|
|
- BEROÞ!
TU JI MIN RE DIBÊJÎ: BINÊ TE REÞ E, LÊ YÊ TE JI YÊ MIN REÞTIR
E
-
-
-
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 05.09.2006
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Nivîskarê
Tirkan Yaþar Kemal ku bi eslê xwe Kurd e ji birayê xwe, nivîskarê
Alman Günter Grass re nameyek þandiye û di nameya xwe de wiha dibêje:
-
- Ev zarokê 17 salî êdî ne 17
salî ye, di dilê wî de êþ, hez, dostanî û dilovanî bi pêþ
ketiye, bi ser xirabiyê de meþiyaye, bûye wijdanê gelan. Û ev
wijdan 65 sal e dom dike. Hemû wijdan bi wî re ne
-
- Ç a v k a n
î, m a l p e r a
N e t K u r d
-
- http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=3235
-
- Divêt
berî her tiþtî bibêjim, ku ji nameya Yaþar Kemal ya ku ji Günter
Grass re birê kiriye bîhna oportonîzmê, bîhna durûtiyê tê.
-
- Hêjayî
gotinê ye ku dîsa dubare li ser 61
sal bi zanetî, bi
dizî hîþtina endametiya Günter Grass ji Naziyên Adolf Hîtler yên
bi taybet bisekinim. Günter Grass di 17 saliya xwe de
di 10.11.1944an
de bi daxwaza dilê xwe dibe endamê refên Hîtler yên bi taybet ku jê
re Waffen SS dibêjin.
Ew bixwe tevayî þer jî dibe û di 20.04.1945an de
birîndar dibe. Günter Grass di roja 08.05.1945an de,
yanê ew roja ku Almanya bê þert û bê qeyd kapîtûlasyona xwe îlan
dike li bajarê Marienbad ku niha di nava tixûbê Komara Çek de ye dîl,
êsîr dikeve destê leþkerên Amerîka. Di pê dîlketina Grass de leþkerên
Amerîka wî dibin Bakurê Almanya li firokxana bajarê Bad Aibling
dikin zîndana leþkerên Alman yên ku di þer de dîl hatine girtin. Günter
Grass heta 24.04.1946an
di wê zîndanê de dimîne.
-
- Ç
a v k a n î, m a l p e r a
W î k î p e d î a û ç a p e m e
n i y a A l m a n y a
-
- http://de.wikipedia.org/wiki/G%C3%BCnter_Grass
-
- ↑
tagesspiegel online: [1]
Wer ist Günter Grass?], 13. August 2006
-
- ↑ a b c d e f
Stern, Nr.34: Der Fall Günter Grass, 17. August 2006
-
- ↑
Spiegel Online: Grass
räumte als Kriegsgefangener Waffen-SS-Mitgliedschaft ein,
15. August 2006
-
- ↑
Die
Welt: Geständnis:
Günter Grass war Mitglied der Waffen-SS, 11. August 2006
-
- ↑
Handelsblatt:
Diskussion
wird sachlicher: Der Fall Grass und seine Vorläufer, 16. August
2006
-
- ↑
Hamburger
Abendblatt: Bitburg
1985: Wie Günter Grass es sah, 16. August 2006
-
- ↑
Hamburger Abendblatt: Bitburg
1985: Wie Helmut Kohl es sah, 16. August 2006
-
- ↑
FAZ.net: Grass
kritisiert Karikaturen als gezielte Provokation, 9. Februar 2006
-
- ↑
Zeit
online:Grass-Bekenntnis:
"Ein bisschen spät", 12. August 2006 (gesammelte
Reaktionen auf SS-Bekenntnis)
-
- ↑
Welt am Sonntag: Ansichten
eines Moralisten (5), 20. August 2006
-
- ↑
Der
Spiegel: Interview
mit Rober Schindel/"Es ist ein Armutszeugnis, wie Grass
behandelt wird", 15. August 2006
-
- ↑
netzeitung.de: Zentralrat
der Juden wirft Grass PR-Aktion vor, 15. August 2006
-
- ↑
Berliner
Zeitung: Die
Selbstdemontage der SPD, 9. Oktober 1999
-
- ↑
Spiegel: Günter
Grass: "Militärschläge sind nie zivil", 10. Oktober
2001
-
- ↑
Die
Welt: "Kein
Kampf der Kulturen, sondern zweier Un-Kulturen", 10.
Februar 2006
-
- ↑
Internationaler PEN-Kongress 2006: Schreiben
in friedloser Welt(pdf)
-
- ↑
FAZ: Günter
Grass im Interview: „Warum ich nach sechzig Jahren mein Schweigen
breche“, Nr. 186, S. 33, 12. August 2006
-
- ↑
taz vom 16.08.06 S. 15, 224 Z. Online Version: Claus
Leggewie im Interview über Günter Grass: "Kommunikatives
Beschweigen", 16. August 2006
-
- Min cara
berê li ser Günter Grass gotibû, “Bê guman mirov nikare sûc û
gunehê Naziyan biavêje hustiyê Xortekî 17 salî wek Grass tenê, çimkî
civata Almanan wê hîngê ji sedî 99 hemû jî dabûn pê dûvikê
serokên xwe Hîtler. Xortekî 17 salî dikare di wan salan de pir þaþiyan
jî bike. Ev jî suriþtiye û mirov dikare fêhm bike. Lê tiþta
paradoks ew e ku Grass ewqas sal û zeman yanê 61
salan ev bûyera
bi dizî hîþt. Ev bûyera ne bûyereke wisa bû ku mirovekî wek Grass
biavêje piþt guhê xwe û dema ku bihîst dê rûreþiya wî di sala
2007an de derê meydanê xwe mecbûr dît ku ji carekî ve qebûl bike
ku ew bûye endamê Naziyan. Grass dikarîbû li ser vê bûyerê bi
dehan pirtûkan binivîsîne û hin tiþtên tarî yên rejima Hîtler
ya faþîst belkû hê jî nehatiye zanîn eþkere û zelal bike. Wek li
jorê jî hat gotin, niha ji ber ku dê di sala 2007an de arþîvên
STASI vebibin, loma Grass xwe mecbûr dît ku vê bûyerê eþkere bike.
-
- Du tiþtên
girîng û balkêþ jî hene ku hêjayî gotinê ye li ser Günter Grass
û endametiya wî ji bo Naziyan bibêjim. Wek têzanîn Adolf Hîtler di
sala 1933an de hate ser text û propogandeke pê perwa li dijî Cihûyan
li dar xist. Hîtler di sala 1939an de bi êriþa Polonya dest bi þerê
cîhanê yê duwemîn kir. Hetanî sala 1944an bi deh mîlyonan mirovên
bê sûc û guneh di komkujiya Hîtler de derbas bûn. Wê hingê him li
Ewropa û him jî li derê din di cîhanê de kevir li ser kevir nema bû.
Jixwe Almanya jî êdî li ber hilweþandinê, belavbûnê bû. Saleke
an jî çend meh/heyv maye ku þerê cîhanê bi dawî bibe. Günter
Grass jî di demeke wiha de dibe endamê Naziyan. Di demeke wiha de
heger hîsên nijadperestî xurt nebe mirov nikare di pê ewqas hilweþandinan
de bi daxwaza dilê xwe here bibe endamê Rêxistina Hîtler ya bi
taybet. Ya din jî bi raya min Grass pir qurnas e. Wî zû de ev bûyera
ku dê endametiya wî ji bo Naziyan di sala pêþ me de bi eþkerekirina
arþîvên STASI ji hevalên xwe, ji sosyaldemokiratên Almanya bîhistiye,
lê jixwe re li firsenda demê geriyaye. Ew civata Almanan baþ nas dike
û dizane ku di pê lîstika Kûpayê de xwîna piraniya Almanan li ser
nijadpersetiya wan hevraz diçe. Loma dem jimartina daxuyaniya Grass di
rojnama “FAZ” de û eþkerekirina
pirtûka Grass ya ku ew vê rûreþiya xwe qebûl dike jî pir balkêþ
e.”
-
- Niha
pirsa ku ez dixwezim li vir ji Yaþar Kemal bikim ew e ku çawa ew çavê
xwe ji vê rastiyê re digire û di ser de jî dibe parêzerê Günter
Grass. Ti kes li ser 17 saliya endametiya Grass ji bo Naziyan nasekine.
Bi raya min 17 saliya wî jî girîng e. Çimkî ew beþdarî þer bûye
û kî dizane ku ewî çend kes kuþtine?, qetil kirine?. Pirsgirêka
girîng ew e ku ewî 61 salan ev bûyer
bi dizî hîþt û veþart.
-
- Îcar ez
dixwazim ji Yaþar Kemal pirseke din jî bikim, gelo ferqa wî û Günter
Grass çi ye? Bi raya min ferqek heye! Ew jî ew e ku Yaþar Kemal bi
eslê xwe Kurd e, lê ji zimanê Tirkan re xizmetê dike. Yaþar Kemal
ne tenê ji zimanê Tirkî re xizmetê dike, ew herwiha dizê motîvên
kurdî ye jî. Çimkî ew bi motîvên kurdî bûye nivîskarekî baþ
û navdar ji bo Tirkan. Ez baþ dizanim ku ew zimanê Kurdî dizane û
Kurdî zimanê wî yê dayîkê ye. Lê ew mirovekî tirsonek û newêrek
e ku newêre bi zimanê diya xwe bixwîne û binivîsîne. Ew jî wek Günter
Grass ji xwe re li firsenda demê digere ku ji Tirkên dîrok bi kirêt
re bibe xwediyê Xelata Nobelê ya rûmetê. Bi raya min heger Yaþar
Kemal dixwaze di cîhanê de bibe mirovekî bi rûmet, divêt daxuyanî
bide ku ew ne bi zimanê Tirkî, lê belê heta ku pirsgirêka Kurdan li
Bakurê Kurdistanê çareser nebe, divêt bibêje, ku ewê êdî bi
zimanê Kurdî binivîsîne. Wê hingê belkî ew Xelata Nobelê jî
bistîne. Lê mixabin ku ew cesaret û ew cewher di Yaþar Kemal de tine
ye ku derkeve meydanê, bi mêranî û mêrxasî li zimanê Kurdî xwedî
derkeve. Gotineke Tirkan heye ku dibêjin, “Tostlar alýþveriþte görsün“
(Bila dost di dan û standinê de bibînin)
Belê tiþtên ku heta niha Yaþar Kemal li ser Kurdan gotine yan jî
nivîsandine eynî ew e ku bila dost di dan û standinê de bibînin. Ne
kêm û ne jî zêde. Bila qet ti kes bi Yaþar Kemal nefire ku ew bi
eslê xwe Kurd e. Çimkî ewî heta roja îro li ser lehengekî Kurd
nenivîsiye û naxweze navbera xwe û dewleta Faþîst xerab bike. Yaþar
Kemal nikaribû bibe qasî Orhan Pamuk jî. Heger Yaþar Kemal ji dil de
bixwesta dê bikarîba dewleta Tirk tenê di pirsa zimanê Kurdî de
bihejanda. An jî dê Yaþar Kemal ji Tirkan re pal û pistî nekira, dê
biçûya Kurdistana azad û li heyiyên Kurdan xwedî derketa. Loma
sernivîsa vê gotarê, gotina Tirkan layîqî wî tê. “Beroþ!
Tu ji min re dibêjî: Binê Te reþ e, lê yê Te ji yê min reþtir
e” Bila mirovên wek
Yaþar Kemal û Günter Grass dest ji moralîstiyê berdin û berî her
tiþtî moralê bidin xwe û xwe ji veþartinê azad bikin.
-
-
-
-
|
|
|