|
MÎLYARAN SAL BUHURÎ!
Feqîr Ehmed
Va cîhana mîlyaran sal buhurî, Rind û pîsan bi hev ra debirîn! Adem û Nûh hatin cîhan dîsa çûn Eyûb û Minzûr, ew pêþîya me bûn! Fîrdews û Ehmedê xanî tê gîhan, Zerdeþd û Mihemed, Îsa da cîhan! Þahman, Bûdîz, ew Merx û Lenîn, Dawûd û Fîrewûn û Silêmanê dîn. Nêro û Sŵzer û ew Dehaqê har! Kawa û Sipartakos li wen da dar! Pirrî hatin cîhanê, bûne navdar, Karkir û xebatkaran dikirin kar. Hinek bûne Hîtlêr, hinek Firenko! Dikuþtin, xwîn vexarin bûne hov!
Mîrov û ew kesana ji hev cida, Ne mîrov wana terþ, ker û ga! Dîroka mîrovê, wana kire reþ! Fihiþ û sekîz li cîhanê kirin geþ! Hinek dibêjin, em jî demoqirat, Mîrov kuþtin, li cîhanê bûne þan! Boyî wana pirr, hev ra kire þer! Hinek bûne kole, hinek bûne ser! Ewên hatî sêrî, lêxistin û duxwar! Kuþtin û talan, tev da qare û war! Kesî nexwast koletî, ko bibin jîr! Dewlemendî, li cîhanê dibû þîr! Feqîr û bindestan, zorî qat bi qat! Bûne kole tev da mane bê rûmet! Birçîyan û tazî, tev hev belengaz, Dewlemendî, li cîhanê bûne baz!
Hezaran, mîlyaran sal buhurîn, Ew pirr hatin cîhanê û xebitîn. Serî hildan li hemberî zor destan, Jîyanê da, ko li cîhan bibin yar! Listik û dolap, çê bûn li mîrov! Hêja û mîrovên zana kirin dor! Zana bibin, kesek nekê gale, gal, Li hemberî hev, nebin hêz û dar. Em bibînin, Nemrîtê zana û har! Ewrên çermî, ji jorva berda xar! Cîhan xweþe mîrov bibê pirr zana, Erd û ezman, bê istûn bûyê xwaza! Xebat bikin, mîrov bibin hêz û yek, Cîhan xwaþîk,ko li kesan nebê þev! Xêrxwaz û mîrovan, tev hev aþîtî! Rindê bikin, li cîhanê nebîn dîn!
Mirin û kuþtinan, rakin ji cîhan! Em jînbin bi hezaran, mîlyon sal! Erd û ezman, bikin bax, gul û rez! Hûn û Feqîr ji hev pirr bikin hez! Ho bibin, çêkin jînê bibin deng! Li Kurdistan reþ û sipî bigên hev! Feqîr Ehmed.05.01.1998
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org