GELO ÇIQAS BAWERÎ Û ÎTÎBAR BI GUHERÎNÊN TIRKAN HEYE?

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 18.05.2009
 
 
   
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Serokkomarê Tirk, Abdullah Gul di 10ê Adarê de ber bi rêya Tehranê li hewa ji rojnamegeran re got:
 Kürt sorunuyla ilgili yakýnda çok iyi þeyler olaca. Bu sorunu sadece yurtdýþýna yüklemek yanlýþ olur” (Dê di demek nêzîk de di pirsgirêka Kurd de pir tiþtên baþ bibin. Dê þaþ be, ku em vê pirsgirêkê bi tenê têkin hustiyê welatên derve)
 
Abdullah Gul berî niha li ser vexwendina serokkomarê Iraqê, mam Celal Talabanî di 23ê Adarê de serdana Bexdayê kir. Gul di balafirê de li hewa ji rojnamegeran re behsa sedemên çûyîna xwe ya ji bo Iraqê kir û cara yekem di dîroka Tirkiyê de wek serokkomar gotina Kurdistan bi nav kir. Dema ew vegeriya wî di civîna çapemeniyê de înkar kir, ku wî peyva Kurdistan bi nav kiriye. Lê kesî êdî ji Abdulah Gul bawer nekir, ku peyva Kurdistanê ji devê wî þimitî be.
 
Ji aliyê din ve kevneþopiyek siyasetmedarên Tirkan bi taybet serokkomar û serokwezîrên wan heye, ku beriya ew bi hewa bikevin û herin dewletên Ewropa û yên din, di balafirê de li ser çareserkirina pirsa Kurd, demokrasiyê û mafê mirovan çi tê devê wan dibêjin û projên xwe radixin. Dema ew vedigerin û lingên wan li Tirkiyê erd digire, hemû gotinan înkar dikin, an jî dibêjin, goya ew þaþ hatine têgihîþtin. Ango bi gotineke din derewên wan li hewa dimînin.
 
Lê serokkomarê Tirk van dawiyan taboyên generalên Ergenekonê li ser taboyan diþkîne. Wî bombeyek din jî ji vegera xwe ya ji Pragê di 9ê Gulanê de teqand û dîsa di balafirê de li hewa li ser pirsgirêka Kurd got: "Ýster terör, ister Güneydoðu, ister Kürt meselesi deyin, bu Türkiye'nin birinci sorunudur. Halledilmesi lazýmdýr" (Tu dixwazî bibêje teror, tu dixwazî bibêje bakurêrojhilat, tu dixwezî bibêje pirsgirêka Kurd. Ev pirsgirêk, pirsgirêka Tirkiyê ya yekemîn e. Divêt ew bê çareserkirin)
 
Ji dema ku serokkomarê Tirk peyva Kurdistanê bi nav kiriye, herwisa vekirî behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, êdî pir kes li Tirkiyê di nivîs û gotarên xwe de gotina Kurdistanê bê tirs bi  lêv dikin û li ser doza gelê Kurd ji her demê zêdetir radiwestin.
Jixwe di pê komkujiya caþan li hemberî hev li herêma Mêrdînê, pir nivîskar û “rewþenbîrên” Tirk di pirsa çareserkirina Kurd de dest bi gengeþî û nîqaþan kirine. Êdî ji aliyê pir “ronakbîrên” Tirk ve kêm zêde baweriyek xurt derketiye holê, ku ev nêzîkî 90 sal e, komara Tirkiyê li hemberî Kurdan niheqî kiriye û divêt ev rewþ bê guhertin, ango mafê Kurdan jî bê dayîn.
 
Bê guman beþê raperest ji nava rêxistinên faþîstên Tirk qet û qet ne li aliyê çareseriyê ye, ew wek her caran li dahola berê dixin. Ango bi siyaseta îmha û înkariyê berdewam dikin.
 
Lê êdî rewþ hatiye qonaxeke wisa, ku hêza wan kesên li dijî tevgera Kurd in, têr nake, ku vê pêvajoyê bixitimînin. General jî êdî nikarin li hawara wan ve werin.
 
Êdî pirsgirêka nîqaþan li ser pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê nemaye. Her kes dikare nêrîna xwe bibêje. Lê Tirk bi Paranoya xwe pirsgirêkê wisa serobino dikin, ku ewê bi dayîna hin mafan ji Kurdan re qenciyên mezin bikin. Ew nafikirin, ku wan mafê Kurdan rapêçandiye û xaka wan xesp kiriye.
 
Siyaseta Tirkan ya Megaloman li ser Kurdan wisa birînên kûr hîþtine, Tirk bawer in, ku ewê bi dayîna hin tiþtên biçûk baweriya Kurdan bi xwe bînin û wek herdem xwediyê Kurdistanê bimînin.
 
Pirsgirêka herî girîng ew e, ku ew kesên êdî niheqiya li dijî Kurdan dibînin û jê re li çareseriyê digerin, ji qalibê mantiqê Tirkitiyê dernayên. Ew çareseriya ku ew dixwezin jî Alaturk e. Ango siyaseta Tirkan ya bêteþe ye.
 
Ew guhêrxwaz serê xwe naêþînin, ku guhên xwe bidin nirxên Kurdan, ji Kurdan bipirsin ka ew çi dixwezin?
 
Kes ji wan ji xwe napirse, dewleta wan heya niha çiqas Travma li ser Kurdan çê kiriye? Û kes napirse gelo bawerî û îtibara Kurdan çiqas bi Tirkan û daxwaza wan ji bo çareseriyê heye?
 
Heya Kurd di piratîkê de guherînên bi bingeh, ango di despêkê de di warê dadimendî-hiqûqî de guherînan nebînin, dê ew çiqas bawerî û îtîbara xwe bi Tirkan bînin?
 
***
 
Divêt em Kurd ji alî xwe ve jî rastiyekê bînin ziman. Ev demeke dirêj e, behsa Konferanseke Kurdî dihate kirin. Lê paþê hate tepiskirin. Em sedemên wê nizanin. Jixwe ti agahdarî jî di destên me de tinin. Dijminên Kurdan di derbarê goya siyaseta Kurdan de her tiþtî dizanin, lê serok û rêberên Kurdan her tiþtî ji xwe re vediþêrin, ku xelkê Kurd û ronakbîr pê nehesin. Çimkî ew bi kêmaqiliyên xwe ve xwe ji her kesî û ji her tiþtî mezintir dibînin.
 
Ez dixwezim di vir de balê bikþînim ser hevpeyvîneke bi kevnedîplomatê Tirk Kaya Toperi re, ku di 16.05.2009an de di Televîzyona Tirk TRT-Türk de hate weþandin. Kaya Toperî di wê hevpeyvînê de behsa têkiliyên di navbera mam Celal, kek Mesûd û serokkomarê Tirk Turgut Özal kir û got:
 
Dema Sadam Husên kete Kuwêytê Celal Talabanî û Mesûd Barzanî hatin ba Özal û pê re axivîn. Talabanî got, em jî dixwezin qasî Kurdên Tirkiyê bibin xwedî maf. Divêt hûn [Özal] alîkariya me bikin, ku parçê Kurdan li Îraqê bi Tirkiyê ve were girêdan. Özal li ser vê meselê ji Talabanî re got, na divêt hûn di nava Iraqê de bimînin, dema em tiþteke wisa bikin dê pir pirsgirêkên mezin bixwe re bîne. Loma divêt hûn bixwe daxwazên xwe bînin ziman, daxwaza federasyonê bikin. Mafên xwe bi awayeke demokratîk bixwezin.
De hela li vê sosiretê û çewtiyê binêrin. Turgut Özal aqil dide serokên Kurdan, ku ew çi ji bo gelê xwe bixwezin. Heger bi ya mam Celal ba, divêt baþûrê Kurdistanê jî ji zû ve bi Tirkiyê ve girêdayî ba.
 
Kî çi dizane, belkû mam Celal û kek Mesûd ji bo ku ew her dem wek desthilat tenê li ser text bimînin û mal-milkên Kurdan ji bo xwe talan bikin, van dawiyana bi veþartî ev plana, ku Baþûr bi Tirkiyê re bidin girêdan, hal kirine, lê li hêviya demê ne.
 
Mam Celal di her derfetê de ji çapemeniya Tirk re dibêje, ku ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ye. Serokên Kurdan mecbûr nînin, ji bo ku dilê dijminan xweþ bikin, bibêjin ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.
 
Bê guman serokên Kurdan dikarin bi awayeke dîplomakîk bibêjin, hê dem ji bo serxwebûna Kurdistanê ne kemiliye. Wê hingê pirsgirêk tê gihîþtin, lê ew serokên Kurdan yên rasterast bibêje, ku ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ye, ew îxanetkar, caþ û xwefroþ e. Û herwisa bêrêzî ye li hemberî bi sedhezaran canfîdanên di riya serxwebûna Kurdistanê de canên xwe dane.
 
Tevliheviyeke din jî van rojan li ser Bakurê Kurdistanê ketiye dewrê. Rojnamegerê Tirk Hasan Cemal bi berpirsiyarê PKKê Murat Karayilan re hevpeyvîn çê kir. Ev bûyera di çapemeniya Tirk de pir hate nîqaþkirin. Sedemê vê hevpeyvînê çi bû li ser çi hêsabî bû, em nizanin. Wisa tê xuya kirin, ku bazarek heye, lê bazara hêsabên çi ye, ji xêncî Kurdan her kes dizane.

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org