EY GELÊ KURDÊN HÊJA!
 
 
 
  Feqîr Ehmed

 

 
 
   
 
 
Em Kurd çima bi serê dijminên xwe sond duxwun?
Ji bo`yî kîjan sedemê Kurd bûne hevparê dijminane? Di kîjan demê da Fariz, Ereb û Tirk bi Kurdan êþîyane?
Çima va dijminan, di serîda pêxemberê Kurd Zerdeþd,
Lalîþ, Duzgûn Baba û Zaretên Kurd pîs dibêjin û pîs raber dikin?
Qoçkêrî, Qazî Mihemed, Þêx Mahmûd, Þêx Saîd, Seyîd Riza, Berzanî, Abdula öcalan û bi sedan Rêhberên Kurd, eþqîya, terorîst bê Ol û gawûr  raber kirine û bi vî babetî mohur li enîyê xistin!!?
 
Dîsa va rêhberên Kurd tevayî daliqandine!
Zarok, jin, pîr û kal tev hev girtine, bi namûs me Kurdan lîstine û paþva jî kuþtine!
Çîya, mêrg, deþt Gund û Bajarên Kurdistanê bi gaze bomberdûman kirine, þewîtandine, vala kirine û komkujî çêkirine! Merhemeta Kîjan dijmin hêye!
 
Ji dijminan medet payîn, te weta, ey heval ez ji te merhemet duxwazim û min nekuje! Di cîhanê da tu kesan, yan jî tu netewan, îmdad ji dijminan xwe nexwastine!
 
 
Di alî yekem da, ji netewa Kurd pirr û pirr hevpar û nokêrên dijminan derketine holê! Va hevpar û nokêrên dijmin, ji bo ko gelê Kurdistan rizgar nebê, bi her hawayî xwe dane hemberî hêzên Kurdane!
 
Di alî duem da jî, kesên ko dibêjin em jî ronekbîrên Kurdin û ji netewa Kurd ra xebatê dikin, pirr û pirr hene. Va kesana jî, bi dev û bi nivîsa xwe, ji hevpar û nokêrên dijmin ne kêm tirin! Va kesên ko li hemberî þoreþa Kurdistan dinivisînin û enî girtî, ji nûjadperestên dijminan hîn xerab tirin!
 
Va nivîskarên ko li hemberî þoreþa Kurdýstan enî vekirî, dijmin ji wana pirr razîye û wan kesan hevparê xwe dibînin!
Pel avêtina Birêz Öcalan, kêfî dijminên Kurd xweþ dikin. Yên ko keviran davêjin birêz
 
Öcalan, va kesana heta roja îro çed heval komî
ser hev kirine û ji gelê Kurdî bindest ra çi xebat kirine! Pirr pêwîste gelê Kurdî hêja destên xwe bidê ser dilî xwe û bibêjê! Ji bo rizgarîya gelê Kurd, kîjanî xebat kirîye û kîjanî nekirêye pê
 
 
 
zena bibê! Pirr pêwîste ko gelê meyî bin dest û perîþan, bi hevparên dijminan zana bibê! Di alekî dîn da dijmin jî, li cem komarên bîyanîyan, va kesên hevparên xwe raber dikê! û dibêj vana jî ronakbîrên Kurdin û ji P K K e re terorîst dibêjin!
 
Pirr pêwîste, ciwanên Kurd, li ser dîroka xwe bisekinin, bibînin, rind jê zana bibin, bi mêjîyakî hemdemî, baþ þîrove bikin û di mêjîyê gelê xwe da bi cîh bikin!
Ji bo`yî ko gelê Kurd ji hevpar û nokêrên dijmin zana bibin!
 
Bo`yî ko kîjan, ji doza gelê Kurd ra xebitêye û dixebinê fêr bibin! Bo`yî rayên xwe nedin hevparan û hevpar jî, nikanibin herin parlemeta dijmin!
 
 
Li alîyakî dîn çima ronekpîrên Kurdên welatxwaz, serî xwe li ser tiþên valayî dêþînin!
Em çima Kurdên ko bi dijminan ra xebitîne dikin, pirr mezin raber dikin!  Di 1800 da heta roja îro,  Bo`yî azadîya Kurdirstan pirr berxwedan û serhildan Kurdan li hemberî dijminan pêk hatin û anîne!
 
 
 
Di va çalekîyanda bi sed hezaran gelê kurd hate kuþtin, bi mîlyonan gelê Kurd cîh û warê berda û bi çolan ketin! Bi hezaran Gund û Bajarên Kurdistanê bi agirê bomberdûman kirin û þewîtandin!
 
Kanim bibêjim Kesên wekî Saîdî Nûrsî li kêrê
xwe veþartibû! Qoçgêrî, Muhabat, Zîlan, Þêx Saîd, Seyîd Rizo, Þêx Mehmûdê Berzancî, Agirî, Dêrsim, serhildana Mistefa Berzanî û bi dehan berxwedan Kurdan li hemberî dijminan  dabûn!
 
Va kesana wê demê li kijan cîh xwe veþartibûn!
Bi gotinekê tenê alîkarîya Kurdan nekirine!
Pêwîste û careke dîn jî pêwîste ko  Kurd li ser dîroka xwe, xebateke berfereyî, bi mêjîyakî
 
hemdemî bikin! Pêwîst nakê, kesên ko ji doza
Kurdan ra xebat nekirî û nakin bînin ser rûpelên
kaxezê û werê nivîsandin. Pirr pêwîste navê wan kesana li ser rûpelên kaxezê nê nivîsandin!
 
Pêwîat û pêwîate nivîskarên Kurd, li ser hêjn û kesên bi rûmet bisekinin, binivisînin û pesnê wan bidin!
 
 
 
Bi hezaran nemirên, ji boyî gelê xwe yî Kurd bûne nemir! Kesayetên Kurdên pirr bi rûmet û yên di cîhanêda hatî naskirin.
 
Wekî Elîþêr, Mustafa Berzanî, Qasimlo, Mazlûm Doxan, Leyla, Nejila, Bêrîtan, Leyla Zana, Zilan, Nuredîn Zaza, Mehmûd Osman, Ehmedê Xanî, Cîgerxwîn, Qazî Mihemed, Hêjar, Apo û bi hezaran nemirên bi rûmet  binivisînin raberî gelê xwe yî Kurd bikin!
Axa, Beg, hevpar, nokêrên dijmin jî pêwîste werin nivisandin û raberî gelê xwe yî kurd bikî! Ji bo yî gelê meyî bi rûmet pê zanabin. Ko gelê Kurd bi qerekterên, axan, began, hevparan û nokêran zanibê, cîhê wana li cem gel Kurd namînê!
 
Va kesana jî nikanin ji dijminên gelê Kurd re hevparî û nokêrê bikê! Dijmin deger ji bo xwe didê hevparan. Dijmin ji me çêtir dizanê, ko va hevpar û nokêrana bê qerekterin!
Lê ji bo xwe, li hemberî me Kurdên bi kar tînin! Pêwîste ronekbîrên Kurd dest ji çîrokên hayalî berdin!
 
 
 
 
Ne Nemrût, ne Îbrahîm, ne Selhedîn û ne jî Bedîh û Zeman (Saîdî Kurdî) ji bo yî Kurdan, bi qansî mitqalî zeriq tuþtek nekirine!
Hîn bi hezaran wekî vana jî xwandewanên xwe ra kanim rêz bikim, lê pêwîst nakê.
Va gotunana rastîya me tînê pêþ çavan!
 
Her hebê Kurd û Kurdistan!
 
Feqîr Ehmed.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org