AMEDÊ BI LAYÎQÎ BERSIVA GENERALÊN TIRK Û NOKERÊN WAN DA
 
 
 
FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 26.02.2008
 
 
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Ji êvara 21.02.2008-an de þerê generalên Tirk li hemberî gelê Kurd li axa azad jî bi hemî alavan berdewam dike. Ew agahdariyên digihîjin me, ku leþkerên Tirk derbên mezin dixwin dilên me xweþ dikin. Lê ji aliyê din ve jî em li ser daxuyanî û biryara desthilatdarên Kurdistana Azad pir dilgiran û nexweþ in. Mam Celal û kek Mesûd hên jî lê dixebitin, ku bi gotinên vik û vala ji vir û ji wê derê re daxuyaniyan bidin, ku dilê Kurdan pê hênik bikin. Lê di rastiyê de gelê Kurd roj bi roj baþtir bi polîtîka wan ya ambivalent(hevnegirtî-durû) dihese.
 
Bê guman generalên Tirk nikaribûn bêyî destûra DYA êriþî Kurdistana Azad bikin. Sedemên destûrdana Amerîka ji bo Tirkan pir alî ne. Lê desthilatdarên Kurdistana Azad jî baþ dizanin, ku Amerîka di Iraqê de îflas kir. Heger desthilatiya Baþûr di mijara êriþa Tirkan de li ser axa Kurdistana Azad bi biryar li dijî helwesta Amerîka derketa, Amerîka nikarîbû Baþûrê Kurdistanê têxe rîskê, çimkî li hesabê wan jî nedihat.
 
Lê mixabin mam Celal û kek Mesûd ji bo berjewendiyên xwe heya niha wek pepûkan hustiyên xwe li ber generalên Tirk xwar kirin, helwesteke tund nîþan nedan û rûmeta Kurdan di raya giþtî de biçûk xistin.
 
Raya Kurdî û hemî civat û ronakbîrên Kurdistanê di wê baweriyê de ne, divêt Kurdistana Azad bersiveke leþkerî bide Tirkan, ku ew êdî nikaribin ji nava wê hezeyanê derên. Divêt rayadarên Kurdistana Azad jî ji bîr nekin, ew ax serê çiya be jî, ti kes nikaribe li wêderê bijî jî, ew erd, axa Kurdistanê ya azad e û ew zarokên li Zapê, Xakûrk, Avaþîn, Qendîl û derên din li serê çiyayên Kurdistanê zarokên Kurda ne. Diya wan zarokan heye, bavê wan heye, xwûþk û birayên wan û yên ji wan hez dikin hene. Em çiqas jî bi mafdar desthilatdariya PKKê rexne bikin, lê ew keç û xortên bi bîr û baweriya Kurd û Kurdistanê ji bo doza rizgarkirina Kurdistanê derketine serên çiyan bi canê xwe þer dikin. Divêt qet nebe em ji wan re rêz bigirin û bejna xwe li ber wan bitewînin.
 
 
Serê Kurdistanê Amed di 25.02.2008-an de bi sed hezaran li hewara keç û xortên Kurd derket, lê kanî bersiva Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê?
 
Divêt Baþûrê Kurdistanê wek Amedê bersiv bide generalên Tirk!
 
Divêt Pêþmerge bi gerîla re þerê leþkerên Tirk bike û çiyayên Kurdistanê ji wan re bike goristan!
 
Qamîþloka rengîn, Efrîn û Kobanî hûn çima bêdeng in, kanî helwesta We?
Mehebad, Sine û Ûrmîye hûn çima bê deng in?
 
Bajarê Qersê, Agirî, Wan, Erzirom, Mûþ, Çewlik, Dêrsim, Xerpût û hemû bajar û gundên din li Kurdistanê êdî hûn ji kîjan rojê re sekinîne û serî li hemberî roma reþ ranakin?
 
Ma þeref û namûs ji bo Kurdan çi ye? Gelo ji axa welat pêve bi þeref û bi rûmetir çi heye?
 
Hey pêþmergeyên qehreman! Hûn çima þerefa Kurdan naparêzin?
 
Hey lehengên Kurdistan! Hûn çima li hêviya biryara desthilatdarên di nava hezeyanê de ne sekinîne û guleyan di dilên dijmin de nateqînin?
 
Ma keç û xortên Kurdistanê yên niha di bin jiyana mayîn û nemayê de ne xûþk û birayên we nînin?
 
Hey pêþmergeyên qehreman û leheng! We di dilê gelê Kurd de text girtiye, heger hûn dengên xwe ji neyaran re nekin, bi gerîla re li berxwe nedin, dê hûnê çawa bersiva dîrokê bidin?

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org