KURDNO!

 

 Feqîr Ehmed

 

 

   

 

Mahcir û bin destê dijmin!

Tev ji xewê rabin Kurdno!

Li ser me komkojin û talan!

Þerme ko em rûnin Kurdno

 

Gelî serê xwe berda jêr

Þerpeze bin ling û bê dêr

Dijmin çêkir fîze û rokêt

Davên ser dimrê Kurdno!

 

Em rabin ew gel þîyar bê

Nabînin bombê li ser me

Bê kefen em kirin gornan!

Hûn çima ranabin Kurdno

 

Destê me çû gel û komar

Ka dibistan û xwandeger

Tezî, birçî netew bê war!

Gereg em biteqin Kurdno

 

 

Werin em rîya hev bibînin

Ne bi çûk, ne pîs dibin!

Bê derewî biçýn ser çîyan

Çima hûn ditirsin Kurdno

 

Em û dijmin bi ceng û þer

Sîngê bi pirç ger bidin ber!

Em nemir bin, wan bikojin

Ko em jî bi ser bin Kurdno

 

Beg û mîran tev firotin!

Dijmin li me dihêvotin!

Girtin û dane dijminan!

Kuþtin, pelçiqî Kurdno!

 

Dema me çû havîn, buhar

Bi namûs, kesayî û hawar

Xwe mekin rûreþ û nokêr

Ko em nebin xayîn Kurdno

 

Werin em herin serê çîyan

Feqîr gorî û tev þoreþvan

Bidin mal, milk û tev can!

Ko welat rizgar bê Kurdno

 

25. 01. 89

 

 

 

 

 

 

 

 



 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org