CEJNA
DEREWAN
FUAT AKPINAR, Email: akpinar@t-online.de,
ALMANYA
23.04.2003
Her sal roja
23’ê Nîsanê li Tirkiyê qaþo cejna zarokan tê pîroz kirin. Ev cejn ji
aliyê kalê tirka da dema ku di sala 1920 cara yekem parlamena tirka li Enqerê
li Ulusê di 23 ê Nîsanê de ve bû, kalê tirkan navê vê rojê danî (23
Nisan Ulusal Egemenlik ve Çocuk Bayramý) ‘23 Nîsanê roja
desthilatiya neteweyî û cejna zarokan’ û diyar kir dê her sal ev cejn bê
pîroz kirin.
Berî her tiþtî
hewceye ku bêjim tiþtên ji bona zarokan ku tiþtên baþ be, bê kirin kêfa
min jî pir jêra tê û bawerim ji bo zarokan divê her tiþtên baþ bêne
kirin, ji ber ku zarok hebûn û pêþda çûna gelane. Zarok gul û sosina
gelane, hêviya gelane.
Her tiþt di
zemanê xwe de xweþe zaroktî jî di zaroktiyê de pir xweþe. Ew zaroka nelîze,
har nebe, bi kêf ne be, têr ne be, dilê wî çi bixweze neke, ew zarok,
zarokatiya xwe baþ derbas neke, ew zarok ku zewq û tama zarokatiyê dernexe,
ew zarok çawa dikare ser bikeve, jîr û jêhatî be. Bi
gotin û pîroz
kirina cejnan mirov nikare zarokan þa bike. Mirov bi tevgera xwe ya baþ û bi
hezkirinê va dikare zarokan þa bike. Lê pir mixabim li Tirkiyê rewþ ji bona
zarokan baþ nîne.
Li rojavayê
Tirkiyê Stenbolê, Îzmîrê, Enqerê û derê din ji bo zarokan hinek tiþtên
baþ hatine kirin, lê ev li her derê Tirkiyê û Kurdistanê wisa nîne. Yanê
li Tirkiyê û Kurdistanê di pirsa zarokan de jî wekhevî nîne.
Ne hewceye ku
mirov di pirsa zarokan da li bakurê Kurdistanê li çavkaniyan bigere û li ser
analîza binivîsîne. Ez bawerim her kurdekî li Kurdistanê bûye û li wê
derê mezin bûye ji xwe ew bi xwe çavkaniya herî mezine. Dema zarokatiya min
têye bîra min, ez pir bi xemgîn û keder dibim, ji ber ku dewleta meymûnan
bi darê zorê zimanê xwe rayê min da û rayê zarokên kurdan hemûya dida û
ev pergala (sîstema) wan hê îro jî li Kurdistanê berdewame. Mamosteyê
tirkan têne Kurdistanê ne ku zarokên kurdan hînî tiþtan bikin, daxwaz û
armanca wan a herî mezin ewe ku bila zarokên kurdan bi darê zorê zimanê wan
hîn bibin, xwe înkar bikin û bêjin em tirkin.
Ez heft salî
bûm, min gotinek tirkî nizanîbû, mecbûr mam wek her zarokek kurdan çûme
dibistana dewleta tirkan a meymûnan.
Ez ji meymûnan
lêborîna xwe dixwezim ku bila ew van gotinên min ji xwe re wek heqaret qebûl
nekin.
Tiþtên ku ji
Mamosteyên tirka ra yên herî mihîm ku rayên me zarokên kurdan bide ev bûn,
ji me re digotin bêje: ”tirk im, rast im,jîr im”, ”tirkek bedala dinyayê
ye”, û ”Tirkiye welatê tirkan e” û ji boyî Mistoyê Beton
digotin bêje ew kalê me hemûyane û hwd. Ne hewceye ku ez mînakên din
bidim, bawer dikim ku ev gotin tenê þovenîzm û nijandperestiya tirka baþ nîþan
dide.
Dema ez û
hevalên xwe biçûk bûn û diçûna dibistanê, wê çaxê pir baþ têye bîra
min ku leþkerên tirkan her sal çend caran dihatin gundê me û hemû gundên
herêm bi derewan digotin em li çek, sîlah û fîraran digerin û bi kêfa dilê
xwe li kurdên belengaz îþkence, lêdan, çêr û heqaret dikirin û dicenimîn,
diçûn.
Em zarokên
kurdan jî me ev rûreþî û xerabiya leþkerên tirkan bi çavên xwe didît
û ji tirsa wan dilerizîn. Me nizanî bû çiye, çi dibe û ev kîne? Ez
bawerim ku ev bûyerên hatine serê min û hevalên min, di bakurê Kurdistanê
de hatiye serê her zarokek kurd. Ev dema ez qal dikim wê demê tevgera kurd hê
tunebû. Di salên 1960’î de hêjmara kesên li Bakur ji bo tevgera Kurdistanê
kar bike pir hindik bûn. Yanê dewleta meymûnan nikare bêje bi gotinên xwe yên
derew wê çaxê terorîst an jî terorîzm hebû û loma wan li kurdan ve
heqaret dikirn û zilam û zorî li wan dikir.
Di þerê qirêj
de ku 15 salan kudan dîsa yên di vê demê de herî mezin zerar dîtin zarokên
kurdan bûn. Bi mîlyonan kurd ji malên wan bi destê zorê hatin durxistin, bi
hezaran bajar û gundên Kurdistanê hatin þewitandin, Kurdistan hate talan û
wêran kirin û bi miliyonan kurd hatin surgûn kirin. Dema ku ez yek caran diçim
Tirkiyê li bajarên mezin Stenbol, Enqere, Îzmîr û yên din, li wê derê
piranî di destên zarokên kurdan da di nava bajaran da dibînim ku ew ji bo
debara malbata xwe tiþtan difroþin, dilê min bi halên wan zarokan parçe parçe
dibe, salên wan ji çar û pêncan þûn de dest pê dike. Ew bi bedena xwe ya
biçûk di bajarên xelkê de ew barê giran dane ser milên xwe û debara
malbata xwe dikin û li aliyê din ji destê zabit û polîsên tirkan di ah û
zarê dane. Karê zarokan ne ewe ku debara malbata xwe bike, karê zarokan ewe
ku bilîzin, kêf û tama zarotiyê derxin, herin hêlînê, paþê herin
dibistanê mezin û ji welatên xwe ra kar bikin.
Dema di
welatê mirovan da ev rewþa xerab hebe, mirov çawa dikare bêje em cejnê ji
bo zarokan çê dikin û em qîmetê didin zarokan. Mirov bi gotinên derew û
bi cejnên derew nikare zarokan þa û têr bike. Zik bi derewan têr nabe û mêjî
jî bi derewan naxebite.
Ji xwe her tiþt
li Tirkiyê wisaye. Gotinek tirka heye û dibêjin: ”Bila dostên me, me li
danûstandinê bibînin”.
Ka binê re
dewleta meymûna di salê da ji bo leþkeriya xwe bi mîlyaran dolar xerc dike
ji bona çek û sîlahan. Çek jî bilî kuþtênê bi kêrî tu tiþtekî nayê.
Lê ew dewleta îro cejna zarokan pîroz dike di salê da ji bo zarokan çiqas
peran xerç dike? Ew nikarin bersiva vê pirsê bidin, ji ber ku wan tiþtek
nekiriye û qîmet neda zarokan. Eger pirskim di salê da çiqas çek û sîlah
stendine, ewê ji wan ra qolayîbe ku birsiv bidin vê pirsê.
Armanca tirkan
ew bû ku bi vî roja 23 nîsanê rayê cîhanê bidin ku ew jî qîmetê didin
zarokan û ew roj di nav navnetewî da bê nas kirin lê belê ji ber ku tu
karek wan ne samîmiye lewma kirin û daxwazên wan di raya giþtî da nayê nas
kirin.
Di dema Ozal
da dewleta tirk xwest ku xelata kalê xwe bidin kesên di cîhaê da navdar û
bila bi vî awayî têkiliyên wan bi kesên navdar ra baþ be û ew jî
bikaribin bi vî awayî bi dîplomasiyê derewên xwe bi xelkê bidin qebûl
kirin. Lê di saya Nelson Mandela da ew daxwaza wan jî di qirika wan da ma ji
ber ku Mandela xelata Mistoyê Beton qebûl nekir û ji wê demê þûnda
dewleta tirk dest ji wê xelatê berda.
Ji ber ku her
tiþtê dewleta tirk pêk tîne, armanca wan boyax kirina çavane û bi derewên
xwe çavên gelê xwe û xelkê girêdide. Êdî dikin nakin sîstema wan a
derewa nameþe.
Ji ber ku
Serokê parlamena wan dixweze respsiyon ji bona cejna wana a 23 Nîsanê bide û
ji ber ku rayadarên hukumetê dixwezin bi jinên xwe ra werin resepsyonê û ji
ber ku, jinên wan dê bi turban werin resepsyonê ji nihada Serleþker, gelek sûbayên
mezin, Serokkomar û partiya CHP vî resepsîyonê ji bona turbanê boykot dikin
û naçin resepsiyonê.
Ka binêrin
dunya alem bi çi mijûl dibe û tirk bi çi mijûl dibin. Xelk tere hîvê û
niha dixwazin asansorê çêkin û bila her kes bi asansorê here ser hîvê û
çend salê din dê herin ser marsê jî, hê dewleta tirkan pê tûrbanê
ketine û dibêjin divê di cîhê birokrasiyê de turban tunebe.
Ev bûyerana
xerabiyên bi navê laîq bûnê li Tirkiyê têne kirin. Çima Mistoyê
Beton turban qedexe kiriye, loma van meymûnana hê li pê turbanê dimeþin
û naxwazin tu kes di nava birokrasîyê de bi turbê bigere. Ev bûyer jî rureþiya
wan a herî mezine. Dewleta meymûnan hê realîta welatê xwe qebûl nake, ew
dewleta dê çawa pêþta here û ser bikeve?