BAY BAY GERHAD SCHRDER!!!

 

FAD SPAN (AKPINAR), fuadsipan@yahoo.de

Almanya, 06.07.2005

 

Beriya ku ez li ser mijara siyaseta Almanya ya bawer negirtina serokwezr Almanya Gerhard Schrder bisekinim, dixwezim bnim bra we xwendevanan, ku min di hevpevnek di gel Radiyoya Tehran de li ser hukumeta Almanya wiha gotib:

jixwe aniha li Almanya kirza aboriy pir mezin bye mumkin e hikmeta Gerhard Schrder di demeke pir kurt de bi hilbijartineke n ji hikmet bikeve.

Min ev hevpeyvn wek nivsk j di 22.04.2003an de belav kir ev di gellek malpern Kurd de hatiye weandin.avkan, malpera Mehname.

http://www.geocities.com/mehname40/40/nuce1.html


Km zde du sal di p van gotinn min re derbas bn, ku hukumeta Almanya di bin serokwezrtiya Gerhard Schrder de ji ber gellek sedeman mecbr ma, ku salek beriya hilbijartinn surit pirsa bawergirtin di 01.07.2005an de an rojeva parlamena Almanya, ku mepsn Almanya dengn xwe nedin w ji n ve hilbijartin li Almanya bibin. Di daw de bi daxwaza Schrder b, parlamenteran baweriya xwe nedan r ji hilbijartin re veb. L Gerhad Schrder dikarib bi tewreke diha bi hsan j, bi stfakirin xwe ji hukumet vekine r li hilbijarinn n re vebike. Ji ber ku jiyana w hem bi ivanok derbas bye, loma w li ser ku hilbijartinn n li Almanya bibin stifa nekir, bi qeyda ku di parlamen de mebs baweriya xwe ji hukumeta w bikinin, ji w re dsa derfet hebe ew j ji serokwezrtiy re bibe namzet. Gerhard Schrder loma wisa kir, ger ew careke din ney hilbijartin, bikaribe bibje, ew l xebit dsa bibe serokwezr, ku pilan projn xwe bi kar bne, l gel dengn xwe nedan ew j ne berpirsiyar xerabbna siyaseta Almanya ya abor ye.

Beriya ku mirov li ser van babetn dawn bisekine, hjay gotin ye, ku hinek li ser kesayetiya Gerhard Schrder bisekine. Bav Gerhard Schrder Fritz Schrder karker Krmes bye, 5 zarokn w hebne. Ew bixwe di 32 saliya xwe de bye leker Htler, yn naz di er chan y duwemn de di despka havna sala 1944an de li Romanyay jiyana xwe ji dest dide. Gerhard Schrder bav xwe nas nekiriye, w dema ku bav w dihere er, ew end roj bye. Bav w nv sal din di er de t kutin. Heta ji vir demek ber j kes nizanib, ku gora bav w li k der ye. Km zde ji vir s-ar sal ber Gerhard Schrder p hesiya, ku gora bav w li Romanyay ye. Ew bixwe di hevpyvneke di gel Televzyona Almanya ARD di bernama Beckmann de di 22.11.2004an de got, ku dema ew b serok wezr, w bi saya lkolna bi rya lekeriy derxist meydan, ku gora bav w li Romanyay ye. Gerhard Schrder di serdana xwe ya li Romanyay di 12.08.2004an de li gund Ceanu Mare ser gora bav xwe. Goristana ku bav Gerhard Schrder l hatiye binaxkirin ya lekeran e.

L her iqas Gerhard Schrder b bav j mezin b, bext w ba ixul, ku bi saya derfetn Almanya yn abor sosyal xwend, li bajar Gttingen b hiqqnas-parzer pa li bajar Hannover him parzer kir him j di Partiya Sosyal Demokrat (SPD) de aktv kar kir. Beriya ku Gerhard Schrder bibe serokwezr Almanya, w 8 salan li herma Saksoniya Jrn (Niedersachsen) ku paytext w Hannover e, serokwezrt kir.

Mirovek wek Gerhard Schrder ti dem ne msyon, ne vzyon ne j dealn w hebne, ten ji bo berjewend menfeatn xwe yn exs xebitiye. Jixwe di bografiya w de j t kifkirin, ku ew mirovek pir bi azmend e, ku ten ji exs xwe re kar bike berjor here. Loma w bi siyaseta xwe ya b ser b bawer ne ten mala piraniya Almanan xerab kir, herweha siyaseta Sosyal Demokratn Alman SPD, ku 140 sal kevneopiya w heye, xerab kir, ew j b deal vzyon ht ber wan da ber bay say.

Gerhard Schrder bi siyaseta xwe ya ku j re dibjin Agenda 2010 mala gel Alman yn hal rewa wan ya abor j km zde ba b xerab kir. Bernama Agenda 2010 her dem daxwaza sermiyandarn Almanya yn kaptalst b. Ev ji destpk de wisa b. Heta niha ti hukumetn Almanya yn din cesaret nekirin, ku v projey pk bnin. L ji ber ku tit mirovek wek Gerhard Schrder bixwe wenda bike nne, loma ew xwe avte hemza sermiyandarn Almanya gel Alman kire nava feqr belengaziy. Ji ber sedemn v siyaseta a, loma hingiya partiya SPD partiya Keskan li xtdar ne, partiya SPD li 11 herm Almanya di hilbijartinn herman de ji ser text ket ev 11 herm ketin dest Partiya Yektiya Demokratn Xiristiyan CDU ya lberalan FDP. Ji ber ku Almanya welatek federal e, loma du parlamen hene. Parlamena yek ya hukumet ye ya duduyan j hermn Almanya yn federal temsl dike.
Dema birayerk di parlamena Almanya federal de derbas dibe, divt parlamena ku herman temsl dike bipejirne. Ger nepejirne ew birayar nabe qann.

Hjay gotin ye, ku programa Agenda 2010an li Almanya programa birbn ye. Wek min li jor j got, sermiyandarn Almanya j jixwe ev tit dixwestin. Gerhard Schrder ji bo sermiyandarn Almanan kesek e, ku mirov li ezmanan l bigere, l Xwed j ew li erd da Kaptalstn Almanya. Bernama Agenda 2010an sstema Almanya ya sosyal ji kok ve xerab kir. Niha li Almanya mirovn ku b in, bi 1 EURO k didin xebitandin.

Ev bst heft sal e, ku ez li Almanya dijm. Li Almanya her dem mirovn feqr j hebn. L em dest ji feqrtiy berdin, ev du-s sal e, ku li Almanya birtiy dest p kiriye. Ev saln dawn, ez li her bajar li her der dibnim, ku Alman di opan de li titan digerin ku p dara xwe bikin. Ber titek wiha li Almanya tineb. Almanya ne ten li Ewropa herweha di chan de dewleta her dewlemend e. Titn weha ji bo Almanya rreiya her mezin e. Loma hvdar im, ku gel Almanya di hilbijartinan de sleke wisa bide Gerhard Schrder partiya w SPD, ku ew careke din j pita xwe rast nekin.

Ji ber ku rewa Partiya Sosyal Demokratan SPD ji ber sedemn li jo pir xerab bye, niha di anketan de di navbera 25-30 % dengdan t dihere. Ev ji bo partiya ku mohra xwe li droka Almanya ya 140 sal xistiye tofaneke mezin e. Loma SPD van rojana bi lez bez Manfestoyek derxist, ku ger ew di hilbijartina di 18.09.2005an de ser bikevin hukumet bikin, d li Almanya gellek titn ba ji bo kesn destteng bikin d ji dewlemendan j zde bac bistnin. L ji ber ku Partiya SPD baweriya xwe di nav gel de winda kiriye, loma van guhertinn ku niha goya kirine ken guran bi wan tne.

Ger serokkomar Almanya Horst Khler biryara parlamena Almanya ya ku di 01.07.2005an de hatiye stendin heta 21.07.2005an bipejirne, ku bila hilbijartin bibe ger astengiyn zagona bingehn dernekevin d di 18.09.2005an hilbijartin pk bn.

Gerhard Schrder demek xwe hinek nzk Kurdan kir daxwazn Kurdan bi lv kirin. Di bin swana serokwezaretiay w li Saksonya Jrn di sala 1991an de li Bonn di avahiya berpirsiyar herma Saksonya Jrn de konferansek ji bo areseriya pirsa Kurd pk hat. L dema ew b serokwezr Almanya Federal w helwesta xwe di pirsa Kurd Kurdistan de sed heyt derece guherand b dost dewleta Tirk. Yn alkar dan dewleta Tirk, ku dem ji bo mizaker bistne, bi taybet j Almanya, hukumeta Schrder b. Pir dayn xurt tne kirin ku Gerhard Schrder bi mlyonan bertl-riwet ji Tirkan stendiye. Ez a namnim, ku ev da rast bin. imk mirovek wek Gerhadr Schrder dikare ji bo peran her tit bike. Jixwe dema ku Amerka li dij Sadam er kir, yn ku bi awayek dijwar dij er deretin hukumeta Schrder b. Pa rojnameyn ngilzan gellek tit nivsn, ku Sadam soz dab Almanya, Firansa Uris-Rsya, ger ew li dij er dern Amerka di er de ser nekeve, d ji Sadam halan bigirin.

Schrder niha ji bo serokwezaretiy dsa bye namzet, l ew d ji bo serokwezrtiy bibe namzet, ne be namzet, d serokwezrt ji w re wek xeyalek bimne.

Jixwe Kovara Focus ya heftey j di hjmara xwe ya di 04.07.2005an, di rpela yek de li ser Gerhard Schrder wiha dinivsne, Tschss Herr Schrder! (Oxir be birz Schrder!) weha berdewam dike, Einen neuen Job fr ihn gibt es schon (Karek n j ji bo w heye).

Bel ima kar ji bo Schrder tine bin, bila can dktatorn Uris (Ptn), Qiraln Ereban yn kevneperest paver bila can dewleta Tirk a fast sax be. W jre karek ba bibnin. d dema Schrder gellek e, bila here Tirkiy li ba dostn xwe zde zde b pere tatl, havngeh-seyran bike.

 

 

apkirin

copyright 2002-2005 info@pen-kurd.org