|
HELEBCE!
Feqîr Ehmed
Berbang ra gengê bomban Bi ser gelda gurle berdan! Xirabe kir deþt û newal! War
û milkê me bû talan! Xewê
rabûm û didî xwîn! Dengê
fîzan pirr dinalîyan Li
dora xwe min nihêrî Gurlên
rokêtan dibarîyan! Top
û rokêt hatin bi tîn! Gel
dukuþt û pirr þewîtîn! Dikir
nalîn zarî û jinan! Þêhnî
tev hev diperpitîn! Balefiran
gurle berdan! Axû
bi ser gelda reþîya! Tev
dikete dev û çavan! Li
Helebce mîrov neman! Wê
go haho, wî kir qîrîn! Kesek
neman bikin girîn Dê
û bav, xwûþk û dotmam Ax
þewîtîn tev hev mirin! Ez
rivîyam nav wa malan Pirr
miribûn yên dinalîyan! Cîhan
li ser min hate girtin Helebce
li min bû wêran! Dilê
min rabû û kire girîn Xwûþk,
bira û dayîk nedîn! Li
ser serî ketim xwarê Kesan
li wêrê nekir bangîn! Lê
ew dijminên har û dîn Helebce
tev hev kirin xwîn! Tu
kes sax neman li vêrê! Ax
min bi tenî xwe kire þîn! Gurlên axûyê hatin ser min! Þehwat
berda tev dilê min! Jîna
Feqîr nema li cîhan! Dijmin
bir Kurdistana min! Du
rojan di pê komkujê ra! Feqîr Ehmed.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org