Xoybûn

 

Seyid feysel Muctevî

 

 

Xoyibûn bûye hedef bo qehr û kîna dijminan

Yek biyek yekbin birabin hemdem û hem piþtivan

 

Destê hev berdan gunahe destê gel girtin bikin

Darê tek zû tê þikandin darikan cem hev bikin

 

Reqreqa,hestî þikandin kavira mayî tinê

Mêjikê min vê dixo dîn kirme çolê da revan

 

Nav û nîþanan fedakin ser gelê xwe bo xudê

Ya dikin îro bi sazê nîne saza berxudan

 

Kûþtiyê fikrên cudane bîr û boçonên nevî

Fikri mecmûۥa çeman bit,dê ji gel bit zêrevan

 

Ka qelem ka kaxezek nû seyid ez derkim kulê

Dibirîn mameb tinêtî mame bê kes bê xudan

 

Ma kesek dêbê bizanim,der ji ahê min veke

Mencela xo da kelî ma,sot û avê ser bikin

 

 

 

 

 

 

 

Seyid feysel Muctevî

Sine 2008-08-16

Helbest : Xezel

Vezn : Failatun Failatun Failatun failun

Behr : Remel Musemen Mehzûf

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org