DÝZ!  
 
 
 
  Feqîr Ehmed

 

 
 
 
 
Çi hebû, çi tunebû?
 
Çend salan ji bêrî vê demê, mîrovekî diz hebû. Diz navê xwe Sorê Simbêl Puh bû û bi rastî jî, Sorî Simbêl Puh bû.
 
Sorî Simbêl Puh: Bi çi hawayî navê xwe derkek û mezin bû? Ji bo malê xizanan û belengazan bidize pirr dewlemend bû.
 
Sorî Simbêl Puh, ji kîjan melmeketî hatê vê herême, kesek pê nizanê.
Lê pirrî ve herêmê dizanin Sorî Simbêl Puh dizekî herî mezine û dizî ji her malbatê kirêye! Terþ, mal, dirav hîzên rûn û dimis, mitêl û xalîyê ve herême gîþkî dizîne û ji xwe re kirê male!
Gel pê dizanin, lê tu kes nikanê li terþên xwe xwadî derkevê!
 
Gelê ve herêmê ji destê Sorî Simbêl Puh, pirr kiþand û dikþînêye.
Dizê xwînxwar rojekê dîsa di ber mêrgekê re derba bû. Li wê mêrgê pirr terþê qelew dîtin.
Serê hespê xwe bada ser mêrgê û ji xwe re li terþî nihêrî. Çavê xwe li gayên qelew zer kirin!
 
Hespê xwe ajote nav. Warisek ji tûrê hespa xwe derxist, avêtê hustê gayê qelew.
Gayê zexm û qelew da ber xwe û anî mala di hindirda girêda!
Berve esir bû, xwadîyê wî terþî çû ko terþên xwe bînê mal, ji bo ko idî dibê êvar. xwadîyê gan terþê xwe hêjmart, gakî xwe kêm derket.
 
Nihêrî ko gayê xwe`yî herî baþ hatê dizîne! Terþên xwe anî mal girêdan, çû cem birayê xwe û go: Birano gayê meyî herî baþ hatê dizîne!
Her sê bira li gerîyan, negerîyan gayê xwe nate dîtin! Birayê wanî herî mezin go: Birano va bû du, sê roj, em li gayê xwe digerine, me gayê xwe nedî!
Serê me pirr êþîya û xwîn dl lingên meda neman.
Bi ya min bikin eme her sê bira mêjîyê xwe bi kar bînin.
Va bû çend rojin em digerin, nagerin me gayê xwe nedît. Werin em  rûnin û di ramanan kevin.
pêwîste em bi zanibûn gayê xwe bibînin.
Her sê bira li hev rûniþtin û ketin ramanan. Birayê mezin serî rakir û go: Birano dizê ko gayê me birî, ez dibêjim Sorî (sore). Birayê jê biçûk tir jî  go: Ku dizê meyî Sorî, pêwîste simbêlên wî jî puhin. Birayê wanayî herî biçûk jî go: Birano ko dizê me sorî, simbêl puhûe, ez jî dibêjim ji gundê Qestûnkê`ye!  
 
Yekî go: dizê ku gayê me birî zilamekî sorî. Yê duduyan jî go: Dizê me yekî Simbêl Puhe. Birayê wanî herî bi çûk jî go: Ko mîrovî Sorî û Simbêl Pihe, werge gundê wîjî navê xwe Qestûnke.
Her sê biran remilên xwe avêtin û bi remlan dizê xwe ser rast kirin! Her sê biran tevdîra gerandin ko biçin gayê xwe ji diz bigrin û dîsa bînin. Rabûn li hespên xwe siwar bûn û ketin rîya gundê Qestûnkê.
Gîhþtin nav Qestûnkê. Ji gundîyakî mala dizê  Sorî Simbêl Puh pirs kirin? Gundî go: Hûn bidin pê min, eze mala wî mîrovî raberî we bikim.
 
Gundî heta ber hewûþa Sore Simêl Puh birin û raberî her sê biran kir. Gundî paþva vegerîya mala xwe û her sê biran jî, li derîyê hewûþa dizê xwe kutan. Jina diz navê xwe Gulxan bû.
Sorê Simbêl Puh bi Gulxanê re go: Ey jîna min, dengê kutana derî hewûþê kete guhê min, hele biçe derîyê hewûþê veke binêre ew çi kutane.
Gulxan rabû çû derê hewûþa xwe vekir û dît ko sê zilamin, li ber derî sekinîne! Her sê biran bi hev ra go: Roja te bi xêr bê ey xwatûna hêja û delal.
 
Gulxan`ê jî wa go: Hûn bi xêr hatin û çi duxwazin? Birayê wana yî herî mezin go: Xanima hêja zilamê te li male, em duxwazin tiþtekî jê pirs bikin?
 
Gulxanê jî go: Hûn hindikî bi aram bin, ez banî zilamê xwe bikim. Çû bi mêrê xwe re go: Ey  mêrik, sê zilam hatine duxwazin tiþtekî ji te pirs bikin.
 
Dizê Sorî Simbêl Puh rabû çû cem her sê zilaman û go: Hûn  bi xêr hatin, de werin mêrxanê (odê) em rûnin û pêþkêþî mîvanê xwe kir. Her sê bira derbasî mêrxanê bû û li ser kulav û xalîyan rûniþtin.
Li hal û xwatirê hev pirsîn, Gulxanê ava honîk anî dest û ser çavê xwe pak þuþtin û ketin axaftinan.
 
Sorê Simbêl Puh go: Pirsan  þerma xwe tunene, hûn ji kîjan alî da têne bi bi kîjan alî da diçine. Birayê herî mezin go: Va bû sê roj, gakî me hatê dizîne. Me jî ser rast kir ko gayê me te dizêye!
 
Dizê Sorî Simbêl Puh, bi hiþkî rabû ser xwe û wa go: Hûn bi  çi hawayî dizanin ko min gayê we dizêye! Ko hûn vê demê ne di mala min da bûna, yê þer di navberê meda derketa! Ez mîrovekî pirr bi rûmetim, tiþtên bê namûsî nakim û li hinber her pîsême.
Du alî duem da hûn bi kîjan zanebûnê xwe,  zanin ko min gayê we dizêye!
 
Birayê mezin go: Em bi remlan dizanin ko gayê me te dizîye û li cem têye!
Pirr berhvdan, bi gale, gal çareserî nebû!
Jina xwadîyê mal Gulxan rabû ser xwe û wa go: Ey mîvanên hêja, hûn dibên me reml avêtin, hate zanîn ko gayê weyî li cem meye.
Ko hûn bi remlan tiþtan ji hev derixînin, eze tiþtekî bînim pêþ we, ko hûn tê derxînin, werge ko gayê we jî li cem meye! Her du alîyan jî pejirand.
 
Gulxan rabû çû hindir mala xwe, devê saringehê vekir,   di satila zîvîn da þorba meyrî ko bûyî qers derxist, þorba ko bûyî qers, kire leganeke mezin û teþteke mezin jî da ser derî.
Teþta xwe rakir anî pêþ her sê biran danî.
Serî teþtêyî girtêye, kes nizanê ko çî di teþtêdaye! Her sê biran ketin  nekokîyan û mêjî li wan teng bû!
 
Xwadîyê malê Sorê Simbêl Puh go: Hûn zanibin di bin teþtêda çi heye û bi remlên xwe tê derxînin,  eze bihayî gakî bidim wê. Dîsa hev pejirandin û her sê bira ketin ramanîyan. Birayê wanî herî mezin go:
 
Birano va tiþtî di bin teþtêda dane! Ku dan hate gotin, çav li Sorî Simbêl Puh û Gulxanê zer bûn û malýq man!
 
Birayê jê bi çûktir jî go: Birayê hêja tu dibêjî va tiþtî di bin teþtêda dane.
Ez jî dibêjim ko te go dane pêwîste bi mêkut hatê kutane! Sorê Simbêl Puh û Gulxan li hev þaþ bûn! Birayê wanî herî biçûk rabû ser xwe û go: Birano we yekî go dane, yekî jî go bi mêkut hatê kutane.
 
Ez jî dibĵim Ko dane, bi mêkut jî hatê kutan. Derket holê va tiþî di bin legenêda þorbeçortane! Sorê Sinbêl Puh û jina wî Gulxan veciniqîn û mat man! Ko go þorbeçortane! Xwe ji erdê çekirin jor û rabûn ser xwe.
Dizê Sorî Simbêl Puh jî bi Gulyan`ê ra go: Ey jîna min, zû here ew gayî du axurda bîne bi vanade bila herîn!       
 
Her sê biran gayê xwe ji destê dizê Sorî Simêl Puh derxistin! Sorê Simêl Puh bi her sê biran wa go: We gayê xwe derxiste holê.
 
Min jî hefsarê gê kire destê we û ricake min ji we her sîyan heye. Vê navrojê gayê xwe ji hewþê dermedînin derva, ji bo ko gundî pênehisin.
 
Her sê biran ketin ramanîyan û wa gotin> Me gayê xwe ji destê te derxist.Te malê gundîyan pirr û pirr dizêye! Pêwîste gundî werin malê xwe ji te bigirin. Birayê xwe yî bi çûk þandin navê gund. Gundî tev hatin kom bûn.
Her kesî malê xwe dîsa girtin! Biryar dan, ko dizê Sorî Simbêl Puh bi darê kêndirê bi darxînin! Çi hatibû dizîn, her kesî yê xwe girt û dizê Sorî Sombêl Puh jî sî salî kete girtingehê!
 
Gulxan`ê jî çû bi zilamekî hêjara zewîcî û ji vî zilamê hêja keç û kurekî xwe bû. Diz di wê herêmêda neman û li her kesî bû gul û kulîl!
 
Her tuþt girtin ji dizê Sorî Simbê Puh, jînbe her sê bira û gelê deverê! Çîroka min paþva ma, em jî rabin ser lingan, ko bistînin Kurdistan!
 
Feqîr Ehmed..
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org