SÎTIL DIKELÊ SÎTIL!

 

 Feqîr Ehmed

 

 

 

Sîtileke mezin li ser sê kuçukan

Êzing û komirê tev dane bin wê

Ronayî da pêl didê ew agrê sor!

Dikelê, dikelê, ew sîtila dikelê

 

Kelebox radibê bi riman bilind

xwumîna wê re þêhnî te ji gund

Zarok û þêhnî tev li dor sîtilê

Sîtil biteqê hildiwaþînê gund!

 

Sîtil dikelê çî tedaye nezanin

Zarok birçîne, þêhnî xizanin

Xwe dane ber bikelê bixwun

Sîtil biteqê merov tev dimrin

 

Min bankir haho ji ser belabin

Sîtil biteqê em tev hev dimirin

Dengê min neçû ji dengê sîtil!

Þêhnî û zarokan ji ser birivin

 

Ber çavên min sîtil pirr mezin

Agir di binda dikê xwume gun

Pelqan davêjê e wagr û þehwat

Zarok û þêhnî tev dikê bimirin!

 

Tim qîrin bi min haho û gazûî

Bav û zarokan, dayîk û birazî

Guh adin ser min ji dorênarin

Mal û merîyan nebûne sazî!

 

Bi zorokan girt  haho bimeþin

Gelî li dor me tev hev dirivin

Xwe avêtin gol û çemê mezin

Sîtil diteqê merov tev dimirin!

 

Nalîn, þehwat û dengekî dijwar

Li ber pîhyan çû mal, kon û wer

Þewîtand çîya, dar, zinar û newal

Cîhan dinalîya ji dengê dijwar!

  

Ji dengê sîtil tev ker û gêj bûn

Avê da man roijekê û duduyan

Cîhan mest kir kêm dibû nalîn

Merov rabûn ser xwe ji ava þîrin

 

Rivîyam nav þêhnî dikire bangîn

Xwûþik û dayîk bav û bira nedîn

Nalîn, þehwat, mirin, qîrîn û girîn

Xirabe bû, talan bû ew jîn û evîn!

 

Þêhnî li hev ma tev zar û bê mal

War nema, ne kon, ne milk û hal

Perîþan, birçî ne xwarin û nan

Pirr werga diçû roj, meh û sal!

 

Tev bûne penaber bi çolan ketin

Ji hev bela bûn û gîþkî raketin!

Çeqel û rûvîyan xwe dida ber van

Ji tirsa çeqelan tev bi hev ketin!

  

Tev ketin xwarê li navê dijwar

Barekî giran bi ser da hate xwar

Dînik bûn, dimirn bêmal û reben

Li me nebû havîn, payîz û bihar!

 

Pûk, berf, baran, serma û bahoz

Bi çolan ketin xwe nekirin koz

Li cîhanê belabûn wekî qereçî

Dijmin bela kirin tev bûne toz

 

Çêkirin komik bi yekî û duduyan

Bûne dijminê hev ji tirsên rûvan!

Hev kirin mîxbîr ew mît û ajan!

Pêmal û talan bû gelê Kurdistan!

 

 

 

Feqîr Ehmed.



 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org