EZ IM KURDISTAN!

 

 Feqîr Ehmed

 



 

Ey im Kurdistan

Ez im pêþva rû

Ez im þoreþger

Ser çûn û raman

Ez im leþker im

Deþt û ser çîyan

Ji bo jin bibim

Bigrim Kurdistan!

 

Ez im gel xwaz

Ez im xwudan gel

Li serê çîyan

Tim dikim hawar!

Destê xwînxwaran

xwe bikim azad

Ko ez jî jin bim

Wekî pirr gelan!

 

Dema ez parçe bûm

Bi destê hevparan!

Gelê min nezan bû

Ketim bin lingan!

Vaya çend caran

Serî hilda li xwe

Hêza min bi çûkbû

Tev bûm perîþan!

 

Dijminan dikuþtin

Xwîna min vexwar!

Her çar alî min

Dijmin û nûjad!

Nokêrên dijmin

Tev firotim wan!

Ew çand û dîrok

Ji min distandin!

 

 

 

Bi ser min xistin

Ew Ala xwê pis!

Pêmal û telan bû

Mal û konên min!

Bi hevparên dijmin

Begên Kurdistan

Pelciqandin, kuþtin

Bê mêjî kirin!

 

Min dayê pêþ xwe

Ramanîya karkir!

Tev çekire dûr

Ew tizbî û xiþt!

Ji min ditirsin

Dijminên xwînxar

Rojhlata navî

Tev bikim bihþt!

 

 

 

Ey ne anarþîst im

Xwe nadim dijmin!

Ez ne Feodal im

Ko gel bifroþim!

Ne nûjadperest im

Ma kê dukujim!

Xwe înkar nakim

Çima bitirsim!

 

Ez im Kurdistan

Tev çîya û zozan

Ez im xwudan gel

Ez im tev raman!

Ez im þoreþger

Bi hêbet li cîhan

Bi tekiîk û zana

Ez im Gêrîllan!

 

 

 

Ez im rêça karkýran

Ey im sanzûman

Nokêr û hevpar

Dijminên xwîn xar

Ban dikim haho!

Tev gelên cîhan

Ereb, Fariz û Tirk

Hatine ser min!

Duxwazin ji cîhanê

Rakin navê min!

 

Ramanîya kevnar

Min pirr paþva hîþt

Bi tektîk û raman

Darim bi serî û piþt

Dijmin jî dizanin

Ez pêþva teme

Teror û komkujan

Li min çê dikin!

 

Ez im Kurdistan

Netewa bindest!

De rebin ser xwe

Hûn qate bindest

Hemberî dijminan

Bibin hêz û yek!

Netewê rizgar kin

Ji dijminê ser dest!

 

Pirr tiþtan zanim

Ko çêkim bi xwe

Wekhevî dêynim

Eze li ser xwe

Netewên bindest

Karkirên cîhan

Bi hev þahbibin

Bi navê min û xwe!

 

 

 

Ne bese li ser min

Komkujî û lêdan!

Ew kesên çepok

Dijminê Netew!

Bi teqlan û hilan

Min înkar dikin

Nikanin xwe têxin

Vê rêça karkir!

 

Hinek oportonîst

Hinek jî zirtone!

Bi teqlan û hilan

Xwe dikin zana

Ewa karan nakin

xwe înkar dikin

Wekî dijminan

Tev têne ser min!

 

 

 

Vaye me vekirê

Rêça karkiran

Feqîr û bindestan

Tev têne piþt min

Bi hêz û raman

Þoreþ geþ bikim

Bikim serxwebûn

Jînbe Kurdistan!

 

18.03.82. Feqîr Ehmed

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org