Þaklî Þaþe

 

Seyid Feysel Moctevî

 

 

Heger mirivkê çi axivtinên baþ çinebin neaxivtin jê re zêrê zere çimkî axivtina nebaþ abûr bere û ji xwe û xelkî re derdiser û kul û kesere.dema qiseyin tal wekî jehra mar ji dev bêxar û bikewe kar,çi carî carkedin nazivire û nayê ser cihê xwe yê par û pêrar Þêx Seidî helbestvanê nemir,menþûre û navbange edeba farisî  ji wê barê de dibêje :

                                                Ta merd suxen neguftê baþed

                                                Êyb û hunereþ  nuhuftê baþed[1]

Hevpeyivîna Þaklî ya sala 2005ê bi çapa wê salê qenaet nekir û wekî birînekî taze îsal ji kongireya zimanê istandarde Kurdî li Hewlêrê de serê xwe wekir  carkedin wê kula kevn kulûlkên zaniyariyê zer kir.omêdê eva þaþî be ji aliyê Þaklî we ne dilreþî ko zoxên jêrîn jê têne der :

1 Rojnamevaniya   Kurd

2  Kora zaniyariya   Kurd

3  Ziman,ziman nasên Kurd

4  Rênivîsa gelê      Kurd

5 Rêberîya siyasiye Kurd

6 Malbata  Bedirxanîyan

Rojnamevaniya Kurd : Rojnamevaniya Kurd bi dilê Þaklî nine û ev li ser wê bawerê ye ku çi rojname û mehname û hevtenamê çapkirî û iliktironîk li Kurdistanê de çininin ku wezîfeya xwe bi duristî anîbine cî û bê xelet hatibne nivîsîn ji nav tevavî rojnameyên zarawê Kurmancî û Soranî û … ku bi tîpên latîn û erebî têne nivîsandin û yan jî li malperan de têne weþandin tinê hez bi kovara(Raman)dike,ev jî ne bi tevavî, belke ji ser wê eqîdêye ku mumkine ev rojnameye rû bi baþî here,ya gutinê ye ku Kurdan bi derdiserkî zor ji nav mala xwe û sirguniyê de pitir ji 70 salan karê rojnamevaniyê ceribandiye û nexastiye ji wê barê de ji Rojhilata navîn kêmtir be.ber wê yekê ji her derfetekê heta niha bo çapkirina rojnameyên Kurdî behre birîye.di tevavî dinyayê de zimanê rojnamevaniya giþtî sade û hêsane bi xatira têgiheþtina hemî qiþrên gel,belê hinik kovarên texesusî û taybetî li bara her tiþtikê de mumkine hebin wekî piziþkî,edebî …ku van kovara behsekî coda heye.heger menzûra Þaklî rojnameyên taybetîne dibe negotiba Kurda çi rojname çininin belkî dibe gotiba çi rojnameyên edebî çininin ku ser dilê min bin.heger rojnamevanê me bi Kurmanc, Soran, Kelhor,Lor,Lek,Hevram û Zaza hemû nezan û bêsevad û zanko nedîtîne,em çibikin ku dilê dilsojê gelê Kurd xweþ be?derê weþanxanê rojname û pirtûkan ku izna van bi xûna ser didine me bigrin û destê xwe danêne ser hev û biçine malê xwe û heryek xwe koncekê de weþêre destê rebeniyê danê bin serê xwe?heta Þaklî durist nivîsînê nîþa rojnamevana  bide ku bizanin nawê(Þêx Mehmûd)durist binivîsin êdî careke din kesik peyda nebe vê navî binvîse Mihmûd yan Mihmud ku xelk me nekene.  Û avrûyên me dinyayê de neçin û Þaklî rewþa rojnamevaniya van beyem ke? Birastî rojnamevaniya Kurd û çapa pirtûkên Kurda gelik bê reng û rûmete û çi teisîr li ser gelê Kurd nekiriye ku Þaklî bi vî avayî ji pirtûk û rojnameyên Kurdî naomêd bûye?emma Þaklî tiþtik bîra xwe biriye û xetayê vî jî ninin çimko ev li mêjwe ji welat derketiye û hê nizane ku me hikûmetik çinine em bi xwe jî ha.zimanê istandard ku bi piþtgiriya devletan tên çêkirin me çinine niha her kesik bi gurekî zarava menteqa xwe qise dike û dinvîse,ewê çi rebt bi durist nivîsandinê nine hinik herîmên Kurdan de dibêjine Mehmûd,Mihmûd û peyiva mehkûm wekî nawekî Kurdî hinik vilayetên Kurdan de dibe Mihko eva tiþtik nine ku bêsevadekî wek min ji zimanzanekî navdar wekî Þaklî re bêje çonko Þaklî li ser hemî zaravên ku dewera mezine Kurdan de tê qise kirin musellet û þarazaye û hetta istilahên þivan û berxevan û werzêrên çiya û deþt û dolên welatê xwe bi baþî dizane.

Kora zaniyariya Kurd : kora zaniyariya Kurd feqt û feqt ya salên 1970 _ 1974ê ne ku li Bexdayê dest bikar kir û endamên wê Hêmin,Hejar,Qanatê Kurdo,Elaedîn Secadî, Cemal Nebez, Þêx Muhemedê Xal,Þukur Mustefa, Evdurehmanê Hacî Marif… êdî kesê piþtî van heq nine bêje emê kora zaniyariye Kurd ji nû avakin,bi gemana Þaklî devrana nezaniya Kurdîye û dibe Kurd bi fikra renisansekê bin, çimko rewþenbîrên rast û duriste Kurda çone ber rehmeta xudê û ji wê gurûpê Þaklî tenê maye û mijûlî dersdanê ji bajarê Obsalayê ye û destê vî nagehe ku korekî zaniyariyê ji Kurdan re çêke,bes ya baþ ewe ku kes basa kora zaniyariye Kurd neke û her kesê bal vê kora tifkekul kirî re here dikewe gora zaniyariye Kurd.ez xwe nizanim ku cihan paþî mezinên xwe yê çoyî ser dilovaniya xwe çavan idare dibe? Pêvîste ji Þaklî bipirsin ku Rûsiyê,Firense,Ingilîz û Hindustanê piþtî mirina Tulistoy,Vîktor Hogo,Vîlîyam Þikispîyêr,Rabîndranat Tagor korên zaniyariye welatên xwe girêdan û gotin piþtî van kor nabe hebe çonko kesên bîna van têde ninin û yan bo qelev kirina çand û hunera welatê xwe korên zaniyariyê berfirehtir kirin? Tikaye ku kak Þaklî gelê xwe bê bersiv nehêle.

Ziman û zimanzanê Kurd : bi gotina Þaklî Zimanzanê Kurd du kes bûn Hêmin û Hejar ev jî çone ber rehmeta xudê û bi eqîdeya vî miriv dikare bêje Þukur Mustefa jî zimannase. Þaklî bi  anîna du istilahên zimannasîyê yê xerbî dibê heger Hêmin û Hejar ev peyivana ji mi bihîstiban dê fikir kiriban ku ez navê dermana van re dêjim,belê her zimannas bûn gerçi istilahên zimannasînê nezanîbin.lêreda Þaklî Qanatê Kurdo ku Kurdlog,serokê rojhilatnasiya Sivêta berê û dersbêjê zankoya Lênîngiradê ku gelik Kurdê Baþûrê þagirdên vî bûn wekî Dr. Kemal Mezher,Dr.Marifê Xezneder  ku ji zadigeha vîne ji bîr dike.Seyda niha ku gelê Kurd bê zimanzan û zimannas maye çav bi rêya teye ku carkî din tu jî wekî Qanatê Kurdo dûr ji qudetiyê û xwe ragirtinê mêr û jinên ha ku bi fikra te kêrî îþê zimanê Kurdî bên tore ke û bi þîne Kurdistanê.

Rênivîsa Latîne Kurdî : Þaklî bi sê delîlan ewê rênivîsê ji Kurda re xirab dizane: 1- 20% yan 25% ji pirtûkê serekiye Kurdî bi wê rewþê hatine nivîsandin û 75% yan 80% bi rênivîsa erebîne.eva delîlekî baþe ku rênivîsa erebî bibe rênivîsa istandarde Kurdî 2- rênivîsa latîn de 6,7dengên Kurdî kêmin û çi herf ji bo van  nehatine danan 3- ev rênivîse me ji ferhenga Rojhilata navîn dûr dike û me nêzîkî Xerbê dike Þaklî bi gotina rênivîsa erebî nerihet dibe û dêje kengê Îranî û Pakistanî bi wê rênivîsê dibên erebî.heta devletê ingilîsî ziman jî bi wê rênivîsê dibên(forma Firatê).rênivîsa erebî li kur hatiye?

Heger pirtûkên me yên berê û serekî bi tevavî li ser rênivîsa erebî bin çi miþkil çinine,belê vaqiiyeta îroyîne me tiþtikî din dibêje,dibê gelê Kurd beþa Kurmancî devr û berê 70 salane ku bi wê rênivîsê dinivîsin ku piraniya Kurdê cihan pêktînin heta beþekî zor ji rewþenbîrê Soran daxaza wê rênivîsê dikin û gelik malperên Soran de bi wê rênivîsê dinivîsînin.heta piþtî wefata xudê lêxoþ bûyî Celadet Bedirxan dema ku Hejar li ber hikûmeta Nûrî Seiîd ji Îraqê direwe û du salan ji Tirbêsipî Rojavaya Kurdistanê de dimîne û hatin û çona rewþenbîrê vî dewerî dike,rojkê tev nemir Cigerxwîn diçine þamê bo seradana Xalid Bektaþ livir Hejar baredoxa komonîstan  ji Bektaþ dipirse û Xalid dersedê endaman ji Kurd û Ereb û Ermeniyan ji Hejar re dêje,viha diyar dibe ku derseda endamên Kurd ji endamên Ereb û Ermenî pitire belê kovara organa hizba komonîst bi du zimanê Erebî û Ermenî tê çap kirin.Hejar dibêje Bektaþ çire zimanê Kurdî bi tîpên latîn ku hemî Kurd têdigehin nayê çapkirin li halekê de ku endametiya van di partiya komonîst de ji hemûyan pitire?Hejarê ku tere but bû tu gelik hejê dikî rênivîsa latîn re ha bû û dizanî ku ewê rênivîsê çavan dilê milletê Kurd de cihê xwe peyda kiriye.lê te çire nezanî?

Kêm bûna tîp yan herfên Kurdî û beramberî nekirina van zimannaskê re ne tiþtik girîng û dijvare,kesê ku bo cara evil balafir çêkir,balafira vî ne wekî balafirên îroyîne,dibe me resmên van pirtûkên dibistanê de dîtibin.ev balafira ku em îro dibînin paþî evil car ku hatiye xeliqkirin rojbiroj gorankarî têde hatiye kirin heta giheþtiye wê derecê,ziman û destûra wê jî her visane. Dibe eyb û neqsên wê di karanînê de bi fikra zanayên wê þolê bên kutayî kirin.

Rênivîsa ziman jî her wekî ziman nîþana cêvaziya gelane belê nabe sebeba dijminatiyê û yan dostîniyê tev gel û milletan her wekû zimannasê me dizane bi hezaran sale ku ziman û rênivîsa wê di halê  guhartinê de ye û heta niha gelik gorankariyê mezin ji nav ziman û rênivîsa wê de pêkhatine,ev ji þiklên heyvana hatiye ser xettên bizmarî û xettên din ku em heta niha bikar tînin,aya li van gorankariya de xet berew baþiyê û kamilbûna xwe çoye û yan xirab bûna wê?hinek caran mumkine rênivîsek bersiva zimanekê nede û zanayên vî zimanî alegorekê têde çêkin heta bikare baþtir bigîje hedefê,hingê dibe zimannas bê û evan mehkûm ke û pêþiya zad û weleda ziman bigre?kes nikare,heta îro hemî milletê cihanê ku xudan hikûmetin beranberî hicûma peyivên senetiye Xerbê(welatên devlemend) ketine ser çoka.em ku bê devletin çibkin?bo misal me beramberî (kîbord, kampiyotêr, keys, email, sms, mobîl, mêmorî, internet…) çîk heye?kê dê bikare beranberî wê sureta wekî tûfane peyivên bîhanî de raweste û bergîriyê ji van biket? cenab Þaklî eger her bi wê suretê seniet û teknolojiya Xerbê hicûmê bide ser gelê cihanê ji nêzîk re hemî gelê cihanê feqet dê bi zimanekê baxivin û ev jî ingilîzîye.hingê edî hemî millet dê isaleta xwe ji dest bidin.

Rêberîya siyasîye Kurda : Þaklî dibêje rêberê Kurd nexwendîne û li ser çand û ferhenga Kurdî zalin û zanayên Kurd wekî bindestan ji van re serê xwe xardikin û dibine aletê destê van û çinikxorê vanin.birastî her milletê ku alimên van xizmeta dezgehê hikûmetê de bin û hakiman re xulametiyê bikin ev millet dê paþ bikewe û rengê serketin û serbestî û pîroziyê nabîne.belê hikûmetên ku hakimên van di xizmeta alim û zanayan de bin û ji van rênimûniyê bixazin dê roj bi roj pîroziyê bal xwe we bînin.ez bawerim ku ne hemî rewþenbîr xwe difroþine malê dinyayê û ne hemî hikmiran ilm ber pê dikin.ya baþ ev bû di wê barê de Þaklî ter û hiþk pevre neþevitandiban û mirivê qenc û xirab tevhev nekiriban.

Malbata Bedirxanîyan : Bedirxanî wekî çirayekî geþ di mêjûya gelê Kurd de diteyise bitaybet her du birayê sirgunkirî Mîr Celadet Bedirxan û Dr.Kamran Bedirxan.bêguman heger dilê van dû mal û meqamê dinyayî ba evan bi zanîna siyasî û eqlimendiya xwe dê dest xwe we anîban û gelikan hez dikir ku herdu birayan bikiþînne bal xwe û þoreþa Kurda bitemirînin û evan ji rewþebîriya Kurd û têgehandina gelê van cuda kin. tohmet ji mirivên ku tevavî jiyana xwe qurbana gelê xwe kirine gunehkî mezine. kes pê berpêkirina mezinê xwe mezin nabe belkî diþkê.moxabin derdekî mezin li nav gelê me de hinik caran bal hinik kesan tê dîtin û ev derdê tomet û tavanbar kirin û terora þexsiyetê mezinên gelê Kurde wekî niha ku em dibînin ku dêjine Celadet casûs û heveqîdeyê kemalîstê bêdelîl û bêsened û bêmedrek her bi wê xatirê ku herduyan rênivîsa xwe kire latîn.ev tavanbarkirna ya evil nine û ya axirê jî nabe belê heyfe kesek ku xwe daniþgahî bizane û bê sened û medrek qise neke bi zen û gemana xwe istidlalekî serserî  balê xwe bikiþîne ser tometa,heger miriwekî ders nexwendî ba çijê nedhat.belê bi vî avayî em dêjin xudê nekir ku xwendevar bibne mîrê Kurda dê mezinên me hemî qebra de derêxistiban û hestiyê van kiþandibane dara îdamê bi tavanên casûsiyê.gelo þokur…

 

 

  

Seyid Feysel Moctevî

Sine 2007-07-22



[1] Ger dari kelamê semeran tu newerînî

Dê eyb û huner kaseyi dil bibne nihênî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org