|
HÊJA JI BÎR NABIN!
Feqîr Ehmed
Ey bedena mîrovan, teþan û dar. Çêkin jînê, em bi hev ra bibin yar! Xwaza bûyê cîhan, em tev jîn bin, Ew û wan. ez û tu ji hev hîn bin! Destan bidin hev, tev bav û bira, Binçav nêdîn, ez rindim ewjî na! Ko em zana bibin, çêkin tiþt û xêr, Rabin ser, xwaþik bikin bibin jîr! Eme çêkin, tiþt, xêr, perde û rol, Mêr, jin, keç û xortan gula sor! Erd û ezman gîþkî bikin bax û rez Hev þahbin, di nav meda çêbê hez! Erd û ezman, bila hezê bidê hev, Jin û mêran di xwazada bibin tev! Li xwe kin kurkê samûr û gehwer, Ne mizgeft, ne sînegog neçin dêr! Her kes zana bibê, bigên qata jor, Hev rûnin, em tev dibine pispor! Kes nabin, nûjad û kevneperest, Xêr, bêr jîyan li me gîþkî xweþ! Gîþkî dibin, pispor, zana û dev, Eme biçin li ser rojê bigên hev! Nabin birçî û hindik dewlemend, Em bi hev re bibin xwudan deng! Destan bidin hev, tev bav û bira, Pîs nê dîtin, ez mîrovim ew jî na! Þert û þurt, mîrov gîþkî bigên hev, Cîhan bihiþt em bi rojkin nebê þev! Erd û ezman, gîþkî bikin bax û rez, Hev þahbin, di nav meda çêbê hez! Keç, xort, jin û mêran bibin yek, Tim aþîtî, tu kest nekin teqe, req! Xwaþik bikin cîhanê tev keskesor, Rengê zerî ji jorda xwe berdê dor! Bîhna gul û endeko tev hev cîhan, Sosin û kulîlk, li deþt û ser çîyan! Bixwûnin, bibin zana û hostê jîr, Xurt bibin, kesek nebê kal û pîr! Her kes razî dibê, doz û warê xwe, Bê girtin û bê kuþtin, cîhan ya me! Jîyanê da hobin, mîrovan û terþ, Çareserbê ko tev jinbin li cîhan! Pirrî hatin cîhanê, bi navê mîrov, Kuþtin, xwîn vexwarin bûne hov! Di ristê da, her kes jîn bê wekî hev, Kesek nebê kole, tu kes nebin dev! Hev rûnin, wekî morîyan bikin kar, Xwaza da, mîrov xwe bikê dîwar! Kar û bar, her kes çêkê jina xwe, Xwûþk, biraê tev bigêne gelê xwe! Cîhanê da rindî, deyînin yek destûr, Zana bibin, kesek ji hev nebê dûr! Zana bin, çêkin koprî û otoban, Ne terþin mîrov xwe bikin þan! Çêbikin sera, qonax, birc û ban, Hev rûnin hezê dênin dil û can! Hemberî mirinê, bibin hostê jîr, Dubenî tunebê xwe tev bikin þîr Rojek werê hûn tev bibên ka Feqîr, Lê ciwanê cîhanê min nakin ji bîr! 25.04.97. Feqîr Ehmed.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org