Bang
ji bo Yekîtiya Alfabê
Miletê
Kurd, li gel çar sînorên ku ew ji hev qetandine, bi sê sînorên din jî
ji hevdû hatiye dûrkirin: Sînorên Alfabê. Herwekî tê zanîn, hê jî
Kurd bi sê alfabeyên cihê diwxînin û dinivîsin. Ev alfabe Latînî,
Erebî û Krîlî ne. Sê alfabeyên cihê, hem xesareke mezin didin zimanê
Kurdî, hem jî rê li ber ji hev fêmkirina Kurdan digirin;
çiqas diçe devok û zaravayên Kurdî ji hev dûr dikin.
Ev alfabeyên cihê, ji her çar sînorên
ku bi zora dijmin
hatine danîn bêtir Kurdan ji hev dûr dixin û xesareke mezin didin
yekîtiya zimanê Kurdî û bi taybetî jî yekîtiya civata Kurd. Vê
radeya ku zanîn û teknolojî gihiþtiyê û
di warê ragihandinê de sînor rabûne, ya ku me Kurdan ji hev dûr û bêhay
dihêle, ji sînorên dijmin bêtir, hebûna alfabeyên cihê ye.
Bihesibînin, eger em Kurd, xwedan
alfabeyeke yekbûyî bûna, kitêbên
me, rojnameyên me, heta her cûre çalakiyên me yên nivîskî bi vê
alfabê bihatana weþandin, li dibistanên me yên heyî ev alfabe bihata
xebitandin, îro emê hê bêtir nêzikî
hev bûna û li hember bûyerên ku netewa me eleqedar dikin, me yê jî bi
yek dengî helwest bigirta, hesasiyet
û ruhîyeta me ya mîllî xurttir bûya. Di rewþeke weha de, rojnameyeke
ku li Erbîl, Mahabad an li Silêmaniyê derdiket, di eynî rojê de dikaribû
li Diyarbekir, li Stenbolê û li hin navendên Ewrûpa jî derketa. Riya
Teze ya ku li Erîwanê derdiket, eger
ji ber sedemên ekonomîk me nikaribûya li Diyarbekir û derên din
derxista jî, bi riya Înternetê
ewê jî di xizmeta gelê Kurd de bûya.
Îro em ji kirinên weha bêpar in, çimkî
sînorê alfabê di navbera me de ye. Li Kurdistana Baþûr, li yekem perçê
welatê me yê azad jî, li vê dera ku zimanê me zimanê dewletê ye,
em Kurdên perçeyên din, em dikarin di kûçe û kolaneke Zaxo de jî
hunda bibin. Ji ber cihêtiya alfabê,
bi ser ku bi zimanê me hatine nivîsîn, em nikarin navê kuçe an
kolanekê jî bixwînin.
Ji her sê alfabeyê cihê, tenê alfaba
Latînî bersiva dengên zimanê me dide û li zimanê me tê. Ne alfaba
Erebî û ne jî ya Krîlî li bejn û bala zimanê Kurdî nayê. Ev
alfabe zimanê me teng û stewr dikin; xweþî, geþî û dewlemendiya zimanê
me bi van alfaban dernakeve meydanê. Ev alfabe, wek kirasekî teng û bi pîne,
wek kirasekî bi deyn û
emanet, bi xweþî, geþî,
bedewî û dewlemendiya zimanê me nakevin.
Dîsa
ev alfabe, me ji dinya hemdem dûr dixin. Me li derveyî gerdûnîbûn û
globalîzma dinyayê dihêlin. Alfabe Erebî, wê hergav me di bin bandora
dinya Ereban de bihêle. Sedemên dînî, siyasî û dîrokî, dikare
Ereban hiþk bi vê alfabê ve girê bide, lê ji bo me tu sedemek
weha tune. Em çiqas zûtir ji vê alfabê xelas bibin, emê ewqas zûtir
yekîtiya xwe pêk bînin û bi dinya hemdem re bibin yek.
Çimkî riya yekitiya netewî, di yekîtiya
alfabê re derbas dibe. Heta ku em Kurd sînorên ku bi van alfabeyan di
navbera me de hatine danîn ranekin, emê nikaribin bibin yek. Çimkî ev sînor,
ji sînorên ku bi têl û bi keviran hatine danîn û bi mayinan hatine
dagirtin asêtir in. Bêtir xesarê didin yekîtiya me û bêtir me ji
hev dûr dikin, me ji hev re xerîb dihêlin.
Dewleta Trik, di sala 1928an de, bi
biryareke siyasî dev ji alfaba Erebî berda û di her eynî salê de derbasî
alfaba Latînî bû. Bi ya min ev þoreþa Tirkan a herî mezin bû. Tenê
havîna sala 1928an, ji bo dema amadekarî û derbasbûna alfaba Latînî têr
kir.
Desthilatiya siyasî ya Kurdistana Baþûr,
bêyî ku bi derengî bikeve vê havînê dikare bi biryareke siyasî alfaba
Kurdî ya Latînî qebûl bike û têke
jiyanê. Di warê teknîkî de þertên îro, hezar qat ji yên sala 1928an
çêtir in. Ji bo vê yekê, tenê îradeyeke xurt û biryardarî pêwist e.
Qet þik tune ku gaveke weha pîroz û manîdar, wê ji alî dinya hemdem ve
jî bê destekkirin.
Divê mafê Dewleta Federe ya Kurdastanê
hebe ku alfaba zimanê xwe bibijêre. Heta doh rejîma Bexdayê ji bo vê
yekê behane dihat nîþandan, lê îro êdî
ev bahane jî rabûye. Loma divê îdara Kurd bi lez û bez vê
biryara dîrokî bistîne. Bawer bin ev biryar bi qasî îlankirina
dewleteke serbixwe girîng û manîdar
e. Biryareke weha, wê bi milyonan miletê Kurd þa bike û ji alîkî ve jî sînorên
siyasî yên navbera wan jî sist û bêkêr bike.
Divê
tu tiþt, ji bo avêtina vê gava dîrokî sedem û behane neyê nîþandan.
Ev mesele pirseke jiyanî, pirseke netewî ye. Çimkî her milet bi zimanê
xwe milet e, gava ku zimanê wî hebe, ew jî heye. Ji bo standina biryareke
weha, mîrasa bi Erebî nivîsandinê
jî tu car nikare wek behane were nîþandan.
Tirkên ku 500-600 salan ev alfabe di
tecrûba xwe ya Împaratorî de xebitandin dev jê berdan,
çima em Kurd nikarin dev jê berdin?
Hê ji beriya þerê Cîhanê yê Yekem ve,
hin ronakbîrên Kurd pirsa devberdana ji alfaba Erebî û xebitandina
alfaba Latînî ji bo Kurdî anîbûn ziman. Ji ber ku Kurdan di warê siyasî
de þikest xwar, ev proje, li gel hewildana Celadet Bedirxan a salên 1930î
jî, di nav tevahiya Kurdan de bi ser neket û li hin perçên welatê me bi qasî sed salan
dereng ma. Ji îro pê ve ev kar, çiqas
bi derengî bikeve, wê ewqas
jî bêtir miletê Kurd biêþîne û birîndar bike.
Banga min li desthilatiya siyasî ya
Kurdistana Baþûr e. Vê havînê, hê ku wext derbas nebûye li hev rûnên
û biryara qebûlkirina Alfaba Kurdî ya Latînî ya ku Mîr Celadet Alî
Bedirxan li netewa me diyarî kir, bigirin û bi lez bez têxin jiyanê.
Bila payizê zarokên Kurd bi alfaba Latînî dest bi dibistanên xwe bikin.
Di vê navê de bila her Kurd navê
avahî, dûkan û karên xwe, hukûmet navê kuçe û kolanan bi Kurdî
binivîse; lewheyên li ser riyan bi alfaba Latînî bên amadekirin.
Televizyonên Kurd, nûçeyên xwe, di ekranê de, bi alfaba Latînî bi nivîskî
jî bidin. Hemû kovar û rojname bi alfaba Latînî bên derxistin. Li
seranserê welat seferbegiya alfaba Latînî bê lidarxistin. Ji bo bikompîtûrkirina
dibistanên Kurdistanê, li Ewrûpa kampanyayên alîkariyê bên vekirin.
Ev bang, di serî de ronakbîrên Kurd, li
tevahiya miletê Kurd e jî. Werin em van sînorên þermê yên ku li pêþ
yekitiya me ya netewî bûne asteng, ji navê rakin. Bes e ev tarûmarî, bêserîtî
û bêpergalî. Madem em miletek in, madem zimanê me yek e, bo çi
em hemû bi alfabeyekê nexwînin û nenivîsin? Ji bo çi emê roj bi roj
ji hev dûr bikevin û hev fêm nekin, ji
bo çi emê ji hev perçe bi perçe
bibin û bi ser nekevin? Îro, tenê zimanekî yekbûyî dikare li hember êrîþên
li ser netewa me raweste. Riya vî zimanê yekbûyî jî di yekîtiya alfabê
re derbas dibe.
Werin em çareyeke esasî ji vê tevlihevî,
serêþî û sergêjiya alfabê re bibînin. Berpirsiyariya dîrokê,
qebûlkirina afabeyeke yekbûyî li ser tevahiya miletê Kurd ferz
dike. Desthilatiya siyasî ya
Kurdistana Baþûr, bi tu awayî nikare ji vê berpisiyariya dîrokî
bireve. Roj roja gavavêtinê ye. Divê em baþ bizanibin ku yekîtiya ziman
di yekîtiya alfabê de, yekîtiya
netewî jî di yekîtiya perwerdehî de derbas dibe.
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org