|
|
- ÇÎROK`A
KOR!
-
-
-
-
Feqîr Ehmed
-
-
-
-
-
-
- Çi mebû, çi tunebû!
- Ji berî îro çel, pênce salî
berê gundekî bi bîst, sî malî hebû. Gelê vî gundî jî, ji
gundên dorî xwe dewlemendtir bûn. Xêrxwaz, zana û li gorî wê
herêmê hemdemî dihatin xewûnandin. Di wî gundî da jî, jin û
mêrek hîn pirr zana hebûn. Jinê navê xwe Jîyan, mêrik jî navê
xwe Berkel bûn. Jîyan û Berkel jin û mêrê hev bûn. Rojekê
Jiyan`ê bi mêrê xwe Berkel re go: Ey jîna min, va bû saleke, em ji
gund dernketine gerê. Hal û aborîa me jî rinde, pêwîste em biçin
bajarekî wekî
-
-
- Amed yan jî Riha`yê ji bo
çend rojan aram bi me werê. Eme him kêmasîya mala xwe bikirin û him
jî di jîyana me da guhêrandin çêdibê! Berkel gotina jina xwe
pejirand û go: Ey jîyana min, sibeda li hespên xwe siwarbin, ji bo
heftakî eme herin bajare. Jin û mêr beryar girtin ko sibeda herin
bajêr bigerin. Roja dîn, her du rabûn, ketin serþokê ser û canê
xwe pak þuþtin, kincên herî xwaþik û biha bi ser bejina xwe da
berdan. Hespên xwe bi carciman xemilandin. Berdeh avêtin ser piþtên
Hedban û lê siwarbûn berê xwe dane bajêr! Pirr çûn, hindik çûn
panzdeh, bîst kîlo metro (k m) nêzî bajêr bûn.
-
-
- Nihêrîn ko li kêleka rê
mîrovekî kor rûniþtê û dibê ji boyî xwuda alîkarîyê min
bikin! Ko hûn alîkarîyên min bikin yê xwuda li we werê keremê.
Jîyanê dit ko kor bê çave û nikanê xwe bigînê bajêr. Dilê her
du yan jî pê þewîtî û Jîyan`ê go: Ey Berkel`ê min, ko tu bi ya
min bikî, em ji boyî xêra Zerdeþd`ê kal û xwudayê dilovan vî
korî bi xwe re bibin li bajêr berdin. Berkel gotina jina xwe Jîyan`ê
pejirand kor li hespekî xwe kirin û ajotin. Di demeke nêzîk da gîhþtin
nav bajar. Bi kor re gotin de peyabibe em gîþtin nav bajêr. Kor go:
We ez bi xêra xwuda heta bi vê derê anîm, ko hûn min bibin
-
-
- nav bazarê deyînin eze hîn
sipas ji we re bikim. Berkel go: Ey kore min tu kîjan derên bajêr
dixwazî ko em te li wir peyakin. Kor jî go: Li boyî xwuda heta nav
pazarê bibin, yê pirr rind bibê. Kor gîhandin hindir pazarê û
gotin> Ey Kor me tu gîhandî navê pazarê û bi hezaran þêhnî li
vir heye. Pêwîste tu ji hespê peya jêr bibî û xatir ji dixwazin.
Kor bi carekêva kire haho, aman þêhnîyo werin binêrin, va mêrika
dikê hespê min bi zorê ji min bistînin! Þêhnî`yê wê pazarê
jî, bi ser Jîyan`ê û Berkel da hilwaþîyan û gotin hûn ji xwuda
natirsin, dikê hespe kor ji dest bigirine!
-
-
- Her du yan go: Ne wekî ko kor
dibêjê, kor derewan dikê. Em du rê da dihatin bajêr, me dît va
kora li ber rê rûniþtê û alîkarî duxwast.
- Dilê me jî pê þewîtî, me
avête ser hespê xwe û anî li vir danî! Me nizanibû ko va kora`yî
ewane! Kor jî go: Vana ji xwada natirsin, ji bo ko ezî kor im dixwazin
li hespî min xwadî derkevin! Jîyan û Berkel gotin> Aman kor ne
rast dibêjê. Me bi xêra xwe anî nav bajêr.
- Kor dîsa go: Vî mêrika Ol û
bawerî vêre tunene. Ko va þênîya ne li virbana, yê li jina min jî
xwadî derketa! Lê bi hezaran þêhnî`yê pazarê bûne alîyê Kor!
-
-
- Banî Polîsan Kirin, dest
Jîyan û Berkel girêdan birin çûn avêtin girtingehê! Kor û hespê
jî birin çûn kirin xana dewletê. Ji bo roja din, derxin dadgehê pêþîya
dadger. Polîsan Jîyan û Berkel ji hev qetandin, cihê, cihê kirin
çavîyê girtingehê! Jîyane di teqê re banî mêrê xwe Berkel kir
û wa go: Ey jîn û dilê min, nezanî, ya min bû û tu min azad biki.
Min nizanibû va kiryara werê serê mê û kor jî wekî Bekoewan be!
Berkel jî bersiv dayê û wa go: Ey jîn û jîyana min`ye bi rûnet û
dev ken, Tu wekî þîr pakî, zelalî, di serê teda tu nerindî
tunene.
-
-
- Lê em nikanin tuþtekî bikin,
sermê li xwe mexîne û eme siba derkevin dadgehê, hele bine dozger ji
me re çi dibêjê! Hete berbangê xew nekete çavên her du`yan. Bi
axîn û derd, heta sibeda saat nehan derxistin dadgehê. Hersê jî li
pêþîya Dadger sekinîn û Dadger bi kor re go: Ey Kor`e hêja tu
dibêjî va hespa yê mine, va mêrika dike bi zor ji min bistînê. Ji
bo ko tu korî va zilama li hespê te xwadî derdikevê. Ya duem jî, bi
serda li jina te jî xwadî derdikevê! Kor go: Ey birêz Dadger, va
zilama ne ji xwada û nejî ji pêxeber natirsê. Hûn dewletin, kanin
min ji dest vî zalimî azad bikin û pêwîste hûn vî zalimî bi
darê kêndirê da bi darxînin!
-
-
- Dadger çar caran ji kor
pirsdikê û dibêjê. Kor va jina tê. Kor bi hezaran sond xwear ko va
jina mine û hesp jî yê mine. Dadger beryar da ko li pêþ çavên wa
beþtaran kûna kor vekin û li binêrin! Banî çend pûlîsan kirin,
kinc jê danîn û kûna kor raberû wa beþtaran kirin! Dadger go: Ey mîrov
û gelê bi rûmet pêwîste ko hûn yek, bi yek li kûna kor rind
binêri. Li der dorên kûnê pirç hêye yan jî tunene. Ji bo ko em
beryar bidin va jina û va hespa ya kore yan jî na! Dadger tevayî beþtaran
kirin rêzê. Dadger, dozger, parêze û mîrovên tamaþevan. Du mîrovên
pêhlîwan pêlî serî kirin, derpe ji kûna kor daxistin jêr.
-
-
- Di serî da dadger nihêrî ko
pirça kûna kor bi du bihstan dirêje! Wa beþtarana yek bi, yek li kûna
kor nihêrîn ko du bihst pirçî xwe heye! Hemû beþtar rûniþtin û
dadger we go: ey beþtarên bi rûmet, ez jî xwudan hesp im. Ko
mîrovek li hespan siwarbê, pirç bi kûna wî mîrovîda namînê. Ya
duem va jina pirr xwaþik û zanaye, mêjî we dibirê ko va jina ya kor
bê. Tevayî beþtaran dest rakirin û gotin na! Dadger go: Jîyan û
Berkel yên hêja û bi rûmet. Hûn careke dîn pirr bi merhemet nebin.
Merhemet bela`yên mezin ji mîrovên wekî wê hêjan re tînê!
-
-
- Hûn serbestin û bira bawerîya
we bi dadgeha mîrovan hebê! Dadger beryar dan ko koran gîþkîyan
bigrin, bi lêxistin bikine ber kevir! Bila heta êvarê keviran bi
kulingan biþkênînin! Kore ewan kirin ber keviran ko biþkênînê!
Jîyan û Berkel jî tobe kirin ko idî li koran werin merhemetê.
Jîyan`ê go: Ey hevalên hêja û bi rûmet, bila merhemeta we bi hev
hebê, bîyanî tu caran ji mîrovan re nabin yar, hûn pêwîste vê
gotinê bipejirînin! Her hebe jîyan û Berkel! Bimirê ewanî!
-
-
- Amadekar. Feqîr Ehmed.
-
-
|
|
|