|
Kemanger
Seyid Feysel Muctevî
Netirse ji hibrê gelo pir nivîs Me xûnek feravane bo pênivîs Nivîsê hiloþîne kaxa sikût Qelem perde derke binûsîne rût Disa bagera zulmê bêdad kir Kemanger hevala re iidamkir Rijandin sitêrkê geþe asiman Werandin gulê noberê bositan Çemê rondikê dayika kefte rê Xemînin hemî gel bira bab û dê kesê ku nebit wê xemê da xemî Ne pêvîste bêjin tu binyademî Eva tê serê me nebîne kewir Nebîne sitemger nebîne tewir Þevê bê sitêrin û rojê ewir Girîna me dû hev dibîtin dewir Viha tê ku lêmiþt dê rabitin Kesek lehy û seylê tena nabitin Disa qetl û kuþtin disa xûn
rijan Disa þehr û bajar dê bên hijan Sitembar dê biçne bin hevs û dar Disa girye û þîwen û ah û zar Se mafê jîyanê heye wê dinê Ji kurdan jîyan jî herame tine Sikûta sitemger li ser kuþtinê Rewaye gelo bo? Ji gel miþtinê Belê heqqe bêjim ji derdê dîyar Ji çîna feqîr û ji çîna hejar Gelo þerme tîvî hebin milletek Nebêjin ji derd û xema defterek Di þînê de þahî di rencê de
keyf Bi yadê nebêjin tu sersax û heyf Kurê tey mielim ji me derd û dax Me ax û me ax û me ax û me ax Nekêþin xetê reþ li ser perdeyê Nezanin çi lîstoke bin perdeyê Dibêjim bi sûcê çi tên kuþtinê? Çima nonehalê me tên sotinê? Meger xûn bihatir nine ji keibeyê? Dirêjin bi derya me xûn kaseyê Çi yasaye zalim emel pê dikin Li xelqê xuda zulm û zorê dikin Xuda yê ku em çêkirî wek bira Çima sifrika vî me kir bê biha Meger nej hewayê û nej ademin Ji yek izv çêbûn û binyademin Civan got seidî ji bo wehdetê Bibarîne ser vî xudê rehmetê (Benîadem eizane bo hevdiger Ji yek goherê afirandin meger Dema bêþinit oizwekê rojigar Ji izvê di namîne sebr û qirar)[1] Seyid rondikê xem bi wê gotinê Bibarîne tev gel
tu ser sotinê Bila bibne lale bila bibne gul Bixin ser þehîda dîya dil bi kul Sine 2010-05-10 Helbest: mesnevî Behr: muteqarib misemen mehzûf Wezn: feoûlun feoûlun feoûlun
feel
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org