|
|
-
Xema
Payizê
-
-
-
- Fatma
Savci
-
-
-
-
- Na, bila kesek xemê, ji
payiza dilê me re þîrove neke. Û ti
carî nêzî wan birîndarên li ber stûna konê nava me nebe. Bila
kesek li ser navê me, þîna stêrkên rijiyayî negire û hemawiyên
reþ neavêje serê çiyan, porê tu geliyan kur neke.
-
- Bila
tenê tayên nêrgizan, ji demsala xwe koç bikin, di vê zivistana sar
de, ruyên xwe yên germ û nazenîn ji dilên me re tazî bikin. Bila
kesek ji keviya kendalên xwe neqere, ji mazuvaniya binevþên xemrî bêpar
nebe. Wekî din, qet ne xem e, ji xwe kesek ji me nikare Mîrê Miradan
qane bike.
-
- Erê,
rast e, me di dawa hêviyan de, hine li pora demê nekir û gustîlkên
zîvîn nekirin tiliyên azadiyê. Me tu peyman bi gihîþtin û bûka
bextewariyan re girê neda. Me carnan gelekî zû eniya mirinan maçî
kir, me darfetlînoka temenê xwe ji newqa jînê zû birî û av jî
negihiþt ser me.
-
- Çi
xebînet, guneh ê me bû; me ev cîranên xwe, bi zarok û berxikên
xwe yên delalî re, di dergûþa xaka xwe de mezin kirin. Me ji ehd û
bextên wan bawer kir, xwe ji warê xwe yê beharî bêpar kir.
-
- Nizanim!
Ma gelo hîna Çermesor mane? Eger bibihîzin, cendirmeyan ji hestiyên
me qelûnên xwe çêdikin, wê serboriyên xwe ji bîr bikin; ewê ji
bo me, car din ji xewnên xwe hilçenin. Em, ji zû de ye, fêrbûne ku
ti xweda ne þîr helal in, li ber kuþtinên me bêdeng û bihedan in.
-
- Lê
me ocax bê agir nehiþtin. Laleþ hîna tije find û çira ne. Çima dîsa
Þingal, di baskên Teyrê Tawûs de, bi heftê û heft hezar çavên
zarokên dilmayî, bi heftê û heft
zêmarên kurdî giriya?
-
- Di
nîvê hewþa vê heyvê de, li ber serê stêran, xwedî û xwedanê
zimanê qedexe, li pey hev meþiyan. Dîsa dilên pênûsan bi kurdî êþiyan,
þîneke sipî li rûyên lênûskan bariya. Mihemed Uzun, Ordîxanê
Celîl, Nezîf Telek, Selah Sedallah ji canên me weþiyan.
-
- Bila
êdî sînor destên xwe ji me biþon. Dûrî hew tirsê dike dilê me
û xunaveke ji kederê dirijîne nav mijangên çavên me. Têlên rêsayî
nikarin bibin pîrika hesretên qumriyan, rûyê perperîk û
dildariyan.
-
- Dîsa
negirîn di bextê we de me!
- Nabe
ku em bi xeyalên xwe re biwestin. Barê xwe yê ji bask û bageran bavêjin.
Ba û baran bila di himêzên me de bimînin; genim û endeko di
xurcikan de, zînên hespên me bila amade bin, xewnên þîn ji bîr
nekin.
-
- Gotinên
ji xwîna gulan, helbestên ji canê xezalan bi xwe re bînin.
Em dizanin, destên zilmê qet ne dilovan in. Lê ku em êdî li
vê xakê neaxivin heram e. Hestiyên kalikên me, pirtûk û nivîsên
heyamên berê, hemî lewhe û nîgar, þerbikên binê erdê jî dê
biaxivin.
-
- Ev
hemû gelî dizanin, me çîrokên hezarsalî ji xwe çêkirin. Efsaneyên
binyat, me bi þîrê xwe yê sipî mezin kirin. Me mîtolojiyên hitik
bi çîçikên çiyayên xwe yên bi
nan û xwê xwedî kirin. Ax! Ma ne em bûn yên ku ax, bi van destên
xwe yên terikî fêrî zayinê kirin?
-
- Ez
ji dil dibêjim, divê em niha xwe ji ber tariyan bidin alî, ronahiyan
li gewdên xwe bipêçin.
- Ku
wisa be, kîjan newal wê bikare agirê me hilgire?
-
- Na
ez benî!
- Em,
kuþtina zarok û kevokan û dagîrkirina Kurdistanê li kesekî helal
nakin.
-
-
- 30-10
2007-
- Fatma
savci
-
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|