
Seyid
Feysel Moctevî
mojtavy@hotmail.com
Yekin
yan na?
Seyid,Mella
û Sofî ketne pê hevdu û çone cem deravek xweþ ketin nav baxekî keske
tijî êmîþ û tiryê vê giheþtî bû.bi dilkî kul li tiryê baxevan
xarin,nehêlan ser xwe avatek.dema çave xudanê baxi ket van her sê bêdîna,bi
dil dêje mi çênabe bikim þer tev sê zirpîya,dibe yekyek li nav rez van
bikim der ez.
Dibê
sofî: eva yek sahibê ilme û yê din seyid û serwer,û ev tacin li xelkê
ra,eger xarin li tiryê min,minet baran kirim lavo.zikat û xomse nav baxî,heqê
mella û seyyid bû.çima hatî bi talanê rezê xelkê dikî vêran te bo
navê xwe kir sofî,ridîn tirçik,tu þerma van riha nakî?tu nabêjî xudê
bîna û agahe?çima dizyê dikî bêdîn,çima xaliq tu nabînî?mela,seyid
dikin mêze dibêjin raste ev peyva.li heq em nabihorin baxevan bîne tu darê
xwe ku em tev te bidin sofî ku carek din kesek wek vî neçit nav bax û
baxata neket berpê keda xelkê.gelik þivda gelik qut dat bi destê herdu
yarê vî û kir cendek li bin pênan û mistê xwe.
Dema
sofî li van kir dûr dibêje melle ev þexsa li nesla ali yasîne li xwîna
van du nevyê vî Hesenî yan hosêynîne,bi qedr û qîmetin evro,li ser me
sîbera van nûribarane.dema seyid dike mêze li baxê me gulek sed gul dide
zêde,dibe berket li baxê me.leva em çav dikin sirde li pêlava þerîfe vî
ku ev dê bibte þafii bo me heþrê da.ema mella meger nînî tu ser destûri
pêxemper?meger bara herîm û der,te bo feqyan nekir cencer?dibêjî van
nekin dizyê li dîvaran neçin evraz,çima te der mi iþkandin?heramî
girte pêþya xwe li min bûyî dizek îro.te malê min bitalan bir,tu wek
ker bê serî bo hatî kadînê? te zik malê heram kir pir,te dînê vî
firote tiryekî erzan,tu þeyadî û fêrî xarinek miftî,ninî miftî,derevker!nagirit
renga,xenêya te bi tiblan da,seyid zanit tu þeyadî,te bo ûþyek tirî
destûri ceddê vî li bin pê kir dibit darê ciza bînî,dibit tenbîhi bî
îro.seyid jî bû dijî mella û mella kirne beyna xwe û dane ber refes,pêna,heta
înane ber kuþtin.
Dema
kabra,bi lêba tefriqa çoyî,mela sofî, kutan û kirneder baxî û ma gel
seyidê tenha[1]dibê
seyid tu evladê mohemed mostefa nînî, veledizna! tu bîjî nabe vê nesla
moseffa hatibî dunya,ne dizbû ev moellim bû li dinyayê.nezanê diz çima
dêjî li nesla mostefame ez?hemî komel li dinyayê dizanin pake ev
nesla,seyê reþ nabe nûra heyveþev bînit.tu fasiq bûyî hatî nav rezê
min da.ezê te bidme darê ter ku piþta te biþêlînin,heta dinya te ser
piþta xwe pavêje bigiryan bî.nebêjî ez li nûrê me,dizî tarîtiyê tîne
nikare bête ber nûrê.bi vî terzî xudanê baxekî bêder hevalên
quldire pir ker bi destê hev kirin çalê bi darê tefriqê qut dan….!
Seyid
Feysel Moctevî
Senendec
2005-11-08
Behri
Tevîl
Vezn
: Mefaîlon
[1] tinê
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org