Kanya rondika

 Seyid Feysel Moctevî

 

Xemê dinê,

Dina sar

Wekî qapûsa þeva reþ

Û tarî

Çavê mi tirsand

 

Rengê jiyanê

Di jiyana mi de

Wekî befra

Sîpanê

Qerisî

 

Çavê minî gevr û gol

Li ser rêkekî sipîro

Diziqite

 

Dengê min

Bê cihab

Wekî malê qelp

Ser mi de

Tê zivirandin

 

Tinê me

Bêkes û kar

Bê xweyî

Bê ser

Bê mal û der

 

Dipîvim

Rêyê bê rê

Dikevim

Þopê befrê

 

Ba

Baran

Bahoz

Sir û serma

Jîna min dike aloz

 

Dixazim

Biþom çavê toz girtî

Bi ava kanyê

Kanya rondika

 

Mij bîr kir

Roja doho

Kanya mezin

Kanya çavê min

Ji ber

Zarûkê pêxas

Bê der û mal

Tênî , birsî

Bê reng û hal

Êtîm ji dê û bab

Rijya û ji deþta sûmetê mide

Wekî çemê zer ji xola vê deþtê de hate xar

 

Rêvîngo

Eksekê bigre

Ji kendalê lêmiþta sûmetê min

Û rengê axa dora çem

 

Bifroþe

Bifeoþe devlemndê bê derd

Tesvîra derd,gul,xem

Rondka þikstî

Ber çavê

Êtîm

Bêxudan

Bêkes…

 

 

Seyid Feysel Moctevî

Senendec 2006-07-05

Helbest :Nû

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org