|
RONEKBÎRÊN KURD LÝ GELÊ XWE XWADÎ DERKEVÝN!
Feqîr Ehmed
Pêwîste
Ronekbîrên Kurdistan, li henberî dijminan li cem gelê xwe cîh bigrin!
Ji bo ku kanibin li ser doza gelê xwe, mijûl bibin û ji rizgare gelê xwe
re binivisînin. Ku
nikanibê rêçeke nûjen ji rizgare gelê xwe re bibînê û
binivisînin. Dîsa jî bi hêzên gelê xwe re, li henberî dijminan
xwînxwar cîh bigrê û bi gelê xwe re kar dom bikê. Lê ku ronakbîr bi
xwe yî welatxwaz bê, þertên welatxwazê zanibê û bînê cîhê. Di
roja îro da þertên Kurdistan pirr zorin û dijwarin! Her
nivîskar nikanin bibin welatxwaz û cîh li cem gelê xwe bigrê. Îro gelê
Kurdistan di bin lingên sê dijminê hov da tê pelçiqandine! Hinek nivîskarên
hêja, bi wêrekî û zana bûn, li henberî dijminên xwînxwar bi gelê
xwe re dimeþine. Gelê Kurd serî li xwe hildayê ketê têkuþîna mirin
û mayînê! Va werge ku îdî gelê Kurd naxwazê bibê kulê Tirk, Ereb û
Eceman! Duxwazê jîna xwe, bi destê xwe, di welatê xwe da, bajo û dom
bikê. Bi vê sedemê îro li henberî dijminan ketine þerê mirin û mayînê!
Di vê demêda, roj bi roj gavên mezin û bilin davêjine. Va gav avêtina,
ji gelê Kurd re þerefekî pirr mezine û bi rûmete! Dijmin bi alîkarîya
xayînên Kurd, gelê me her rojê sed carî dukujê û dipelçiqînê! Di
va þertên gelê Kurd da, Pêwîste ronakbîrên Kurd bê alî nemînin. Bê
alî mayîn xelete ku wekî merov komkujîya gelê Kurd duxwazê! Bi vê
sedemê bê alî mayîna ronakbîren, li cem dijminan tê hêjmartin û
mirineke mezine ji gelê Kurdistan re! Pêwîste ronekbîrên Kurd barê gelê
hildin ser milan û bi gelê xwe re bimeþin. Ronekbîr tu caren zilm û zorîyê
napejirînin. Ronekbîrên Cîhanê bi gelê xwe re li henberî dijminan
ketine têkoþîna mirin û mayînê! Bi
vê sedemê di nav gelê xwe da, bûne kesayê û stêr tên xewûnandin! Pêwîste
ronekbîrên Kurd jî, wekî ronekbîrên Cîhanê, bi gelê xwe re, li
henberî dijminên þerê xwe dom bikin! Ji bo rizgare gelê xwe nivîsa bi
kar bînin. Dost û dijmin, rindî û xerebî bi gelê xwe bidin naskirin.
Ku gelê Kurd dost û dijminên xwe baþ nas bikê û pê zanabê. Dijmin
xayînên Kurd dikine pêþ xwe, û li þoreþgerên qehreman digerin, dibînin
û digrin! Lêdan û komkujê li ser gelê me çêdikin! Gund, Bajar û çîyayên
Kurdistan bomberdûman dikin û diþewîtînin! Keç û bûkên me bê nîkeh
li xayînan mar dikin. Heger ronakbîrên Kurd, heta roja îro, va xayînên
Kurd binivîsandana, binana pêþ çavên gelê. Bi gelê rind bidana nas
kirin, va komkujên giren îro nedihatin serê gelê Kurd! Di va komkujan
da, ronakbîrên Kurd jî pare xwe têda pirr û pirr heye! Heger Xayîn
reberî gelê xwe bikrena, kesên wekî Necmetîn Cehwerî, Hikmet Çetin,
Kamûren Înan û Aksoy nediketin meclîsa dijmin û vana jî nikanibûn Nokêrî
jî dijminan re bikirena! Ku îro va nokêrên pirr tunebana, va pelçiqandinê
ku îro tê serê gel, wusa giren nedibû! Lê îdî ronakpîrên
bi þeref û heysîyet jî derketine holê! Va ronekbîrên hêja û
delal xayînan, dijminan reberî gelê xwe dikin. Bi gelê xwe bawerin. Gel
ji bi vê sedemê ji nivîskarên xwe hez dikin û diparêzin! Pirr ronakbîrên
vê demê têne kuþtin. Pirrî
xwe di zindanê dijmin da, bi îþkencê ku hîn li Cîhanê natî dîtin lê
dikin! Lê
va ronakbîrên tiþtên valayî nanivisînin. Va hêjana li henberî
dijminan lingên xwe paþva navêtine û narivin jî. Bi wêrekîya herî
mezin bûne xwudan gel û kesayete. Bi
gelê xwe ser bilindin û gel jî, ji ronakbîrên xwe hez dikê. Gel vana
ji xwe re kirine sitêre. Li gorî min ronakbîr doktorê gelê xwê. Bo gelê
ji nuxweþîyan rizgar bikê, tûrê dermên davêjin milên xwe. Diçin rîþ,
derd û kulên gelê xwe derman dikin û ji derdan rizgar dikin. Ku
gel ji êþ, derd û kulan rizgar bû. Vê demê ji bo rizgare xwe
gavên mezin û bilind davêjin. Di
vê gavavêtinê da rola ronakbîren pirr û pirre! Ronakbîrên Kurd Pêwîste
tiþtên valayî nenivisînin û nivîsa xwe bi kar neyînin. Niviskarên
Kurd wekî niviskarên dijminan Eþê û Fatê nenivisînin û bi kar neyînin.
Ewana kanin li ser tiþtên vala binivisînin, ji van re ne pirr girînge.
Niviskarên Kurd Pêwîste rewþa gelê Kurd bînê pêþ çavên xwe!
Sedema vê jî, rewþa gelê Kurd ku di bin lingên dijminan da tê pelçiqandine
û perîþan mayê! Ji ber vê sedemê Pêwîste li ser doza gelê xwe binivþsînin.
Rizgare netewa xwe derxînin hole! Ku
ronekbîrên Kurd li cem gelê xwe cîh bigrin. Vê
demê gelê Cîhanê jî li ronekbîrên me xwadî derdikevin û nas dikin.
Ronekbîrên me jî kanin doza gelê me bi gelê Cîhanê bidin naskirin. Wê
demê gelên Cîhanê alîkarê didin me, ji bo rizgare gelê me. Ez bawerim
ronakbîrên Kurd di vê roja reþ û tarîda, gelê me bi tenê bernedin û
bi tenê nêlînin. Pêwîste li henberî dijminan, bi gelê xwe re rebin
ser lingan. Lê tenê çek teqandin ji gelê Kurdistan re ne rizgarêye. Divê
ronakbîr pênûsa xwe bikê atom û biteqînê! Ji bo rizgare gelê xwe bi
kar bînê. Lê va teqandina jî, ronakbîrên hêja kanin bi kar bînin!
Barê mezin dikevê ser milên ronakbîrên hêja û delal. Pêwîste
ronakbîr vî karê bi þeref hildin ser milên xwe. Ji
bo gelê meyî bindest û perîþan pênûsa xwe bikin atom û biteqînin! Feqîr
Ehmed.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org