Mizgîna Roja Medya

Seyid Feysel Moctevî

 

 

Roj me dibe mizgînî, bineverê reþ û tarî

Umrê kelekan kême, herçend ji medbarî

 

Hêza me û dengê me, naheq de dibizdînin

Ser teyrê bela dîtî, baranê diken carî

 

Ma dê çiketin baran, sona ku ketî derya

Newroza mezin pêþe, gel dêbidetin yarî

 

Newrozê bixemlînit, avaz û cilên taze

Bûka xweyî kesk û sor, pê rûseriyên þarî

 

Yek deng û sida, yekdil, vek topê dibêjit gel

Roja me nekin tarî, eyda me nekin zarî

 

Pê dengê bilinde xwe, pê coþ û xurûþa xwe

Meydanê þeher, kûçan, newrozê bikin sarî[1]

 

Da çav û guhên dinya, vê pirsigerê sehkin

Beskin kelek û mekran, beskin xifet û xarî

 

Dê beske êdî beske, doz û kelekan dinya

Em jî beþerin, canin, boçi ji mere marî

 

Roja me ji bin evra, pê darê sida dêbê

Seyyid nedibe rûnê, herkes bi esa karî[2]

 

 

Seyid Feysel Moctevî

Sine : 2008-03-14

Vezn : Mefûlo Mefaiîlun Mefûlo Mefaiîlun

Behr : hezec Musemen Exreb


[1] Gusteriþê bidnê,bila hemî deran xwe nîþan bide

[2] Her kesê ku bi kopal bikare bimeþe.

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org