BINGEHA HOZA BERAZÎYAN!
 
 
 
  Feqîr Ehmed

 

 
 
 
Bingeh û binhatîya hoza Berazîyan, çiqas sale kevine û ji kuva heta roja îro dikiþê û têye. Çima Berazîyan hîn bi Çand û zimanê xwe yî Kurdî deng dikin û diaxifin?
Li Kurdistanê hema, her kes dibêjê û dizanin ku hoza
 
Berazîyan bi Çand û zimanê xwe yî Kurdî deng dikin û di axifin. Sedema ku hîn bi zimanê xwe deng dikin û di axifin çêye? Berazîyan ji hezar salan da heta bi 280  salî ji berî îro tevayî xwe Kurdên Ezdayî bûne.
 
Kurdên ku Ezdayî mayîn jî tevayî xwe hîn bi zimanê xwe, bi zarevayî Kurmancî paqij dizanin û diaxifin.
Ji ber vê sedemê hoza Berazîyan zimanê xwe yî Kurdî ji bîr nekirine.
 
Ji bo ku Ola zerdeþtî metih û wezinê xwuda tevayî bi zimanê Kurdî di nav Zenda Avitan da danyîê û nivîsandine.  Tu karê xwe bi ne bawerîyê tunene. Ji berî her netewê Rêhberê Kurd Zerdeþd xwuda dayê naskirine û bi vî þeklî dibêjê:’ Xwudayê roj û þevê tu tuþtên pîs bi ser me nexînî û tuþtên rind bi me bikî!
 
Di alîyên duem da jî, di nav hoza Berazîyan da, tu netewan dîn tunene. Ji bo vê yekê jî, hoza Berazîyan bi serê xwe mane û tim bi zimane xwe deng kirine û parestine.
Mînake dîn jî heye, bi vî þeklî jî dibêjin ku wa, ji hozên Berazîyan pirr çîrokvan, metelokvan, dengbêj û hozan hatine dere. Vana ji çanda Kurdistanê kevinar li civînan mêrxanan ji gelê xwe re digotin û bi gelê xwe didan zana.
 
Gel jî ji wa hozanan, dengbêjan û çîrokvanan ziman û çanda xwe guh didane ser û ho dibûn. Va çîrokvanan hêja bi rest û durist ku dema dest bi çîrokanên xwe dikirin, wekî fîlimên sîneman dihanîn pêþ çavên gel û mêjîyê gel fere dikirin. Ji gel re bi þevan û rojan mesele û metelok dihanîn pêþ cavan.
 
Hoza Berazîyan bi van sedeman hîn ziman û çanda xwe Kurdî dizanin û diparêzin. Min dît ku merov bi vêje û dîroka xwe nizanibê, nikanê tu caren duxwaz û doza xwe yê welatxwazî bibînê, binivisînê û ser rest bikê.
 
Tu caren bi nezanî ne þoreþ bûne, û nejî tu welat rizgar bûne. Bê zanebûn jî hîn tu  kesan çanda xwe ser rest nekirine. Ser rest kirin bê zanebûn nabê. Ji bo doz û emirdana xwe pêwîste her merov xwe zana bikê. 
 
Bi zor bê jî xwe zana kirin, di þertên welatxwazan da tê pêk anîn. Pirr sal bûn, ku merovên  Kurdistan li ser doza welatê xwe nivîsandin û nivîs kirin. Lê  tim û tim, ji bo doza welatê xwe, ne bi zanebûn, ji xerîban qopîya dikirin û hînjî dikin. Wa zanayên Kurdên hêja þert, þurût û qerektêrên gelê xwe baþ nas nekiribûn.
 
Ji bo van tiþtana jî rizgarîya welatê me tim li paþ xelqan mayê û pêk nanîne.
Hemû zanayên Kurd û Kurdistan, ji bo hoza xwe, yan jî ji bo þexsê xwe, û yan jî ji boyî navçakê serê li hinberî dijminên hildane. Bi va sedeman dijminên Kurd û
 
Kurdistan, kuþtinên tewrî mezin bi serê gelê Kurd da anîne û hîn jî kuþtinên mezin bi ser Kurdan dan tînine! Ji bo va tiþtana, ez jî duxwazîm ji berî her tiþtî çand û dîroka welatê xwe baþ û pê zanibim.
 
Ji bo ku binim zana, ez kîme û em kîne, çend sal bûn, ku ez li ser çanda Kurd û Kurdistan xebat dikime û li ser sekinîme. Ji berî  her tiþtî, ez li ser bingeha vê hoza
 
Berazîyan sekinîme, dixwazin derxînime ser rûpelê û binivisînim. Ji berî  her tiþtî ez, hoza Berazîyan, ji hêjan û ji ronekpîrên Kurdistan bûhrendin dixwazin. Pirr dibê ku kêmasîên min hebin, ji bo vî hawayî destûr ji gelê xwe dixwazim.
 
Ku  kanibim vê  çîroka hoza Berazîyan li ser rûpelê binivisînim. Ji berî ku dest bi nivîsînimê bikim.
Bi navê Nemiren, Zerdeþt û Xwudayê mezinî Yêzdan û dilovan! Çîrokvanê mezin û hêja Midrisê Mechan dibê:"
 
Pisporê Misrî Dawûd El Kan di pirtûka xwe ku bi navê Þerqel ewûsed da, di sala 1423 li Qahîrê hatî çap kirin. Di wê pirtûka xwe da kuk û  binhatîya hoza Berazîyan nivisandê û anîyê ser rûpelê. Merovê hêja Pisporê, Misrî
 
Dawûd El kan dibêjê." Hoza Berazîyan 1650 sal ji berî îro kevnarîya xwe heye. Hoza Berazîyan heta 1521 kan ne Berazîyan bûn. Berazîyan pirr hoz bûn. Va hozana 
 
Bîreçûk, nîv Nîzip, tevayî Bereq, nîvî Oxizyêlê, Karqamîþ, Kubanî, Reqa, Dêrezor, Tilebed, nîvî Herenê, Bajarê Riha dikê hindirî xwe û Xafa hoza
 
Berazîyan deþta Surucê ye. Vana heft hozana li ser vî erdî  û warê xwe, jîyana xwe dajotin û dom dikirin.
Ji va hozana merovên bi nav û deng derketine û hatine Cîhanê.
 
Dawûd El Kan, dîsa dibêjê kesayên wekî Hekîmê Loqman ji nav Berazîyan derketîye. Hekîm di sala 1009 da li deþta Surucê, ji bavê xwe Loqma û ji dayîka xwe Noþê hatê Cîhane. Hekîn heta 19 salî bûyî bi malbata xwe re li ser erdê xwe jîn dibûn.
 
Di 19 salîya xwe da Hekîm bavê xwe Loqman windakir. Hekîm dayîka xwe Noþê, bireyê xwe Sîdar û xwûþka xwe Þîrnaz  rekirin bi kuceberê diçin çîyayê reþîyan û
 
þûn girtin. Li alîyê deþta Hemqê (Kumirli) di mabênê bajarê Antap û Adanê da jîyana xwe dajotin. Hekîm di 25 salîya xwe da, ji Bajarê Erzîn bi keça Hemedan , Minkendar re zewîce û kete Cîhan.
 
Ji Hekîm û Minkendar lawek û du keçik çê bûn, navê lawê Hekîm Merdon bû. Navê  keçên Hekîm e yekem Þêrban û navê ya duduyan jî Kezem bû. Hekîm di mabênê 30 û 40 salîya xwe da bû Dermandarekî mezin û nav da her alî xwe.
 
Hekîmê bi nav û deng, di 103 salî ya da Cîhana  xwe guhêrî û çû ser dilovanê! 
 
Çîrokvanê mezin, Merovê hêja, Midrisê Mechan dibê." Berazîyan ji berî 1521 kan ne Berazîyan bûn. Vana heft Hoz bûn. Dema ku di bin serokîya hesretî Muhemed da
 
Kumara Îslamîyê çêkirin û pêk anîn. Di paþ çêkirina Kumara îslamê re pirr sal derbas bûn û bûbûn. Rojekê Serokê Kumara Îslamîyê Hesretî Muhemed bi meclîsa (mêrxana) xwe re va gotinan dibêjê." Ey merovên  û
 
hevalên mine hêja û delal, me tev va Kumara Îslamîyê bi hezar þert û þirîtên bi zor çê kir û pêk anî. Va pirr sal di ser vê Kumara re derbas bû û diçêye. Ey hevalên hêja Kumara mê Îslamîyê mezin û fere nê xewûnandine.
 
Girînge Em Kumara îslamîyê fere û mezin bikin.
Hozên Kurdan hîn li ser Ola xwê Zerdeþtî mane û Ola xwê Zerdeþtî diparêzin. Girînge em va hozên Kurdan tev bi alîyê xwe xînin! Ji boyî ku em dîrega dînê îslamîyê di Rojhilatanavî da hildin jor û li Cîhanê bela bikin."
 
Li ser gotina serokê Kumara Îslamîyê Hesretî Muhemed, ku bi mêrxana xwe re gotî.
Çend mehan paþva bi duxwazîya Hesretî Ömer, bi destê ser leþkerê Kumara îslamîyê Hesretî Hemze, artêþa Îslamîyê anî ser hozên Kurdan. Kumara Îslamîyê ji boyî
 
ku Kurdan tev bikê Îslam pirr bi hozên Kurdan re þer kirin. Hozên Kurdan bê leþkerî bûn, bi hozetî þerê xwe li hinberî artêþa Kumara îslamîyê dan û dom dikirin.
 
Þer dom kirina hozên Kurdan li hinberî Kumara îslamîyê, ji boyî war û Ola xwê Zerdeþtî ji Îslaman biparêzin.
Lê Artêþa Kumara Îslamîyê pirr kumkujî bi ser hozên Kurdan da anîn!
 
Kurdan ji ber zorîya artêþa Kumara Îslamîyê tu çare nedit û pirrî Kurdan bi destê zorê kirin Îslam. Kurdên ku nebûn Îslam û Kurdên ku Îslamî nexwastin rivîyan xwe avêtin derbend û çîyayên ase.
 
Di dema Hesretî Muhemed da heta bi 1521 kan, tim û tim hozên Ereban Þemer, Ýniz, Gêsan û Bedewîyan Êrîþ dihanîn ser hozên Kurdan. Ji boyî ku hozên Kurdan  bikin Îslamin û xûkê bi zor ji  bigrin.
 
Kurdê reben tu çare ji destê hozên Ereban nedîn û Kurd li hev civîyan û kum bûn. Di civîna hozên Kurdan da pirr reman anîne serê xwe. Boyî ku xwe ji Ereba biparêzim her deh,  her panzdeh hozên  gîhîþtin hev  federesîyona
xwe pêk anîn. Kurdan li Kurdistan  çar federesîyone
 
Kurdan di sala 1521 kan da çêkirin û pêk anîn. Federesîyona yekem Botan, Botan çardeh hoz bû. Federesîyona duem  Þengal bû (Yêzdaxwan) Þengal jî þanzdeh hoz bûn.
 
Federesîyona sisîyan  Milan bûn, Mil jî sêzdeh hoz bûn û Hîn jî sêzdeh hozin. Federesîyona çaren.
 
ji Federesîyona Berazîyan. Berazîyan jî heyîþt hoz pêk anîbûn. Li kurdistanê çend federesone dîn jî hatibûn çêkirin, lê ez bi wan federesonan nizanim û agahdar nebûm.
 
Lê dema Îro Berazîyan mane heft hoz. Berazîyan bi heft hozan Kurdan çêbû. Hoza yekem  Dinan (Din), hoza  duem  Þedadan (Þedad), hoza sêem Pîjan (Pîj), hoza çarem  jî Kêtikan  (Kêtik), hoza pêncem Dîdan (Dîd), hoza þeþem Þêxan (Þêx) û hoza heftem jî Aladîn
 
(Aladîn), Van heft hozên Kurd gîhþtin hev þert û þûrîtên hev pejirendin û Federesîyona Berazîyan di sala 1521 kan da pêk anîn. Dema ku va heft hozan Federesîyona  pêk anîn. Di rojhilatênavî bûne deng û hêzeke mezin.
 
Federesîyona Berazîyan di Rojhlatanavî da wekî Înperetorekî dihate xewûnandin û jîyana xwe dom dikir. Berazîyan Ji bo Aþîtê û Azadî yê hêza leþkerî ji dest xwe bernedan.
Bi Ola xwê Zerdeþtî, di warê xwe da jîyaneke xweþ û paqij dajotin. Di mabênê 1650- 1850 yî da pirr
 
Egît ji Berazîyan derketine. Egîtên Berazîyan nêne hêjmartin, lê em çendeke bi nav û deng ji gelê xwe re bi nav bikim. Dondî, Elê hisê, Evdê þêxê, Bavê Nehsê, Kurê Ebas, Kurê Qireto, Hemê Mûskê, Kerhê Mûsikê,
 
Saçlî Miho, Elê Hisê, Elxerît û bi sedan wekî va Egîdan li hinberî hozên Ereban Þemer, Iniz, Gêsan û Bedewîyan þerekî bê dawî dane.Van Egîdana xûkî  ji hozên Ereban distandin.
Berazîyan di þerê mil û Ereban da alîkarî bi Milan re kirine û ji ber Milan va êrîþî ereban kirine.
 
Di þerê Dewûrêþê Evdî da, Egîdên Berazîyan tevayî çûne banga milane. Ji bo ku Dewûrêþê Evdî Xarzîyê Berazîyane. Begê Berazîyan mala Þehîn begêye li gundê Miktelê rûdinin.
Berazîyan di 1940 da çend salan serok wezîrê mêrxan
 
Kumara Surîyê bi dest xwe xistine. Serok wezîrê dewleta sûrîyê Hisnî Zehîm û Hsnî Berezî Kumara Sûrîyê bi destê xwe xistin û serokî ji Sûrîyê re dikirin. Lê vana ji bo Netewa Kurdî  tuþtek nekirine. Dîsa wekî dema îro ku çito Kurd diçin parlementoya dijminan, ewana jî wekî
 
Necmetîn Cehverî, Kamûren Înan, Hîkmet Çetin û bi sedan ji dijminan re kar kirine û bûne kûçikê dijminanne. Þertên Netewî nizanin bûn. Lê ewên berê heyîsîyet û namûsên xwe ji vayên îro  pirr û pirr çêtir bûn.
 
Dîsa serokê Federesîyona  Berazîyan Bozanê  Þehîn begê di doza Kurdî da hatê  xewûnandine.
 
Ji Federesîyona Berazîyan serokê hoza Dinan  Salîh beg bi 280 siwarî çûyê alîkarîya serhildana Dêrsimê.
ji Berazîyan pirr hostên çîrokan û metelokan hatine dere.
 
Va çîrokvanana ji gel re bi þev û rojan çîrok wekî fîliman dihanîne pêþ çavên gel û bi gel dinimandin. Dengbêjû hozanên Berazîyan jî pirr kelamên bi rûmet ji gelê xwe re
bi roj û þevan digotin û dibêjin.
 
Hozanên wekî Miþoyê Beke Bûr, Dewûrêþê Evdî, Memê Alan, Binevþa Narîn, Cebelî, Mîrê Sor, Salîhê Narsê, Bê Mal, Bedew, Çeleng Mistefa, Edûla Emer begê,
 
Siwarê Çêbxûn û bi sedan wekî va kelaman, bi roj û þevan bi dengê xweyî zelal ji gelê xwe re digotin û dihnîne ber çavan. Ji va dengbêjan û hozanana Miþo Bekebûr Berezî, Xidoyê Hindawê, Ibêdê Mizarê,
 
Xazîyê Kur, Bozanê Ehmed û Kesên wekî Baqî Xido ji
Federesîyona Berazîyan derketine. Berazîyan tevayî xwe bi Olî Yêzayî bûn. Lê pirrî xwe di sala 1650, 1780 yî da bûne Misilman.
 
Li gorî ku bûne Misilman hîn jî þertên Ola Ezdayî diparêzin û ji bîre xwe dernaxînin.
 
Ji Federesîyona Berazîyan 20, 30 gundî xwe di sala 1780 û 1810 da çûne Ermenîstanê. Disa 100 gundî xwe çûne alîyê Ezazê û hema þûn girtine. Hin ji berî 1550 yî heta bi 1630 qansî  50 gundî Berazîyan çûne alîyê Liblanê li Baka bi cîh bûne.
 
Hêjmarên Federesîyona Berazîyan natê hilbijartine. Lê di sala 1800 da hatê hêjmarê. Hejmarên xwe tesbît kirine. Ji Federesîyona Berazîyan hoza yekan Dinan (Din) 70 gundin, 92 hezar male, hêjmarên (Din) 120 hezare, Mîrê
 
Dinan (Din) mala Ûsib Begê li gundê Elîgor rûdinin. Hoza dudûyan Þedadan (Þedad) 87 gundin, 113 hezar male, hêjmarên Þedad 131 hezare, begê Þedadan mala Gogê ye li gundê guhukan rûdunin. Hoza Sisîyan Pîjan
 
(Pîj) 73 gundin, 86 hezar male, Hêjmarên Pîjan (Pîj) 109 hezare, mîrê  Pîjan (Pîj) mala Hemê Mêhmûd li gundê Qûmê rûdinin. Hoza çaren Kêtikin (Kêtik) 57 gundin, 70 hezar male, hêjmarên Kêtik 92 hezare, mîrê Kêtkan  mala Hemî Mûsikê li gundê Mezrê rûdinin. Hoza pêncan
 
Dîdan (Dîd) 38 gundin, 49 hezar male, hêjmarên Dîd 61 hezare, Axayê Dîdan mala Remî Xelê ye li gundê Mizgewlê rûdinin.
 
Hoza þeþan Þêxanin (Þêx) 19 gundin, 25 hezar male, hêjmarên Þêxan 32 hezare, Þêxê Þêxan mala Þêx Nebîye  li gundê Zîyaretê rûdinin. Hoza hefttan jî Ala-Dîn, 7 gundin, Mehef 9 gundin, Mîrekan 5 gundin û
 
Kurbegî 7 gundin. Vana her çar jî bi Hozekê tên hêjmartin tevî xwe dibin Ala-Dîn (Ala-Dîn) tevayî xwe 28 gundin, 36 hezar male, hêmarî Ala-Dîn jî 42 hezare, mîrê vanajî mala Þehîn Begê li gundê Miktelê rûdinin.
 
Ji va heft Hozên Kurdan di sala 1521 kan da gîhþtin hev û bûne Federesîyon. Navê Federesîyona xwe lê kirin
 
Berazîyan. Serokê Federesîyona Berazîyan, ji Hoza Ala-Dîn Þehîn Beg hilbijartin û anîne Serokîya Federesîyona Berazîyan. Va heft hozên Kurdan Federesîyona xwê Berazîyan di sala 1521 kan da pêk anîn dan.
Lê ne Federesîyona Berazîyan û ne Federesîyona yêzdaxwanê, hemîdîalayîlar nepejirendine. Ji bo ku vana herdu jî Yêzîdayî bû, ne Îslamî  û nejî hemîdalayîlar nepejirendin.
 
Berazîyan cîh û warê xweyî ku têda jîn dibin  bi vî hawayî tê hêjmartin. Bakurî Berazîyan Eþîea
 
Bêskan (Bêsk) Bakur û rojhilatî Berazîyan jî di ser bajarê Riha re derbas dibê digê  Cemê Cilab.
 
Rojhilatî Berazîyan deþta Herenêye. Rojhilat û beþûrî xwe jî heta bajarê Reqê dirêj dibê û diçê. Baþûrî Berazîyan jî ji Kubanê da 20, 30 km bi bahþûr Kubanîyê da dirêj dibê û diçê.
 
Bahþûr û rojavayî xwe dikiþê heta deþta Ezazê. Rojava û Bahþûr jî bajarê Oxuzyêlê.  Rojava û Bahkûr jî di ser  bajarê Bîreçûk re derbas dibê digêh bajarê Nîzip bê.  Dîsa rojava û bakûrî xwe digêh bajarê Xalfetî yê.
 
Berazîyan ji Çemê Feret da bigre heta bi Entabê tevayî xwe Berazîyanin. Lê dema Iro bi xwe re Bereq dibêjin.
 
Bereq jî kuk û bin hatina xwe ji hozên Berazîyan çê bûne û Bereqîyan jî Kurdin. Li alî Herenê jî hoza Elûþan heye va hoza yanî Elûþan kukên wan jî ji Federesîyona Berazîyan û ji hoza Þedadan ketîyane. Hoza Elûþan di dema  îro da bi xwe re Ereb dibêjin. Kuk û bin hatina hoza Elûþan jî Berazîyan nin û Kurdin.
 
Feqîr Ehmed..
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org