AMED
SER E, KERKÛK DIL E FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
Almanya, 01.04.2006 TIRK LI AMEDÊ LI DIJÎ KURDAN TERORÊ DIMEÞÎNIN Amed
ser e, Kerkûk dil e, ne serî bê dil dibe û ne jî dil bê serî dibe.
Bila Tirk û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê van gotinan ji xwe re têxin
guhar û bi goyên xwe ve darda bikin. Li
ser komkujiya 14 gerîlayan ji aliyê leþkerên Tirk ve, ku hatiye gotin,
ew bi çekên kimiyawî hatine kuþtin, rejima Tirk li Amedê û deverê din
li hemberî gelê Kurd terorê dimeþîne û nahêle ku Kurd cenazê þehîdên
xwe jî binaþtînin(defn bikin). Tirk di xwe de wê maf dibînin, ku zarokên
Kurdan li ser çiya û kolanên Kurdistanê bikujin, wan wek terorîst rayê
cîhanê bidin û di ser de jî Kurdan tawanbar bikin. Lê gelê Kurd êdî
bê deng nîne, hiþyar e û bi çalakiyan reaksiyonan dide. Reaksiyonên
Kurdan yên siruþtî li ser hev rejima Tirkan dîn û har kiriye û rejîm
niha bi goþtê canê xwe ketiye, kîna xwe li dijî Kurdan dirijîne. Li
gorî agahdariyên ji çapemeniyê heta niha Kurdan 7 þehîd dane. Ji wan
þehîdan zarok jî hene. Bi
rastî ev ne cara pêþîn e, ku ji aliyê Kongira Gel – PKK ve tê gotin,
ku gerîlla bi çekên kîmyewî hatine kuþtin. Ev mijar wisa rast be –
ev yek bi temamî jî mantiqê dewleta Tik e – ev mijar dikare di warê
siyasî de roleke gelek mezin di mehkumkirina Tirkiyê de ji aliyê bîr û
raya navneteweyî de bilîze. Tenê divêt ev mijar ji aliyê hin doxtor û
rêxistinên navneteweyî ve bête îspatkirin; divêt termên gerîllayan
ji aliyê van kesên pispor ve bê kontrolkirin. Va ye termên hin gerîllayan
diçin Silêmaniyê, Mehabadê, Efrîn û Kobanî. Heger li Bakur qet nebe,
divêt li van cihên din mimkin be, ku doktor raporên wisa bidin û bêjin:
Ev term bi encama çekên kîmyewî hatiye kuþtin. Gelo çima Kurd girîngiya
vê mijarê heta niha nasnakin. Heger ev yek bête îspatkirin, mirov dikare
serdarên Tirkiyê bikiþîne pêþîya Dadegeha Den Hagê. Mirov tenê bi
gotinan nikare kesî îqna bike, divêt îspatên wê jî hebin. Heger
Kongira Gel – PKK û an jî malbatên gerîlla li ser vê mijarê
nexebitin, dê hingê ev îdiaya li hewa bimîne. Divêt di vê mijara
komkujiya kîmyewî de pêwendî bi rêxistina doxtorên sînornenas li
Firansayê bêye çê kirin. Wek
tê zanîn kincên general û paþayên ehmeqan yên bi qirêj li Þemzînan
derkete ser avê û ev demek e Tirkiye li ser teror û karên kirmînel yên
leþkeran hatiye kilîtkirin. Hukumeta Tirk, leþker û çapemeniya Tirkan
beriya cejna Newrozê lê xebitîn, ku rojeva terorê li Kurdistanê amade
bikin, lê ew di dema Newrozê de wek sala par bi ser neketin, loma li ser lêgerên
din sekinîn û niha xwe mecbûr dîtin ku Tirkiyê û Kurdistanê bi terorê
bidin mijûl kirin, kirinên xwe yên bi kirêt li ber çavê xelkê bidin
jibîrkirin û bibêjin xwedênegiravî goya ew li dijî terorê þer dikin.
Dewleta Tirk û xêrnexwazên Kurd yên tarî niha li bakurê Kurdistanê û
li rojavayê Tirkiyê provakasiyonan çê dikin, ku Kurd ji pirensîp,
daxwaz û armancên xwe dûr bikevin. Armanca dewleta Tirk û xêrnexwazên
Kurd yên tarî ew e ku çalakiyên Kurdan têxin cihokek þaþ, ku Kurd di
siyasetê de bi ser nekevin, dewleta Kemalîstan xwe bigihîne armancên xwe
û çalakiyên Kurdan di raya cîhanê de wek teror rayê bidin. Lê
dem û çerx êdî ne li gorî hêzên tarî digere. Dewleta tarî çiqas jî
terorê ji xwe re bike hacet, dê nikaribe rê li pêþiya pirsgirêka Kurd
û Kurdistanê bigire û bi ser bikeve. Dewleta Tirk û hêzên tarî êdî
çi dikin bila bikin, wan di pirsa Kurd û Kurdistanê de winda kiriye, ti
kes ji wan ne bawer e. Amed ser e, Kerkûk dil e, ne serî bê dil dibe û ne jî dil bê serî
dibe. Bila Tirk û xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê van gotinan ji xwe re têxin
guhar û bi goyên xwe ve darda bikin. Berpirsiyara
Olli Rhen ji Yekîtiya Ewropa roja înê daxuyaniyek da raya giþtî, ku ew
li ser bûyrên li bakurê Kurdistanê bi meraq in û ji dewleta Tirk tê
xwestin ku ew mafê Kurdan bide. Çavkanî,
malpera Frankfurter Allgemeine Zeitung Hêjayî
gotinê ye ku çapemeniya cîhanê gelek berbifireh cîh daye û dide bûyerên
li Kurdistanê. Tiþtekî gelek balkêþ e, ku BBC di nûçeya xwe ya di
31.03.2006an de bajarê Amedê(Diyarbekirê) wek paytexta herêma Kurdan
dide naskirin. BBC di nûçeya xwe de bi zimanê îngilîzî wiha dinivîsîne: Seven
people were killed in clashes between Kurds and the Turkish riot police in
and around the regional capital, Diyarbakir. Çavkanî,
malpera BBC
http://news.bbc.co.uk/1/hi/world/europe/4865928.stm Ji
bilî çapemeniya nivîskî, çapemeniya dîtbar jî, wek televîzyonên
Almanya, hemûyan li ser bûyerên Amedê û deverên din agahdarî dan. Çavkanî,
çapemeniya cîhanê bi zimanê Îngilîzî, Firansizî, Almanî, Îtalî û
Swêdî: http://www.chron.com/disp/story.mpl/world/3763090.html http://www.iht.com/articles/2006/03/31/news/kurds.php http://news.ft.com/cms/s/bbe5caac-c11c-11da-9419-0000779e2340.html http://www.welt.de/data/2006/04/01/868009.html http://archiv.tagesspiegel.de/archiv/01.04.2006/2446141.asp http://www.ledevoir.com/2006/03/30/105569.html http://www.lesechos.fr/info/rew_inter/4403119.htm http://www.swissinfo.org/sfr/swissinfo.html?siteSect=143&sid=6588845&cKey=1143655878000 http://www.ilmanifesto.it/Quotidiano-archivio/31-Marzo-2006/art72.html http://www.ilmanifesto.it/Quotidiano-archivio/31-Marzo-2006/art74.html http://www.dn.se/DNet/jsp/polopoly.jsp?d=148&a=533859 http://www.gulfnews.com/world/Turkey/10029816.html http://jang.com.pk/thenews/apr2006-daily/01-04-2006/world/w18.htm http://news.scotsman.com/latest_international.cfm?id=502492006 http://www.lemonde.fr/web/article/0,1-0@2-3214,36-756761@51-756762,0.html http://news.bbc.co.uk/1/hi/world/europe/4865928.stm http://www.liberation.fr/page.php?Article=371498 http://www.nzz.ch/2006/03/31/al/articleDPROZ.html http://www.welt.de/data/2006/03/31/867903.html http://www.abendblatt.de/daten/2006/03/29/547974.html http://www.fr-aktuell.de/ressorts/nachrichten_und_politik/nachrichten/?cnt=837590 http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/080.htm http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/068.htm http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/081.htm http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2006/13/066.htm
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org