|
Tinê Kerkûk?
Baredoxa
herîma Kurdistanê nêzî 20 salan deshelatê hemî kosp û tengavî û
deskevtnê xove ji milên abûrî û sîyasî û sepandina yasayê bi Îraqa
fidiral di hindr û derve êxistine ser avê û çi layenên vê heta bo þivanên
serê çîya di koncê tarîtiyê de nemane,veza jîyana nîþtecîyê herîmê
hevce bi gotinê nine,vekî hatiye gotin (eva ku eyane ne hevce bi beyane). Ji
derbara Kerkûkê û xala 140 bilî paþte hêlan û vext kuþtinê,destê rêxrava
nav netevî têxistin û þovênîyê Îraqê derfet peydakirin ku 140ê hûrken
û bikene 24 û dengdana dinyayê ku ber esasa dengdêrane,di Kerkûkê de
bikene 33% bo her yek ji kurd û tirkman û ereban ku dengên kurda di
navbera ereb û tirkmana de bê beþkirin.Kêþeya Kerkûkê ha çareser bû.levra
deshelatdarên kurd niha êdî Kerkûkê naxazin,belkî dixazin hilbijartina
vê paþ bêxin heta ku ji devra Sedam xirabtir nebe. Bi
derêxistina pêþmergan ji derveyi sînorê kesk,ji parêzgeha Dîyalê
zenga metirsîya hêzên parastina Kurdistanê ziringî.vekî ha diçe pêþ
sibê ji parêzgeha Mûsil û dusbe dê ji Kerkûkê derkevin û piþtî
demekî nêzîk di herîma Kurdistanê de dê bên minhelkirin û cihê xwe
bidne artêþa fidrale Îraqê.çiku di yasayê de hêj veza pêþmerge revþen
nebûye û erebên þovênî van bi mîlîþiyayê nayasayî dizanin û eva
di halekê deye ku piranîya parlimantaran di Îraqa fidiral de ser bi þovênîstaye
û ber vê yekê ev di vê bovarê de jî dê topê pavêne nav dervazê
kurdan. Ji
nêzî 50 û çend xalan ku di yasaya Îraqê de mafên kurda diparêzin,gelo
kîjan ketîne nav piratîkê û îþ pê tê kirin?her roj bi hecetekê xalên
parastina mafên kurda tên binpê kirin,dema ku parlimanê de tên þirovekirin,yek
bi yek dûhevre tên hiriftin.tu dibêjî hirya ristîye devra yasadananê
ye ku kurm ketinê û carkedin xwe bi xwe dibe hirî û bi bala berjevendîya
þovênîstê Îraqê tê ristin.heta postên deshelatdarîya kurda li
Bexdayê de ku bi tevafiqa
netevî hatine vergirtin roj bi roj lavaztir dibin û nikarin erkê xwe bi cî
bînin. misalekî biçûke vê,dûrkirina Zêbarî û kurdên endam di
pirojeya girêbesta tevafiqa nav bera Îraq û Imrîka bû ku hêj
berdevame.Imrîka damezrênerê herîma Kurdistanê ye.vê paþekêþîya
kurda û tengasîya van di hemî bovaran de dibîne belê çavê xwe danîne
serhev, goya berjevendîya van di Kurdistana damezirav de nemaye. Niha
em ser durêyana man û nemana Kurdistanê ne,bê kes û bê xudî,yaku
deshelat daran bi zanîn û nezanîna xwe kirin eve bû ku em gehandine vê
astê,revþenbîr û nivîskarên kurd ta çi radeyekê karîn ji ser kiryarên
deshelatdarên xwe bi bandor bin û deshelatdaran gudarî van kirin yan
na,serê me bi kevir girt yan na bila bimîne.niha erka ser milê hemî revþenbîr
û sîyasetvan û nivîskara ye ku bi rexneyên nebicî rêyên mayî ji
deshelatdaran tengavtir nekin û bi ayetên yeisê sistî û dilnigeranîyekî
zêde ji gel re çênekin.teþvîq kirina gel ji bo dengnedanan ji alîyê
hinek nivîskarên dilsoje kurd ve dê çi deskevtekî netevî hebe? Ya
baþ eve di vê devra tengasîyê de hemî des bidin des hev da bikarin dîvarê
bilinde pîlanên dijminan ji ser van de hiloþînin.cihê þukrêye ku revþenbîrên
kurda heger ji yê xelkê zêdetir nebin kêmtir ninin,eva pavanekî mezine
ji bo ku bikarin kincê xwe ji avê derbînin.bi van hemî revþenbîr û
nivîskarên kurd ku ji derveyî velat dijîn û her yek ji van dîplomatek
tê hesibandin û dikarin bi dan û sitandin bin û rêxravên berçav
biafirînin, heger neken û carek din berka me av bibe nivþên pêþerojê
dê me bi tif û neilet bikin. Seyid
Feysel Muctevî sayedfaysal@yahoo.com Sine
2008-09-05
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org