JINA JÎR Û MÊRÊ HOV!
 
 
 
  Feqîr Ehmed

 

 
 
 
Çi hebû, Çi tunebû?
 
Çend salan ji berî îro, gundekî bi 10-15 malan hebû. Her malê jî, erd û zevîyên xwe hebûn. Lê ava vî gundî tunebû! Bi berhemên çandinî`ya ceh, genim, nîsk û nokan, jîyana xwe dom dikirin.
Du alîyê duem da jî terþ (heywan) xwadî dikirein. Gund di navê çar kaþanda hatibû avakirin. Erdên gund kepir û reþ bû. Ko salên baran nedibarî xela (nanxweþî) çêdibû!
Terþên xwe dibirin 10-15 k m dûr li gundekî dîn av didan û ava vexarina malê jî, bi xwe ra dihanîn! Di  vî gund da malek hebû aborîya xwe rind bû.
Xwadîyê wê malê pîr û kal bûn. Kurekî vanayî pirr gewûre (þimariq) hebû. Lê pîr û kalê dixwastin, ji berî mirinê kurê xwe, hevbir bikin  (bizewîcînin) û ko mirin jî çavên xwe vekirî nemînin!
 
Pîr û kalê ji gundên dorên xwe, keçeke pirr rind, delal, zana û mîrovan ji kurê xwe yî serserî ra xwastin û hevbir kirin (zewîcandin)!
 
Bûka pîr û kalê Pêro, pirr xwaþik, bekar û ew gundên dorê gîþkî ji birêz Pêro ra rêz digrtin û jê hez dikirin!
Pêro, pirr xwaþik, zana, marîfet û mîrovan bû! 
Lê mêrê xwe`yî zirto, jin wekî ne mîrovan didît!  Her roj bi jina xwe Pêro re zixêfên pîs digot û lêdixist!
Devî bav û dê, zixêfên herî pîs, bi Pêro ya hêjara digot û lêdixist! Pêro ya delal ji bo gundî pê nizanibin sirên xwe bi tu kesan ra nedigot!
 
Lê canê Pêro`ya delal, bi lêxistina zirto tev mor û reþ kiribû! Pêro`ya delal bi kîjan tevdîrê mêrê xwe bînê rê û kete ramanîyan! Bi mêjîyakî berfere û aramî tevdîra xwe pêk anî! Idî em binêrin Pêro`ya hêja, mêr bi kîjan çalekîyê binê rê!
Pêro bi berbang ra rabû ser xwe, xurinî ji  mêrê
 
xwe yî zirt, çêkir, ko xurinî bi dawî bû, mêrik kire rîya cot, ko herê li kepirê cot bikê.
Pêro jî  karê xwe yî malê bi dawî kir û li pêþîya malê rûniþt. Mêr jî çû li kepirê ko cotê xwe bikê.
 
Bi rojhilat re gundî li hespên xwe siwar bûn, ji bo ko biçin bajêr xwarina malê bikirin! Rîsipê wî gundî Apê Gedûr jî, li hespa xwe siwar bû û di ber mala Pêro re derbas dubû. Apê Gedûr ko,
 
Pêro dit û go: Roja te baþbê ey keça min ye delal û bi rûmet! Pêro jî, ji pêþîyê hêze xwe kir û wa go: Gelek sipas apê min`yî bi rûmet û roj li te jî xweþbê. Apo ko tu kanibî, ji keça xwe ra du, sê kîlo masî bînî, eze gelek ji te razî bibim û sipas bikim.
Apê Gedûr jî wa go: Ey keça min`ya delal, ko tu çi bixwazî eze bînime. Pêro dirav ji ber kidifa xwe derxist û dirêjî apê Gedûr kir. Gedûr jî dirav ji destan girtin û berê xwe da bajêr.
Bû nîvroj mêrê Pêro ji cot hat û dîsa jî, bi Pêro  re zixêfên ne rind gotin û lêxist!
 
Zirto ji jina xwê delal re zixêzan dibêjê, lêdexînê û bi zorê ji xwe dikê cem! Di wî þertên xerabda Pêro jiyana xwe dajo û dom dikê!
 
Em binêrin apê Gedûr, masî ji Pêro ya delal re kîjan demê tînê.
Saatek û dudu ji berî roj ava, apê Gedûr gîhîþte nav gund û masî dane Pêro. Pêro ji sipas kir û go: Apo pêwîste tu bi kesekîra nebêjî ko te masî
 
ji min ra anîne. Gedûr go: Keça min ez ji tu
kesan ra nabêjim û roja te bi xêrbê!
Pêro masî anîn kirin biroþeke mezin û ava honik berî ser da, ji bo ko masî genî nabin! Serpe (qapax) da ser devê biroþ û girt.
Bi honikî`ya esir ra Pêro biroþa ko masî têda, kire bêjinga xwe û berê xwe da kepirê cîhê ko mêrê xwe li cot dikê. Ber xeta cotê mêrê xwe kola û ew sê kîlo masî berdanêkê. Dîsa ax bi ser kir, hinek kirþ kire bin bêjingê û hat mala xwe rûniþt.
 
 
Roja dîn bi berbang ra Pêro, rabû ser xwe û deng li mêrê xwe yî hov kir. Maçek ji her du lêvê sor da mêrê xwe. Misas, kulabe, gîsin li piþtê kir û berî da cot!
Zirto banî kûçikê xwe kir û gîhîþte cîhê ko lê cot dikê. Nîr da ser hustê her du gan, ustûna cot bi bestekê bi nîrda girêda. Bi mistika cot girt û gayê xwe zixt kirin!
Xeta xwe bire serî û bi xeta duduyan ra masî ji bin erdê derketin! Zirto masî kom kirin, xistin tûrekî û di sîya kaviranda danîn. Ji evîna ko masî dîtin, destê xwe kire bin guhê xwe û delalê Berazîyan got. Pêro jî taþta mêrê xwe zû jêra bir û gihîþte mêrê xwe.
Zirto xwe tevlî jina xwe kir û go: Min masî di ber cot ra rakirin, û ez taþtê naxwum.
Tu va masê ko min di ber cot ra rakirî bibe mal bike þîv. Îro eze cot zû berdim werim þîva masî muxwume!
Pêro masî rakir û berê xwe da mal. Mêrê Pêro jî du saatan paþva cotê xwe berda hat mal, ko masî buxwê!
 
Dest û ser çavên xwe av lêkir û bane gundîyan kir. Ji bo`yî werin masîyan tev buxwun. Xort û mêrê gund hatin ko masîyan bixwun. Saatek bû masî natin mêrxanê (odê).
Zirto banî Pêro kirin û go: De zû wa masîyana bîne, em teve birçî bûne! Pêro guh neda ser mêrê xwe û ji erdê ranebû ser xwe!
Çend caran tim banî Pêro kir, lê Pêro guh neda ser û ji cîhê xwe ranedibû!
Pirr saat derbas bû Zirto dîsa banî Pêro kir û go: Te masî çêkirin û va bû sê saat, ez û hevala bircine! Pêro jî rabû xêratî li gundîyê xwe kir û go:
Ey mêrik tu çima zixêfên pîs dibêjî, Tu dibêjî masîyan bîne ez û hevalên xwe buxwun. Kîjan demê te masî anîne mal, ko ez ji mîvana re çênekim! Zirto jî go: Min du hestîyê bav û bavpîrê teda mîstê, hey keça kûçikan, lê min  masî li kepirê ji ber xeta cot ra dernexistin û tu jî dibê masîyê çi!
Rabû ser xwe, zixêfên pîs pêra gotin û lêxist!
 
 
Li pêþ çavên xortan Pêro di xwînêda xemiland û dîsa go: Hevalno vê jinê hestê min xwarin.
Min li kepirê di ber xeta cot ra sê, çar kîlo masî hilkirin û min dayê ko ji mera bikê þîv û min jî banî we hevalên xwe kir ko em buxwun!
 
Dema ko zirto got, min sê, çar kîlo masî di ber xeta cot ra rakirin! Xortan li hev nihêrîn û mat man! Xortan jê pirskirin û gotin: Tu bi rastî dibêjî te masî di ber xeta cot ra rakirin?
 
Zirto go: Hûn jî wekî Vê jina min`e bê mêjî, ji min bawernakin û disa li jina xwe xist! Pêro jî bankir û wa go: Birano vaya dînik (bodle) bûyê, li ber çavên we dikê min bikujê! Pêwîste hûn xortên hêja min ji destê vayî dînik derxînin!
Xortan jî dît ko mêrê Pêro rastî Dînike (bodele) bûyê! Masî li derê bê av çênabin! 
Xortan ji alîkarîya Pêro kirin, ji boyî ko mêrik lê nexînê. Zirto go: Hûn nikanin di navberî mêr û jinê kevin û jina mine, ez lêdixim. Hevalan jî li
 
 
hev nihêrîn ko va bi rastî dînik (bodele) bûye û tevayî xorta li zirto lêxistin! Xortan, kalan û zarîyan li lêxistin, kêsek û kevir bi ser kirin û germa havînê ji gund derxistin!
 
Zirto bi lêdanan, birîn û xwîn berê xwe da gundê Goganê! Ji tîna re ziman ji dêv derkete derva û xazî di devda nema! Zirto ko xwe bi gundê Goganê gihînê dibê ko ji tîna re nemirê!
 
Qansî deh, danzdeh kîlo metra dirivê ko xwe bi avê gihînê! Gîhîþte Goganê û dît ko pirr jin li ser devê bîrê avê bi zincîrê dikiþînine!
 
Bi hilke, hilk û go: Hûn kanin avê bidin min û ez ji tîna ra difetisime! Jinekê dewla avê dirêjê kir û dayêkê. Zirto bi hilke, hilk ava xwe vexar û di ber xwe da bi hêdanî go: Ez di devê bavê jinan tev da bimîzin!
Lê jina ko av dayêkê bihîst û lê nihêrî dît ko va mêrika dînike (bodelêye! Wê jinkê, bi carekêva kire lîlînî, xwe tevlî zirto kir û go: Gundo,
 
þênîyo birivin werin min birayê xweyî sî salî berê wunda kirî dît! Jinikê birayê xwe zirto anî mal, þênê gund li serî kom bûn û pîroz dikin. Wê jinê ji boyî ko birayê xwe dîsa bi saxî dît!
 
Tevayî þênîyê gund heta nîvê þevê rûniþtin, kirin gale, gal û her kes rabûn çûne mala xwe. Jinikê jî bi mêrê xwe ra go: Ey mêrik va bû sî sale ko min birayê xwe nedîye û îro min dît.
 
Pêwîste tu mafekî bidî min, ko ez îro cîhê xwe li cem birayê xwe bikim û li nêzî hev rakevin! Ji boyî ko hilmê birayê min bigê min!
Mêrik jî go: Ey jina min ye hêja û delal, tu li cem birayê xwe razê û ez jî hîþev biçim li nav rez rakevime. Mêrik çû nav rezê xwe ko rakevê.
 
Jinik û zirto jî cêh xwe kirin her kes di cê xwe da raketin! Þev nîvî þevê derbas bû û jinik xwe nêzî zirto kir. Zirto ji ber lêxistinê pirr westîayê û di xewêda dikê xure, xur!
 
 
Jinikê pêçî tê hilda, Ji xewê hiþîyar kir û go: Der rabe ser xwe ey pêhlîwan û kincan ji xwe deyîne! Wî jî go: Ey xwûþka hêja, ma xwûþk û bira kanin bibin jin û mêrê hev!
 
Jinikê jî go: Ey bê mêjî tu ji kîjan ali da dibî birayê min. Ji boyî ko dilê min kete te, va lîska min pêk anî! Zirto go: Aman ez tuþtên bi vî rengî nakim!
Jinikê go: Ko tu derpeyî xwe dêneynî eze bikim kîrînê û bila gundî werin te bikujin! Zirto ji tirsa ra derpe ji xwe danî û jinikê kire qîrînî!
 
Zirto ji tirsa re kete xwerê û jinikê go: Tu dengê xwe nekî, ko deng bikî ez bibêm vî dixwast di cem min da rakevê û wê demê yê gundî te bikujine!
Zirto xwe li ser cîhyan kire meþk û deng jê derneket. Gundî hatin û goton birayê te çibû xwadê bikê tiþtek pê nê. Jinikê jî go: Dema birayê min biçûk bû, nuxweþîya ferê (sara) lê hebû.
 
Dayîka min behtof dikelan bi serva dikir û dîsa radibû ser xwe û rihet dibû! Behtof dermanê nuxweþîya ferêye (saraye) û birayê min rihet dikê!
Ji boyî birayê hevala xwe ji nuxwaþê rakin, gundî`yan pirr behtof anîn kirin sîtilê û agir dane bin! Jinêkê jî bi dizî çend qalib sabûn avêtin hindir sîtilê!
Behtof û sabûnê bi hev re kelîya û bû melhem. Ji boyî sar bibê bera teþteke mezin dan û li hev xistin. Ko behtof nîv sarî bû kodika meþkê kirin devê zirto û legan bi serva kirin!
Ji behtofê zik bû, zikê jinê avis û xerbilî kete xew! Ji ber jana behtofê kete tayên sar û gern, virik bi nav canda berada!
Heta berbangê didan kire leqe, leq! Bi berbang re hiþ hindik ketin mêjî û li xwe nihêrî. Dît ko cîhê raketinê tuji virik kirêye û binê genî hindir tuji kirêye!
Zirto rabû ser xwe, li her alî xwe nihêrî, ji bo`yî ko kes nebînê ji hindir derkevê û herê!
 
 
Derpe û kincê xwe bi gû kirin dest xwe û ji derî derket ko birivê! Xwûþkê di derîda girt û go: Ey birakê hêja tu kuva dirivê diçêye!
Zirto jî lê vegerîya û wa go: Ez ketim bextê bav û dayîka te, min di nav þênîda rezîl û ruswa meke, ko tu çi bibêjî eze bi xwastekê te bikime!
 
Xwûþkê go: Xwe bi ava sar biþo, va kincana jî yê mêrê min, li xwe bike û dîsa here hinda jina xwê delal. Ji jina xwe buhurandinê bixwaze û careke dîn bi jinan re zixêfên pîs nebêjî!
 
Zirto  ava sar ser xweda berda, kincê mêrê jinikê li xwe kirin û kete rêça gundê xwe! Jinikê dîsa go: Rinde ko tu li min rast hatî. Li jineke dîne bi
 
Ol rast batayî, yê wê jinê tu biþandayî bihiþta keran û tu bi saxî bernedida! Careke dîn li jina xwe nexînî û zixêfan pê re bibêjî. Min wê carê sîtilek behtof keland berda zikê te!
Careke dîn li jina xwe xînî û zixêfan pêre bibêjî, eze du sîtil behtof berdim zikî te û te ji holê
 
rakime! Zirto tobe kir û kete rê vegerîya gundê xwe û jinikê jî kincên wê bi gû kirin teyîþtekê, birin çolê þewîtandin.
Mêrê Pêro`yî zirt nêzî gund bû û þênîyê gund çav lêketin. Rivane pêþîyê û gîþkan kêsek rakirin û avêtinêkê!
Þênî kire bangîn û gotin Dînik (Badelê) dîsa hatê! Xanima hêja Pêro nihêrî, ko gundî dikin mêrê wêyî zirt di nav xwe da bikujine!
 
Pêro banê kir û go: Mêrik min derî vekir, zû xwe bi hindir gihîne, eze derî li ser te bigrim! Zirto ji ber pelan rivîya, xwe kire hindir û Pêro jî derî li ser girt!
Ko þênî ji ber derî, çû mala xwe. Pêro li hal û rewûþa mêrê xwe mêze kir. Dît ko her der birîne û bînê genî jê tê!
Bi ava sare, germî serê mêrê xwe þuþtê kincê wî lêkirin û li mêrxanê (odê) rûniþtýn. Rûsipî gund tev hatin cem Xanim Pêro û gotin derbasbûn bê û malxê mala te mêjîyê ketîyê serî!
 
 
Pêro Xanim sipas kir û þênî vegerane ser mêrê Pêro û gotin: Em hatin ko hal, xwatir û rewûþa serî ji te bipirsin. Binên tu ji dînikê (badlebûnê) rizgar bûyî yan jî na.
Rastî tu ji mere bibêje, ji boyî rihet bibî, pêwîste te bibin cem þêx û miþayîqan! Þêx û miþayîq bila kaxezan ji biyû dînîka te binivisînin, ko tu rihet bibî.
Xortan, jinan, pîran, kalan tevayî þênîyê gund jêre gotin: Tu hin dinikî, ji bo rihet bibî pêwîste em te bibin maristanan!
Pêro dît gundîyan beryar dan ko mêrê wê bi rastî dikê bibin Evdilezîzê nuxweþxwana Dînikan (bodelan)! Pêro hêja û delal li ber gundîyan gerîya, aman, ketim bextê bavê we.
Bila çend rojan li malbê, ko dînikê lê rabe wê demê dîsa bibin nuxwaþxwana dînikan! Gundîyan ji boyî xwatirê Pêro dest jê beradan û li dorê rûniþtin.
Ketin axaftinan û hindir mêrxanê tuji gundî bûn. Pêro çayî, qehwe ko li gundîyê xwe belakir û veduxun.
 
Pêro çû li ber mêrê xwe rûniþt û di guhan da go: Ey mêrik min ji mêrê xwe yî hêja re masî amade kirine, ma ez masîyan binime mêrxanê ko em bi hev re buxwun!
 
Ko Pêro go masî, mêrê xwe veciniqî û xwe bi jorva çekir! Bi  dizî bi Pêro re go: Ez ketim bextê bav û bavpîrên te, min di nav gunda rezîl meke, ko te çi xwest bila bi ya tebê!
 
Ne masî bin ne navê masî yan bê, tu careke dîn ji min re pesna masîyan neke!
Dîsa dibêjim, bila her tuþtî malê tu jê berpirsar bî û ez ji gotinê te dernakevim!

Xanima hêja Pêro kete çalekîyan, çalekî kire berxwedan, berxwedan jî kire serhildan. Di serhildanê da Pêro`ya hêja û bi rûmet rizgarî û azadî bi dest xwe xist!!!
 
Bimire koledarî! Bimre newêrekî! Bimirin hevpar û nokêrê dijminan! Hûn jînbin pirr Pêro
 
û Jinên Kurdistan! Jinbê Gêrîllanê serên çîyan!
Her hebin Rêhberên me Kurdan!!..
 
Amadekirin. Feqîr Ehmed.
 
 

 

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org