GUL BÛ JÎYAN!

 

 Feqîr Ehmed

 


ÞERTÊN MÎROVÊ!

 

Jîn û jîyan xweþe, bibin mîrovan

Zana û mêjîvan, bidin pirr kesan

Nûjan û bajarvanî, li erd û ezman

Cîhanê bihiþt kin, lê bikin seyran!

Bibin jin û mêr, xwaza bikin gul!

Hezê bidin hevdi, ji hindir û dil

Derew û dûbare, rakin ji nav xwe!

Cîhanê ji xwe re, bikin mor sinbil

 

Feqîr Ehmed: 11.12.1999

 

 

 

 

GUL BÛ JÎYAN!

 

Gulek jorda hate xar

Li pêþa min dibû dar

Bihna gulê hate min

Ez dikirim dîn û har!

Gul li pêþ min bû jîyan

Min go pêdim dil û can

Keras kezîn, rû bi ken

Gulî û kezî li ser milan

Lêv hingivî û pirr þirîn

Jê diweþê hez û jîn!

Ez te nadim tu kesan!

Feqîr her roj bikê bîn

Feqîr Ehmed. 15.10.1999

 

 

 

 

DENGÊ GEL!

 

Dem ne dema razane

Ya ceng, þer û lêdane

Werin destan bidin me

Li ser çîyayên sîpane!

Çek û rext li milên me

Em biçin dijminê xwe

Ger bikujin, em nemir

Þeref, namûs tev ya me

Em bandikin gelê xwe

Ko xwe bidin alîyê me

Dijmin bûyê har û dîn!

Kurdistan ya min û we

Karkir, cotkar û gavan

Tev hev bibin dilovan

Ger em bibin enîya gel

Ser çîya`yên Kurdistan

 

Pêþva werin xwûþk û kek

Tev hev bibin hêz û yek!

Dema dijmin hate ser me

Sîng da lêxin gurz û çek!

Tev hev binên li jîna me

Xwûþk, kek û Feqîrê me

Çîya û mêrgên Kurdistan

Tev hev bibên Apê me!

 

 

Feqîr Ehmed.

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org