RÛVÎ Û ÞÊR

 

 Afirandin: Feqîr Ehmed

 

Çi hebû û çi tunebû?
 
Li ser axa Cîhanê, Çîya, mêrgên xweþ û bilind hebûn! Li ser va Çîya û Mêrgana jî tarþên hov (Heywanên wehþ) jîn dibûn û jîyana xwe dom dikirin. Her tarþekî hov cîhyak ji xwe re girtibûn û kiribûn bin bandorên xwe! Çîyê ku Þêr li ser jin dibûn pirrî bi xêr û bêr bû. Her tarþî duxwast ku warê Þêren bibînin û têda jîna xwe dom bikin! Lê Þêren tu tarþên dîn nedihîþtin ser axa xwe. Li nêzî Þêren, Çîya yê Çeqelan jî hebû.   Çîya yê Rûvan jî li baþûrî Çîya yê Þêren bû. Tarþan gîþkîyan cîh û warê xwe hebû.
 
Lê kûçikan  tu cîh,û warê xwe tinebûn. Kuçik li welatê Guren jîn dibû, ji bo ku Gur û kûçik pismamê hev bûn. Lê Kuçikan welatê Guren jî pîs kiribûn û pîs dikirin! Di Cîhanê da çi tiþtî pîs hebûn kûçikan ew kare dikir! Guren bi sed caren bi kûçikan re gotubû:’ Hûn rind nebin eme we ji welatê xwe derxînine! Lê kûçikan ji nerindê, bîtir tuþtekî dîn nizanibûn. Ji ber vê sedemê jî kûçik pirr û pirr pîs dihatin xewûnandin. Kûçikan tim dêlê xwe li ber merovan  dihizand. Ji bo ku parîyak nanî hiþk bavêjine ber! Bi vê sedemê tarþan gîþkîyan ji kûçikan hez nedikirin! Kûçik li her derê þerpeze û bê kesayetî jîna xwe dom dikirin. Guren ji bo ku welatê xwe xweþ bimînê, li kûçikan xistin û ji welatê xwe derxistin!
 
Cîh û warekî ku kûçik pêda biçin tunebû. Bila kûçik li çolan bê kesayî jîn bibin em werin ser rewûþa vê demê.  Wê salê zivîstan pirr bi dijwarî hat! Çîya, deþt, mêrg û newal tiji berf bû. Bahoz û sermake bê dawî bi ser tarþên hov  (heywanên wehþî) da hat! Baren, berf, bageri, bahoz û serma dijwar her der kire xerebe! Çîya, deþt, çol û banî ji tozîna berfê, tu kesî hev nedidî û nedihatin xewûnandin! Reþîyî di Cîhanê da nema. Her der mij û dûman. Ji sermê her der diþewîtî!  Ji ber vê sermê, pirr tarþên hov (heywanên wehþ) birçîbûna re mirin û dimirin! Þêren bi cewrên xwe va li ser Çîya û di warê xwe da jîn dibûn! Li Çîya yê nêze Þêren jî Çeqel jîn dibûn. Li kêleka wan jî  warê Rûvîyan hebû. Her kes li ser warê xwe, di qula xwe da jîn dibûn. Lê ji ber vê sermê, tu tarþ ji qula xwe, nikanibûn derkevine derva!
 
Rûvîyakî bi mêjî, ji bo birçînare nemirê, ji qula xwe derkete serê Çîyakî pirr bilind û li her çar alî xwe nihêrî. Pirr rûniþt û rebû idî pirr qerisî! Kete remanîyan, di remanê xwe da mirin hate  ber çavan! Bi xwe, re go:’ Eme gîþkî, ji ber vê sermê bimirine. Cîhan sipî dikê û her der bûyê qerse! Bi hezaren tarþên mirî hatin ber çavan! Sal pirr dijwar derbasdibê. Ji bo nemirim, pêwîste tevdîrekê ji xwe re bibînim. Jîyan tuþtekî pirr xweþe, ku merov jîn bibê.’ Tevdîre xwe pêk anî, ku herê navê Çîyê û neçîre ji xwe re tarþekî bibînê û bixwe! Roj çû ava, þev reþ bû û xwe berda navê Çîyê. Pirr gerîya, hindik gerîya li qule Þêren rest hat! Dît ku Þêrekî pirr mezin û warê ku têda dijê jî pirr û pirr xweþe!
 
Di remanê xwe da go:’ Vare warê Þêrene û tu kes jî bi vana nikanê. Her der xweþ girtine û xistine bin bandorê xwe. Ji xwe re kirine Buhþte (Cinete). Ez bi kîjan tevdîrê va Þêrena bi alê xwe xînim. Ji bo jîn bibim Eze pirr pesnê wana bidim û mezin reber bikim! Hûn serokê tarþa gîþkanin. Hûn pêwîste li me Rûvîya xwadî derkevin û xwada ji we re gotê ey Þêrên min!
 
Eze wana bi gotina Xwuda rind bixapînime! Tevdîr û remana xwe pêk anî. Rûvî go:’ Eze rebim biçim ser zinêr, xwe ji jor da çekime jêr. Þêr ji bo min bixwê, yê bigrêye! Ku girtim, eze bi fenan xwe ji destê wî derxînime.’ Rûvî çû ser zinarekî bilind û ji jor da xwe çekire pêþaîya qula Þêr! Þêr dît ku Rûvakî li ber derê qula wî kete xarê! Þêr pençê xwe avête Rûvî û bi hiþkî girt! Rûvî pirr tirsîya û virik ji kûnê hate der! Ku çavên Þêr li birekê Rûvî ket, neket didan lê hev xistin û çav lê zer kirin ji bo Rûvî buxwê! Rûvî ji, ku Þêr dît, nedît pirr û pirr tirsîya û go:’ Birekê Þêr tu çima dikê gure, gure? Þêr go:’ Ey birekê Rûvî bi hatina te re, kêfê min pirr xweþ bû. Ji bo ez û cewûrên xwe pirr birçîne! Pêwîste ez te ji cewûrên xwe re bikim þîv û buxum! Þêrê diren kêr, Rûvî girt û kire destê xwe!  Rûvî di nav pençê Þêr da kire qîre, qîr!  Ji bo xwe ji destê derxê û nê xwarin, mêjê xwe bi kar anî û go:’ Ey Serokê hemû terþan (heywanan) meke gire, gir ez pirr ditirsim. Çiça min bixwuyê, Ku tu vê demê min bixwuî, siba dîsa birçî dimînî.
 
Min bixwuî ne çareserîye. Ku tu min nexwuî, eze tevdîreke rind bikime serê te.’ Þêr jî go:’ Hele vê tevdîre xwe ji min re bibêje, ku di mêjê min kevê, ez bi ya te bikime.’ Rûvî go:’ Ku ji min bawer bikî û heta mirinê biparêzî, sond buxwî ku tu min nexwuyê. Ez destê te bigrim bibim serê mêrgekê ku tuji kar û berxik. Ez û tu goþtê karik û berxikan buxun têr bibin. Ez û tu li cîhanê bibin hêza herî mezin û tu kes bi me nikanê! Eme ji goþtê karik û berxikan biecizine. Lê ku tu bawerê xwe bi min bînî.’ Ku Þêrê bê mêjî goþtê kar û berxan bihîst, nebhîst, bi carekê va sist bû û go:’ De  ji min re bibêje, bi çi hawayî bikim ku tu ji min bawer bikî.’
 
Rûvî go:’ Ku çi bibêjin pêwîste tu bi min bawer bike!  Ji bo Xwuda ez wekîlê xwe þandime ser hemû tarþên li Cîhanê.’ Þêr jî go:’ Ey Rûvê Rêhber, ma tu çûyî cem
Xwuda, ku tu berpirsarê xwe þandî ser me? Rûvî go:’ Tu hîn jî ji min bawar nakêye, ku ez çûme cem xwuda! Ku tu bawer nekî yê xwuda sîlakî li texînê! Ez çûm ser heft qat ezman cem Xwuda! Xwuda ez kirim nebê xwe! Ez wekîlê xwe þandim, ku ez tarþan bikin rêçe rest û bi bawer! Ku tu kes bi gotinên min nekin û li henber gotinên min derkevin. Ew kesana bê Ol û bê bawerin. Kesên bê ol û bê bawer  jî dijminê Xwudane. Xwuda xezebê mezin bi ser wa kesan bê bawerda  dibarînê û li wê Cîhanê wana diþînê nav agirê dojê (cihenimê).’ Bi cend gotinan mêjê Þêr,  ji serê Þêr derxist! Þêr bejina xwe li pêþ Rûvî tewand û ji Rûvî re zikir kir! Rûvî gotinên xwe bi Þêr bê mêjî pejirendin!
 
Rûvî her tuþtî Þêr jê destan girt û kire bin bandore xwe! Ýdî ku Rûvî çi dibêjê, Þêrê bê mêjî dipejirînê û pêwîste gotinên erê bikê! Þêrê bê mêjî, bi sed salan, ji Rûvî re bû þerwan. Rûvî ji hemû tarþên hov diparest. Warê xwe Rûvî têda bi cîh kirin û ketin bin bandire Rûvîyan! Bi sed salan di bin bandire rûvandan man! Dem pirr derbas bûn. Rûvî birçî ma, banî Þêr kir û jê re go:’ Ey merovê min yî li rîya Xwuda, ger tu ji min re tuþtekî xwarinê   bibînî  bixwum. Pirr birçî bûm û ez ne wekî te jîrim. Tu kanî goþtekî xweþ bînî ez bixwum! Þêr bi xwe re go:’ Ez ji bin gotinê Rêhber Rûvî dernekevime.Vaya Nebîyê Xwudaye, eze jê re kar bikim. Ku ez bimrim û herim wê Cîhanê.
 
Rêhber Rûvî min bi xwe re bibê Bihþtî Ela (Cenetî Ela). Ez kê zarîyan, jinê, dê, bavê, ap û xalan çibikim. Mal, gel û War çibikim. Eze vana gîþkîyan bi qurbanî (gorî) Rûvî yê Rehber bikime.’ Þêr go:’ Ey Rêhberê min, tu min azad bikî vê demê tuþtekî xwarin tunene. Serma û seqem her der xirebe kirêye. Bi hezaren tarþ ji ber serma pirr mirine û dimirine! Lê kebana min DêleÞêrê çend cewûr anîn Cîhan. Ji bo ku nemirin, me ew cewûrên xwe di hindir QuleÞêr da veþartine. Þeþ, heft cewûrên min hene. Tu dudu, sisîyan jê buxwe! Dema ku serma dawî werê, xwarina te li ser piþtê min. Eze wê demê te bi goþtê karik û berxên þemze xwadî bikime.’
 
Þêr banî DêleÞêrê kir û go:’ Ey jin û jîyana min, tu wa cewrên mê xwaþik bîne, em bi qurbane (gorî) Rêhber Rûvî bikin!  DêleÞêrê ne rezîbûna xwe got:’ Ez gorî ma tu þaþ bûye çima em va zarokên xwe bidin Rûvî û sedema xwe kanê çi bibê? Þêrê bê mêjî pençak li DêleÞêrê xist û ji derîyê qulikê derxist û go:’ Eze we gîþkîyan bikime gorî Rêhber Rûvê ye! Þêr destê Rûvî girt û berda hindir! Ku cewûren buxwê! Cewren ji bo Rûvî wana nexê berxwedan û kirin gire, gir! Rûvî bi Þêr re go:’ Ey mal ava, merî û gelê te li henberî min rebûn û nêlînin ku ez wana buxwum! Pêwîste  gelê te li pêþa min sejdê û ji bo min xwe bikujin! Ez berpirsarê didim te.
 
Pêwîste tu vana terbîya bikî. Ji bo ku ez kanibim va cewrên te bi hêsanî buxwum! Ez te dikim berpirsîyarê xwe. Ku tu karê xwe paqij bikî. Eze dîn û îmanê bidim te. Dema ku bimrî  eze bi destê te bigrim, bi xwe re bibim Bihþtî Ela (Cinata Ala)! Ez te li ser vana dikime Mele! Þêrê bê hiþ þaþika Rûvî da serê xwe û bû Mele!
 
Þêr bi cewrên xwe re go:’ Ma we þîrê keren xarêye, ku li henberî Rêhber Rûvî serî redikin. Ku çi go pêwîste hûn bi ya Rûvî (Rêhber) bawar bikin. Ji bo ku va Rêbere wekîlê Xwudaye! Þêr Rêhberîya Rûvî bi destê zorê bi gelê xwe jî pejirend! Rûvî kete xêre Xwuda, her roj cewrekî duxwê! Þêr cewrên xwe ji Rûvê Rêhber re kirin qurban! Pirr sal derbas bûn, ji kuka Þêren bê mêjî û reben gîþkî bûne Þêx, Dede û Mele! Her roj ji bo Rûvî hev dukujin! Bi xwe hev ketin û ji bo Rûvê (Rêhber) kumkujî li hev çêkirin! War, Milk, Edet, Rewûþ û Ola xwe berdan. Bi Ola Rûvî mane bê hiþ û bê War! Bûne penaber derketin derva, bûn alê dijminên!
 
Ji kuka Þêren, navê Rûvî yan li xwe kirin! Xwe kirin Paþe, Seyda, Seyîd, Þêx, Dede, Pîr û  Mele! Bi hezaren navên xwe guhêrîni, Ji kuk û bin hatina Rûvî nav li xwe kirin! Bi remana Rûvî dînik bûn û bê kesayetî jîna xwe dom dikirin û dikin! Hev kuþtin, namûs ji dest hate girtin, talan û kumkujê herî mezin li wan çêdibû û çêdibê! Bi sed salan di bin remana Rûvî da  ketin bin bandire Rûvî yan û Çeqelan! Kûçikan jî bê war û bê cîh bûn, li ber derê merovan diman, ji bo parîyak nanî hiþk bavêjine ber. Lê Kûçikan jî bîhst, ku Rûvî bawerîyake nû ava kirêye. Ku kesî bawerê xwe bi Rûvê bikê, ew kesana diþînê Bihþtî
 
Ela (Cinetî Ela). Kûçikan jî rebûn berê xwe dane cem Rûvê Rêhber û meþîyan. Meþîyan, rûniþtin di hindirê çend salan da gîhþtin cem Rûvî. Li pêþa Rûvî bejina xwe tewandî. Bawerîya Rûvî pejirendin û destên xwe li pêþê girêdan. Ji Rûvî re bi salan zikir û kuletî kirin. Kûçikan demeke dûr û dirêj kuletî ji Rêhber Rûvî re kirin. Lê kûçikan pirr dikirin ewte, ewt. Rêhber Rûvî ji kûçikan pirr ecizî, ji bo ku pirr dikine ewûte, ewût. Ji dengê ewûte, ewûta kûçikan serê xwe pirr û pirr dêþîya! Ji bo bawerîya xwe bi Rûvî kirine, nikanê bibêjê ji kêleka min herin!
 
Rûvî ji ewte, ewta kûçikan tu rihetî nedî. Rûvî Banî Þêren kir û jê wan re go:’ Va kûçikana pirr dikin ewûte, ewût. Serê min ji ber dengê van pirr dêþê! Hûn vana bibin cîhyakê bidinê û bila li cem we  bimînin.’ Þêren gotina Rûvî nekirê dudu, bejina xwe li ber Rûvî tevan û kûçik rekir bi xwe re anî! Þêren cîh û warê xwe kûçik têda bi cîh kirin! Þêren xwe da ber remana Rîvî û je re zikir û ibabet kirin! Bûne Mele, Þêx, dede, Seyda, Seyîd, Paþa, Pîr û sofî!
 
Kûçikan jî dîtin ku Þêr bûne Behlûle û ketine pê remana Rûvî ye! Kûçikan warê Þêren ji xwe re çêkirin û Þêr jî di demeke kinda kirin bi bandore xwe!
Bi sed salan di bin bandore kûçikan da jî man reben, perîþan û bin dest! Kûçikan bi sedan kumkujî li Þêren çêkirin! Mal, Gund, Bajarên Þêren þewîtandin û vala kirin! Þêr man pergende, bêçare û reben! Lê dema îro da, Þêren nû û bi mêjî derketin holê. Ji bo nemirin hindik çavên xwe vekirine. Mêjî ketê serê cewûrên Þêren! Wekî  bav û kalên naxwazin bibin kule û bin dest! Henberî bav û kalê xwe serî hildan! Restî bi hevalên xwe pejirendin. Nîvî bi alê xwe xistin. Rêçekê rizgarê ji xwe re dîtin. Kumel û partîyên xwe ava kirin! Bûne hêz, ji bo Kûçikan ji warê xwe derxin û çekin! Rext avêtin milên xwe!
 
Ango kûçik ji ber berxwedana Þêren pirr û pirr ditirsin!  Kûçik banî her derê dikin, dibên haho, qîrin! Þêren serî li xwe hildayê. Ketine tekuþîna mirin û mayînê! Lê hîn jî ji kuka Þêren, ji remana Rûvan re karê çehþê û nokêrê dikin! Vana jî hindik man, ku ji Cîhanê rebin. Lê hin jî remana Rûvî di nav Þêren da pirr û pirr bi rûmete. Bihayê remanîya Rûvî li cem Þêren hînî pirre! Ji kuka Þêren bi Ola Rûvî bûne Fenatîke! Vê Ola Rûvî Þêr kirine bin destê Çeqel û Kûçikan! Çeqel û Kûçik li Cewûrên Þêren digerin, digrin, dikine girtingehan.
 
Lê didin, namûsê wan peymal dikin û kumkujîyan li ser wan çêdikin! Lê idî Çeqel û Kûçik jî zanin Þêren pirrî xwe bawerîya bi Ola Rûvî nemayê û rêça rizgarê dane pêþa xwe! Ketine tekuþîna mirin û mayînê! Berxwedan ji xwe re kirine jîyane!  Dijminên Þêren dibênjin Þêrên didan kêr serî li xwe hildan û roj bi roj gavên mezin davêjin. Pirr û pirr nêzike  welatê xwe ji destê Çeqel, Kûçik û ji Ola Rûvî rizgar bikin! Jînbê Þêrên vê demê! Bimre kuledarî! 
 
Dawî..
 
 
 
Afirandin: Feqîr Ehmed

 

 

 

     

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org