1. GULAN

 

 Feqîr Ehmed

 

 

Roja yekî Gulan hat

Karkir berda tev xebat

Cîhan li hevdi kom bû!

Karkir rab roja me hat

 

Tu kes nema li xeraban

Li kolanan, li ber banan

Gundî û karkir bûne yek

Dijmin dirivê ji meydan

 

Cejina karkirên Cîhan

Hev kom dibûn û civîyan

Dewlemendên pirr qelew

Ji hêza karkir ditirsîyan

 

Cejina yekî Gulan xweþ

Gul û gupik tev bûn geþ

Karkir, gundî tev rabûn!

Henber Paþan dikin meþ

 

 

Feqîr rakir Ala tev sor

Das û balîyoz didan dor

Tev rakirin kulmên xwe

Kurdistan bû kesk û sor!

 

Feqîr Ehmed.



 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org