|
Du
qebrên taze peyda bûn
Seyid Feysel Moctevî
Di
sersala nû ya Kurdî newroza pîroz de serdemdarên AKP ji þeraba qudretê
mest bûn û piþtî operasiyona dagîrkirina derveyî sînor ku istûnê
qudreta van hijandin des bi kolana du qebrê mezin kirin ku bo hemêþe laþê
partiya AKP têde bê defenkirin. AKP
bi rastî bi girtina siyasetmedarê layîk û nijadpereste tirk û girtina
rayedarên sîyasîye Kurd û birîndar kirina gelê qehreman di berguzariya
merasimên sersal û newrozê de xwe nêzîkî guristana siyasî kir û kete
davekê ku pêþvande nijad perestê tirk bi xudserî û iqtidara eskerî
ketibûne têde. Bêguman
AKP bi vî emelê xwe mirîyên nasyonalîzma nijad pereste tirk ji qebra rûreþîyê
anîneder û carke din vekî qehrem- an bi zincîra hebsa sîyasî girêdan
û bixwe ktin qebra van ya tarî Ji
aliyê din ve bi þikandina sînorê dimokrasiyê û tevdana cejna dîrokîye
gelê Kurd bi hêriþên dirindane,girtin û birîndar kirin û tirsandin,çêkirina
hikûmet nizamîyê her vekî devra berê û nedîtina coþa gel di gemiya
azadiyê de,hemî rêyên aþitîyê girêdan û partîya AKP bi destê xwe
Kurdistanê de danîne qebrekî reþ de. Di
nizama dimukratîk de zindan,sirgunî,kuþtin û derbider kirin rêbaza çi
pirsgirêka nine,heger desthelatdar bi vî avayî bersiva velatiyên xwe
bidin bêguman qebrê xwe bi destê xwe dikolin.devrana zordariyê bi destên
gelên agah di vê serdemê de ketiye tengavyê de û ava sar divexot,herketên
despêbûyî naravestin û naçine ser asta pêþîn,ji ber vêye þêrên
girtî bi iradeya gel dê qefesê biþkînin û sîyasetvanên rêvî di
qebristana tarîye dîrokê de vekî hemî zalimê pêþ xwe de tama talîtiya
zolma xwe bibînin
Sine
2008-03-22 Seyid Feysel Moctevî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org