|
Fidralîya Îraqê Mastê Nexarî
Seyid Feysel Moctevî
Fidiral
bi meinîya yekgirtî,hevpeyman,hikûmetek ku ji çend piþka pêktê û hemî
piþkê vê li hikûmeta merkezî pêyrevîyê dikin.vekî Imrîka,Alman,
yekîtiye suvêta berê ku niha bûye çendîn cimhûriyê serbixo û gelik
welatên din yê cihanê bi vî avayî têne idarekirin. Piþtî
hiloþandina hikûmeta dîktatorîya Beise Îraqê bi seroka tiya Seddam Husên,opozisiyona
Iraqê ya dijî rêveberiya Seddam bi hevkariya Imrîka ji ser destûrekî
bingehî tevafiq kirin ku yek ji xalên esasîye vê îdarekirina Îraqê bi
sîstemekî cimhûrî ye fidiral bû,berku sê millet û olên serekî vî
welatîde dijîn,bîna Kurd , Ereb , Þî e , Sunnî. Kurd
berî helveþyana desthelata Seddem bi komeka Imrîka ji çengê vê hikûmeta
zalim rizgar bibûn û jiyanekî serbixwe hebûn û herêma van ji
opozisiyonê re bibû malekî emn û eman ku bikarin di vêderê de bernamerêzîya
ayinda Îraqê bikin. Kurdan
û Þî eyan ku sitemekî mezin ji desthilatdarên Îraqê dîtibûn ji ser
sîstima fidiralî musir bûn û dixastin carekîdin nekevne bin nîrê
zordariya erebê sunnî ku nêzîkî 50î salan ev ji hemi mafên insanî dûr
kiribûn.belê sunnîyan nedixast desthilat dariya dîrokîye xwe ji dest
bidin û Kurdan û Þî eyan di dest hilatdariya Îraqêde beþdarkin.ji ber
vê evan nizama fidiralî qebûl nebû û fidiralî bi meineya levcidabûna
gelên Îraqê dizanî û divê pirojê de davîbûna qudreta xwe didîtin. Qanûna
fidiralî tesvîb bû û gelên bindest jibo vê yasaya nû keyfxweþiya xwe
nîþan dan,belê sunnî her se xebera xwe bûn. Gelik caran ji ser lêkvekirina
desthelatê xwe ji silbûnê danan û ji parlimanê derketin û vezîrên
xwe ji devletê kêþan,belê Þî ea nekarî vekî Kurdan xwe re herîmekî
fidiral çêkin,ji berku sedemê serekî ji vê meselê re hebûn. Yek
ji van nerazîbûna erebê sunnî bû ku her di esasê de di gel hikûmetekî
fidiral muxalif bûn û narizayetiya xwe bi þîveyên medenî û terorîstî
divê welatî de nîþan dan û heya niha jî her berdevame.ya dûyê hizr
û bîr û bavirên hinek ji siyaset medarê Þî e bû ev li ser vê baverê
bûn ku piraniya milletê Îraqê þî ene û deshelatdarî bi þiklê
dimukrasîyê jî her dê bikeve bindestê van û ev dê hakimê Îraqê bin
bes fidiralî ji van re jî zerere.ber vê sedemê sê serok vezîrê Þî e
wekî Elavî,Ceiferî û malikî ku dû hev re hatine ser þolê zemîneya
fidiraliya herîma Þîia neêxistine nav bernameyên xweda û çicaran basa
fidiralî ya þîia bi þiklekî ciddî nehate kirin. Desteya
sêyê Þîeyên ku fidiralxaz bûn,ev ji ser vê baverê bûn ku mumkine dîsan
desthelatdarî bikevîte destê sunnîyan û ev carekî din vekî berê bêne
serkutkirin û ji berê vê dixastin serbixoyîyek di navçê Þî e niþînda
hebin.sedema fidiralxaziya van tirs bû ji ber vêyekê dema ku devleta Þî
e bi hêz didîtin evan jî fidiraliya xwe ciddî nedigirt ber vêhindê
heta niha nekarîne desthelatekî serbixo ji nav Îraqa fidiral de çêkin. Temamiyet
xazîya Îraqê ya xeyrîfidiralî ji aliyê hemi hêzên siyasî ve bi kêm
û zor tê parastin û siyaseta eþkera û veþartiye van de dîyare xeyrî
Kurda.ber vêye ku îro sunnî û Þî e giheþtine vê netîcê ku hêzên
tundreve xwe serkotkin,vekî mîlîþiyayê Seder û sunnîyê Elqaidê û
devleta Îraqê bo vê serkutkirinê dûdeye ku piþtîvaniya Kurda jî
destxwe ve bîne û hemi hêzên muxalifî devletê ji holê rake Nuha
suhbeta me ji ser hindê ye ku fidiraliya Îraqê çilêhat û piþtî bihorîna
zemanekî dûr xwe gehandiye kîjan astê?bê guman rêka ku sîyasetvanên
Îraqê didomînin rêka fidiraliyê nine û rêka dîktatoriyê ye û bi
xortbûna devletê hêzên dimokrasîxaz dê lavaztirbin û fidiralî dê
cahêlîniya xwe de bimre.îro tinê herîmekî fidiral ji nav Îraqa çend
millîyetî de heye binavê Kurdistanê. sibê demaku desthelatdarê Îraqa
yêk girtî bizmarê dîktatoriyê di vî welatî de kutan û destê Elqaidê
û Sedr ji Îraqê qetandin,nobeta tenbîkirina Kurda û beynbirina pêþmerga
nayê?sîyaseta dinyayê kit kit kirina dijminê xwe ye. Sine
2008-05-05 Seyid Feysel Moctevî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org