Xelatê Mista Gel

 

 Seyid Feysel Moctevî

 

 

Irada gel cihan ji xeva giran hiþarkir,hirehira lêmiþta meþên insanîye kurd li newroza 2008 an bîr û baverên xirabe cihanê li derbara kurdan de ji holê rakirin,kombûn û beþdariya gelê kurd di ceþna newrozê de bû sedema texyîr û tehevilkî esasî di sersala nû de ji ber vê di nêzîktirîn vext de ku cejna nevrozê tê pîroz kirin dadigeha Evrûpî partiya PKK ya milletê kurd ku ji ser zexta kompiloya navnetevî bi terorîsmê tavanbar bû ji nav saziyên terorîstî tîneder û çi delîl ji bo terorîst bûna vê nabîne û ji vê sûçê hat tebriekirin.

Mista mezine gel ku ji tifaqa milletê hiþyare me pêkhatibû ji ber agirê nevrozê bi coþekî mezin û aþtîxazane di piranîya bajar û metropolande ji nav welat û derveyî welat çavê cihanê ji ser mafê revaye kurdan vekirin û diriþma serekîye (Êdî Bese) ji sînorê sansora impiryalîsma xeberî derbaz bû,heta dijminên sûndxarîye kurdan nekarîn coþa pir xoroþe van nebînin, heybeta newroza nû omêda serkotkirinê naomêdkir.

Kurd ji çineyîyê hatine ser heyatekî nû,hatin naskirin, bûn xudîyê nasnameyekî navnetevî bi zimanê dijminê xwe,wekî Erdoxan ji Suêdê de dibêje kes nikare zimanê kesekê jê bistîne û kurd velatiyê mene û þehrivendê derce 2 ninin belkî welatiyê me yê serekîne.emê ji van re tilivizyona kurdî vekin.

Berpirsekî radyoya Tehranê dibêje[1] : (dema ku taze radyoya kurdîye Tehranê desbikar kir,piraniya bîserê vê kurdê bakûrê bûn û bi name û nivîsên xwe piþtgîriya vê radyoyê dikirin û li ser radyoyê nav û nîþanên van dihatine xwendin bi navê Kurdistana Tirka û tirk ji vê revþê nigeran bûn û balyozê van tê radyoya kurdîye Tehranê û destûr dide karmendê radyoyê ku navê kurdê tirka neynin û ji ber hindê dema nameyên kurdê bakûrê ji ser radyoyê tên xwendin bêjer bedela navê kurdê tirkan dibêjin (heçî cihê lê)hingê berpirsekî radyoya kurdî dibêje balyozê tirka gelik keyfa þahê Îranê kurda tê û radyo ji van re danîye lê çire tirk visa nakin.balyoz bi kerbve mistikê li ser mase dide û dibêje keyfa þah kurda nayê lê ji mista kurda ditirse,gava ku em jî ji mista kurda tirsiyan emê van re radyoya kurdî vekin.)

Agahî û rabûna ser pêyan bi giþtî xelatên mestir di pêþerojê dibîne û azadiya welat di gireva yekîtiya gelê kurde û bi rêyên aþtîxazane û medenî bi yêkdengî û pevrebûnê dê çiyayê bilinde azadiyê bi coþekî mezin feth kin.

 

 

 

Sine 2008-04-04

Seyid Feysel Moctevî

 

 



[1] Seyid Ezîz Elevî li 1930ê li gunê Kurane ser bi mehala Soma û Biradosta girêdayî bi bajarê Urmiyê hatiye dinyayê û di sala 1958 xebata xwe vekî evilîn bêjerê kurmance berna ma radyoya kurdîye Tehranê despêkir û disala 1980ê bazniþetbû.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org