KERKÛK DİLÊ KURDÎSTANÊ YE

Ev demek e Tirk her roj di nûçe û rojnameyên xwe de qala Kerkûkê dikin û dibêjin Kerkûk bajarê Tirkmenan e û li wê derê piranî Tirkmen dijîn. Ez di vê gotarê de dixwezim bi çavkaniyeke (Kaynak) li ser vê meseleya Kerkûkê çend gotinan bêjim û bi vê çavkaniyê vê meseleyê zelal bikim. Kerkûk ne bajarê Tirkmenan e belku bajarekî Kurdistanê ye. Ên ku hinek ji dîrokê fêm dikin, baş dizanin Kerkûk her dem bajarekî kurdan bûye. Lê li Kerkûkê Ereb, Tirkmen, Asurî û milletên din jî li wê derê dijîn. Ev çavkaniya ku ez di vê gotarê de bidim naskirin, pirtûka nivîskar û lêkolîner M. Emîn BOZARSLAN a bi navê ”Di Dîrokê de bo cara yekem di Ansîklopediyeke bi Tirkî de Kurd û Kurdistan” e. Ev Ansîklopedî ji aliyê Şemseddin SAM‹ ve di salên 1889-1898‘an de bi navê ”Kamûs’ul-A’lam” bi zimanê erebî hatiye nivîsîn. Nivîskar û lêkolîner M. Emîn BOZARSLAN jî ji zimanê erebî tiştên li ser Kurd û Kurdistanê hatiye nivîsîn wergerandiye ser zimanê tirkî. Ev pirtûk di sala 2001’î de li Stenbolê di nav weşanên Deng de hatiye weşandin. Di pirtûka bi navê ”Di Dîrokê de bo cara yekem di Ansîklopediyeke bi Tirkî de Kurd û Kurdistan” (TAR‹HTE ‹LK TÜRKÇE ANS‹KLOPED‹DE KÜRD‹STAN VE KÜRTLER) Şemseddin SAM‹ Kerkûkê wiha dide nasîn.

KERKÜK:  Kürdistan’ın Musul ilinde ve Musul’un 160 kilometre güneydoğusunda, bir sıra tepelerin altında, geniş bir ovanın kenarında ve Edhem ırmağı üzerinde, Şehrezor sancağının merkezi bir kentir. 30.000 nüfusu, kalesi 36 cami ve mescidi, 7 medresesi, 15 tekeye ve zaviyesi, 12 hanı, 1.282 mağazası, dükkân ve bedesteni, 8 hamamı, ırmağın üzerinde bir köprüsü, bir ortaokulu ve 18 çocuk okulu, 3 kilisesi ve 1 sinagogu vardır. Bir tepenin üzerinde bulunan kalenin içi ile kalenin altındaki mahalelerden ve ırmağın sağ tarafındaki bölümden oluşur. Halkının dörtte üçü Kürd, geriye kalanları da Türk, Arap vesairedir. 760 İsraili ve 460 Keldani de vardır. Birkaç kervan yolunun kavşağında yer aldığı için, ticareti işlektir; Akarsuları da çok olduğu için, çevresinde bağ ve bahçeleri, portakal, limon, nar, hurma ve diğer meyveleri ile ürünleri vardır. Yakınlarında tuzlu sular, maden suları ve petrol çoktur. Kentte bez ve kumaş yapılır; 20 tezgâhı vardır. Bazı sepicilik yapımı ve kenevirden ip de yapılır. Portakal çiçeğinden su çıkarılır. Havası yazın hayli sıcaksa da sağlam ve güzeldir. Kentte peygamberlerden Danyal ve Üzeyir’in (üzerlerine selâm olsun) makamları ve Ehl-i Beyt’ten birkaç zat ile bazı büyükşeyhlerin türbeleri ziyaret yerleridir. Kerkük eski bir kent olup, eski adı ” Kerure”dir. Kerkük ilçesi Şehrezor sancağının merkez ilçesi olup, doğudan Süleymaniye sancağı, kuzeyden Köysancak ve Irbil ilçeleri, batıdan Musul sancağı, güneybatıdan Bağdat ili, güneydoğudan da Salahiye ilçesiyle sınırlıdır. Melhe, Tuzxurmato, Altunköprü, Kêl ve Şıvan adlarıyla 5 nahiye ve toplam 352 köy kapsar. Dicle’ye bağlı Edhem ve Aşağı Zab ırmakları ile bunlara ya da doğrudan Dicle’ye dökülen birçok çay, ilçenin içinden geçer. Toprağı az arızalı ve büyük bölümü düz ve geniş ovalardan ibaret olup, pek bitektir. Başlıca ürünleri buğday, arpa, pirinç, tütün, üzüm ve diğer meyvelerden ve özellikle limondan ibarettir. İlçe merkezinin kuzeyinde pek zengin petrol kuyuları bulunup, halk gaz gibi yakmak için alır. ”Babagurgur” adlı bir yerden de mavimsi bir alev çıkar. Değişik hastalıklara yararlı madensuları ile tuzlu suları da çoktur. İlçe merkezinin güneybatısında bulunan bazı kuyular tuzla durumuna getirilip, büyük miktarda tuz çıkarılmatadır. Koyun, keçi, deve, at ve diğer hayvanları çoktur. Yapağı ve keçikılının çoğu, yerinde kilim, aba vesaire yapımında kullanılır. (C. 5, s. 3846)

KERKÛK: Li eyaleta Mûsil a Kurdistanê û li 160 kîlometreya başûrê rojavayê wê di bin rêzegirekî de, li qeraxa deşteke mezin û fireh û li jorî çemê Edhemê, ku dişibe Şehrezorê bajarekî navendî ye. 30.000 şêniyê wê, kelehek, 36 mizgeft, 7 dibistan, 15 zaviye, 12 xan, 1,282 dikan û firoşgeh, 8 serşok û hemam, pireke ku li ser çemê wê hatiye çêkirin, dibistaneke navendî û 18k dibistanên zarokan, 3 kilîse û sînagogek hene. Keleh ku li ser girekî hatiye çêkirin ji nava kelehê, taxên jêrî kelehê û beşê aliyê rastê yê çem pêk tê. Gelê wê ji çaran sê beş Kurd in û beşê mayî jî ji Tirk, Ereb û kesên din pêk tê. 760 îsraîlî û 460 keldanî jî hene. Ji ber ku çend riyên karwaniyê digihîjîne hev bûye navenda bazirganiyê û karê bazirganî li wir baş e. Ji ber hebûna ava zaf li derdora wê bax, baxçe, bostan, portikal, lîmon, hinar, xurme û fêkiyên din hene. Li nêzîkê wê avên madenî û neft û petrol zaf e. Li bajêr pîne û parçe tê çêkirin. 20 destgehên wan kar hene. Li hin cihan benik û rîs jî tê çêkirin. Ji gula portikalê avê derdixin. Her çend ku havînan hewayê wê zêde germ be jî, lê xwezayî ye û bo tenduristiyê baş e. Bajar bûye ziyaretgeha çend pêxemberên wekî Danyal û Ûzeyir (silavên Xwedê lê bin) û ji Ehlê Beyt jî çend zat û ligel çend şêxên mezin. Lewre ew bûye cihê ziyaretê jî. Kerkûk bajarekî kevnare ye û navê wî yê berê ‘Kerûre’ ye. Şehrezor bûye navçeyeke navendî ya Kerkûkê. Ji aliyê rojhilat ve Silêmaniye, li bakur Koysencaq û navçeyên Hewlêrê, li rojavayê wê Mûsil li başûrêrojavayê wê eyaleta Bexdayê û li başûrêrojhilatê wê jî Salahiye li gel navçeyên xwe hene. Ew bi giştî xwediyê pênc herêmên bi navê Melhe, Tuzxumato, Pirazêrîn, Kêl û Şivan e û bi giştî 325 gundên wê hene. Çemên Edhem û Zaba Jêrîn, ku dirijin Dîcleyê û çend çemên din ligel van çeman di nava navçeyê re derbas dibin. Axa wê kêm xerab e û piraniya wê ji deştên pan û mezin pêk tê. Berhêneriya wê baş e û axa wê gelek bi kêr e. Berhemên çandinî yên herêmê yên bingehîn genim, ceh, birinc, titûn, tirî û fêkiyên din; bi taybetî lîmonên wê pir in. Li bakurê navenda navçeyê gelek gol û çalên petrol û neftê hene û gel ji suxtenî û şewitandinên wekî gazê sûdeyê werdigire. Li cihekî wê yê bi navê ’Babagurgur’ jî alaveke şînewî derdikeve. Avên wê yên madenî ku ji bo gelek nexweşiyan baş in û avên şor bi xwê jî li wir pir in. Mih, bizin, hêştir (dewe) hesp û sewalên wê yên wekî din pir in. Hiriya mihan û mûyê bizinan di çêkirina mahfûr, cacim û tiştên din de tê bikaranîn. (C.5, r. 3846)

Ev gotin ne gotinên me ne. Ev gotinên Şemseddîn SAM‹’ne. Şemsedîn SAM‹ bi eslê xwe Tirk e. Eger Dewleta Tirk û çekbazên wan ên çalak (Selehşûr) cesareta heye bila derkevin û bêjin 'tiştek wiha tune ye.' Bi rastî înkarî û derew pîşeya wan e. Ew vê yekê jî înkar bikin, ez ecêbgirtî namînim.

Di sala 1970'yî de di navbera PDK’ê û bi serokatiya Mele Mustefa Barzanî û rejîma Bexdayê de li ser statûya otonomî ji bo Kurdistanê hevdîtinek pêk hat. PDK û rejîma Bexdayê ji bo statûya otonomî li ser gelek tiştan li hev kirin, tenê li ser kêşeya Kerkûkê li hev nehatin. Sedam Huseyîn di encamê de xwest nîvê Kerkûkê jî bide Kurdan. Lê belê Mele Mustefa Barzaniyê mezin û  Qehreman der heqê Kerkûkê de wiha got; "KERKÛK DILÊ KURDISTANÊ YE." Û ew pêşniyaziya Sedam Huseyîn qebûl nekir. Dîsa şer dest pê kir heta sala 1975an li Kurdistanê berdewam kir. Ji ber ku Kurdistana me pir dewlemend e (zengîn e) dijminê me çav berdaye malê me. Wekî gurê har her dem dibêjin, em tu car Kurdistaneke serbixwe qebûl nakin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê heta niha pir bihayê (bedelê) giran daye. Gelê me li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava her dem ji bo rûmeta xwe, şeref û hesiyeta xwe têkoşaye û hêjî têdikoşe û li ber xwe dide. Bila dijmin vê yekê ji bîr neke, wan di Kurdistanê de li ser gelê me xerabiyên wisa mezin kirine, ku ew tu car nikarin vê nûsaziyê çêbikin û dilê gelê me bikirin. Heyiyên (Dewlemendiya) Kurdistanê yên sererd û binerd malê gelê Kurd e. Malê bavê tu kesî nîne. Gelê Kurd heta niha bi sed hezaran bedelê giranbiha daye û ne tenê otonomî an jî federasiyon sed hezar carî jî Kurdistaneke serbixwe heq kiriye.