Þengala Birîndar

Feysel Mojtavy

 

Perên te

Yên

Rengîn

Carekî din

Wekî

Kerkûk

Û

Helebçê

Bi qehra dijmin hatin sotin

 

Qîriya

Zarûkên te yê bêziman

Di landikê de

Li der û kulengê

Guhê alema ker de

Dizivirin

Ema

nayêbihîstin

 

Penbû

Dikin pençerên guh

Piþtî teqîna bombeyên terorîsmê

Terorîsma kor

Ku bêgunehiya te

Ya îro

Duhu

Pêr

Betirapêr

Di bal û zêhan cihana mekirbaz de

Nemîne……

Ma teqîna

Bombeyên

Terorêstên

Ereb

Xûn mij

Xûnxar

Znjadperes

 

Kêmtire

Ji

Erdhijîna

Pêroyê

Ya 8 rîþtêran?

Ku

Hêlîna te

Li ser sorsorîþka de

Hirifand

 

Pitir

Ji

Hezar kes

Bê mal

Can

Û dest û pê kirin

Barana xema li çavên westiyayîye te dibarîn

 

Þengala rengîn

Xûna sor

Ser perên tey delal

Destên cinayetê

Nimayiþgeha milletande

Dide ber mezatê

Heger carkî din

Çavê xwe negirtibin

Wekî

Enfala gelê kurd

Ya pêþîn

Bi destê baþtirîn ereb

Serokê Hizba Beis

Ji zevî  û zar

Ciya û sere kanyên welat

Kirneder

 

Ku

Mala gelê kurd

Çolbe

Xirabe

Bibe cihê

Kundê ereb

 

Ne

Þengala dela

Erdê teyî zêrîn

Bi koriya

Çavê dijmin

Bi gulê Glisten

Rengîntir be

 

Yên desdirêj

Xûn mij û xûnrêj

Ku destê xwe

Di dirêjiya

Dîrokê de

Bi xûna

Te þuþyine

Dê destê van biþkê

Û bibe mêvanê gerdena van

 

Þengal

Þehîd

Birînadr

Malên hiloþiyayî

Zindaniyî

Sirgonîyên te û bajarên bira

Ji sînorê hijmartinê derbaz bûne

 

Belê

Tu û

Xûþk û birayên xwe

Her mane

Heta ku

Bi kuriya dijmin

Alaya serbestiyê

Di sibekî ronahî de

Ser dîvarên birîndare te

Sirûda pîroziyê bixwîne

 

 

Sine  2007-08-17

Helbest : Nû

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org