XWE LÝ TE BÝGERÎNÝM!

 

 Feqîr Ehmed

 

 

 

Keçê rojek werim, mala bavê te

Ji dayîkê pirskim, þirîn navê te

Þênî kom bikim, civînek çêkim

Ji bavê bistînim, sozê bejina te

 

Eze qelen bidim, defê lêxînim

Siwaran siwarkim, hine biþînim

Bixemlînim te, kesk, sor û zer!

Dilê te û Feqîr, bi hevdigînim

 

Rabime ser xwe, werime cem te

Xwe bigerînim, li wê bejina te

Navberê meda, ne mij û dûman

Ramûsim lêvê sor, xelqê çavê te

 

 

Li navê bigerim, ku tu bibî hor

Eme evîn darbin, Alê hildin jor

Azad û rizgar bê, gelê min û te

Bûkî, zava me, evîn li me dor!

 

16. 11. 82

 

 



 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org