mojtavy@hotmail.com

Kurdim

 

Hiþyari ji devrekî bilindim

Þame ku ji miletan de kurdim

 

Mala mi bi rojhilati navîn

Devdori bi Dicle û Firatim

 

Omrê mi bilinde þibhe Dicle

Kûrin wekî behri Reþ birînim

 

Reþ Bûm û Sipî û Qers û Faris

Milkê mi birîn û ez revandim

 

Hêka mi ji bin mi de gelandin

Tendûri zemane da qelandim

 

Eqlê min û dijminê qesemxar

Pêxas bi çol û der bezandim

 

Nînim bi xemîn ji þori dijmin

Destê mi þikandi ser birangim

 

Xalîserim ez çiko nefamim

Nabîze ço ev guhê giranim

 

Nakem bi guhar keyd û mekran

Lev mari konê du car gestim

 

Seyid nedibe ku ez bizanim

Bîdariye nabe her xira bim

 

Min dil neþikand bo xerîban

Qernane ji malekî xerîbim

 

Þayisteye qedri hev bizanin

Nabim reben ez xerîb nabim

 

 

 

 

Senendec 2006-02-13

Helbest : Xezel

Wezn : Mefoûlo Mefailon Feoûlon

Behr : Hezec Mosedes Exrebê Meqbûzê Mehzûf

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org