê,
Bibînim li derekê,
Ber bi ruyê te ve dizîvirînim
Kenê te derbas dibe
di ezmanan re...”
 
Pirtuka “Yaz gýn” ji sê beþên ku wek “Çarenûsa Te” “Nalê Ketî” û “Hêvî” hatiye binavkirin pêk tê. Di pirtukê de 67 helbest cî digrin. Helbestên Bulent Þamci berî niha di kovarên çandî yên wek Dize, Evrensel Kültür, Yazýlýkaya, Mühür de û di Pirtukên wek “ Ji Girtîgehê helbest” û “ Heft Rengê Þîn” de hatin weþandin.
 
Bulent Þamcý ev nêzî panzdeh salane di girtîgehê de ye. Û cezeyê “heya mirinê” wergirtiye. Ji Qersê ye Bulent. Ew xwendekar bû li Stembolê. Berî ku di 1994 an de were girtin. Ew ne Kurd e, ne jî Tirk. Loma têra xwe bedelê vê yekê jî daye di bin çavan de. Ma wî aqlê xwe xwaribû? Çi îþê Terekemeyekî hebû di nav doza Kurdan de?...Helbet wan kesan nikarîbûn di pêpelukên giyana Bulent re hilkiþin jor û di bilindahiya xweþkahiyên wî bigîhijin. Ji wan nedihat lewra. Bulent rihên xwe bi parkirina xwîþk û birayên neteweyên cuda av daye. Û wî di helbestek xwe ya bi navê “Kars” de wêneyekî wiha bi xemriya þîrê dayikan û kulîlkên zozanan xêz kiriye:
 
“... Behar e,
Tu di kîjan deriyî re herî
Vedibe heman jiyanê
Hemî yek in,
Hinekî Kurd, hinekî Azerî...
Qers, Qersa dayikan e jî
Ne xerîb, ne xurbet e...
Dirêjî keçika cîran dike sînga xwe
Di þîrê wê de kulîlkên zozanan...”
 
Ez bixwe pêdiviya þîroveya van rêzikan nabînim. Xweþik, sivik, jidil û henûn dibînim. Ji hêla wêjeyî ve biqîmet û hêjayî xwendin û þîroveyê dibînim. Di van rêzikan de çîrokên kur û dur dixwînim. Lê ji der vî vê mijarê jî, bawer dikim ku divê herkes, her berhemeke kesên li zîndanê bixwîne, çavderiya van berheman bike û biþopîne. Lewra ev helwesta me kesên derve, wê emrê wan kesên ku jiyana xwe ji bo anîna xweþî û xweþikahiyê didin dirêj bike.
Hêvî dikim ku herkesek meraqa van wêneyên girtîgehê bike û bi ser van xêzikan de bitewe. Lewra ev helbest cîhana mirovên hundir in. Jiyana wan î balkêþ ku ji bêrîkirina roniyê pêktê ye. Gulgotinên wan î ku beytikan ji  bo me kesên derve firandine...Dixwizam bi rêzikên þairê girtî vê nivîsê biqedînim:
 
“...Niha di riyan de roj heye,
Otobûs bi heve zeliqandî ne
Hemî bajar...
Ya baþ kaniyekê ji xwer bibîne,
Qurtek av vexwe:
Bila ya min bimîne ji Rihanê re...”
 
 

Fatma savci

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org