JAR, MEST Û PERÎÞAN!

 

 Feqîr Ehmed

 

 

 

Xortek birçî û bê war

Hustî li ber her kes xar

Belengaz, tezî û pêxas

Xizanî li piþtê bû bar!

 

Bi kuva biçe rê nanî

Derd li ser derdan danî

Mêjî û hiþên xwe neman

Jîyan bîrya xwe anî!

 

Pirr bi kul û tev birîn

Xwîn, kêmê dida bîn!

Gundîyan rûçik lê bada

Hêsrên çavan kir girîn!

 

Jar û mest tev perîþan

Goþt ji hestî diweþîyan

Feqîr bigre destên wî

Ew xwe dikê gêrîllan!

 

06.09.2009

 

 

Feqîr Ehmed




 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org