ÇEWTIYA HELWESTA RÊXISTINÊN KURDAN LI HEMBERÎ GENERALÊN TIRK

 

 

FÛAD SÎPAN

fuadsipan@yahoo.de
 
Almanya, 28.04.2009
 
 
 
 
 
Kurdistaniyên hêja!
 
Tevî ku rêxistinên Kurdan rewþa Tirkiyê û rista (rola) generalên Tirk baþ dizanin, lê di armanc û hedefa wan de her dem bi taybet hukumetên sivîl hebû ye. Heger mirov daxwiyaniyên partiyên Kurdan, ji xêncî kêm awartan (îstîsnan) baþ biþopîne, analîz bike, tê de dibîne, ku ew qet nêzîkî generalên Tirk nabin, li ser hêza wan di nava siyasetê de ranawestin.
 
Ez dikarim bi taybet çend nimûnan bidim, ku rêxistinên Kurdan tenê behsa “statûko”, “daîra þerên taybet”, “Jîtem”, “dewleta kûr-nehênî”, “Komara Tirkiyê”, û kêmcaran jî behsa “îdeolojiya Kemalîzimê” dikin.
 
Hingiya ez di nava siyaseta Kurdan de me, rêxistinên Kurdan van gotinan wek benîþt di devên xwe de dicûn û her roj dubare dikin. Lê kes rasteras behsa rista generalan nake. Di vir de pirsgirêkek heye, divêt em li ser bifikirin.
 
Bê guman hukumeta sivîl di her mijarê de berpirsiyar e. Hukumeta sivîl mecbûr e, pirsgirêkan çareser bike. Lê ev ji welatekî wek Tirkiyê re derbas nabe. Li Tirkiyê hemû hukumetên sivîl bi destûra generalan têne ser textê desthilatdariyê û diçin. Heya niha bêyî destûra generalan ti hukumet nehatiye ser text. Loma ew hukumet mecbûr in, li gorî daxwaza generalan tevbigerin.
 
Kesên gotarên min diþopînin, helwesta min ya li dijî Erdogan, partiya wî AKP û hukumeta wî dizanin. Ti baweriya min ji Erdogan nîne, ku ew bi taybetî di pirsa çareserkirina Kurd û Kurdistanê de guherîneke li gor dilê Kurdan çêbike. Du sedemên vê yekê hene, ku çima Erdogan nikare guherînan di pirsa Kurdan de çê bike. Sedema yekemîn ew e, ku Erdogan bixwe li hemberî Kurdan ne durist e, ew jî çareseriyê ji dil de naxweze, ew tiþtên ew dike, ango dixweze bike, ne ji xwesteka wî bixwe ne, ew ji bo Kurdên derûdora xwe razî bike, da ew her bi siyaseta wî ve girêdayî bimînin. Sedema duwemîn jî ew e, ku hefsarê Erdogan di destê generalan de ye. Heya general destûrê nedin wî, ew nikare ti tiþtî jî bike.
 
Hingiya hukumeta Erdogan li ser text e, di her mijarê de desthilatdarên partiya DTPê û Apocî li hemberî Erdogan û hukumeta wî çalakiyan çêdikin, diqîrin, digijgijine Erdogan, kirasên xwe diçirînin, lê gava serleþker-general di 5ê Îlona 2008an de bê xem û minet di kolanên Amedê û di 22ê Nîsana 2009an de li Þirnexê kiryarên xwîrêj dikin û milên xwe li ba dikin, ti kes bi peyvekê jî rista wan di siyaseta dewleta Tirkan û helwesta wan î dijminayetî nade diyar kirin.
 
Di vir de rastiyek heye, ku rêxistinên Kurdan li hemberî generalan wek pepûkan stiyên xwe xwar dikin. Di vir de çewtiyek heye, divêt em Kurd serên xwe li ser vê babetê biêþînin. Ev çi mesele ye? Ev çi paradoks e?
 
***
 
ÊRIÞÊN LI DIJÎ DTPê
 
Di 17ê Nîsanê de operasyonên polêsên Tirk li dijî Partiya Civata Gel DTPê dest pê kir. Heya niha pir kes hatine girtin. Di pê hilbijartinan de ev bûyera ha li dijî berpirsiyarên DTPê di serê mirovan de pir pirsan vedike. Ji aliyê dozger ve pir îdîa hene, ew îdîa çiqas rast in em nizanin. Îdîa kuþtina serokê belediya Amedê Osman Baydemir ji aliyê PKKê ve heye. Tê gotin, ku hukumeta Erdogan Osman Baydemir ji kuþtinê xelas kiriye. Îdîa têkiliyên PKKê bi rêxistina Ergenekonê ve heye. Heya niha van îdîana zelal nebûne.
 
Desthilatdarên DTPê û yên PKKê jî bi daxwiyaniyên xwe ve lawaz û qels in, mij û moran li ser helwesta wan heye, ji ber vê yekê mirov nikare ji dil de baweriya xwe bi wan bîne. Tevliheviyeke bi mebest heye, qet aliyek jî ne amade ye, rastiyê li ber raya cîhanê raxe. Mixabin dîsa çi dibe, tê serê Kurdên belengaz.
 
Bê guman Erdogan dîsa rûyê xwe yê reþ rayê Kurdan da. Lê mixabin, ji ber ku em nizanin destê kê di berîka-cêba kê de ye, loma mirov nikare anîlezeke bi serxwet jî çê bike. Çimkî tiliyên hezar se û kûçikên neyarên Tevgera Rizgarîxawaza Kurd û Kurdistanê di nav DTPê û PKKê de ne.
 
DTP û PKK jî goya ji bo biratiya gelan hefsarê xwe xistine destê Kemalîstan. Siyaseta Kurdan bi destê Kemalîstan li Bakur tê birêvebirin. Heger rewþeke zelal heba, mirov dikarî, bêyî ku dudiliyê bike helwesteke vekirî nîþan bida. Yên ku dest û lingê me girê dane, xwe dinava polîtîka Kemalîstan de xeniqandine, desthilatdarên DTPê û PKKê bixwe ne. Divêt ew berî her tiþtî xwe ji bin bandora Kemalîstan xwelas bikin, baweriya xwe bi xwe û bi gelê Kurd bînin û li gorî daxwazên Kurdan tevbigerin.
 
Li aliyê din DTP di parlamenyê de muxalefetiyê baþ ji bo Kurdan nake. Heger DTP tenê ji bo perwerda bi zimanê Kurdî muxalefetiyeke baþ bike, dê bikare helwesta Tirkiyê bihejîne, piþtgirî û alîkariya cîhana demokratî bigire. Heya DTP siyaseteke pê bawer û rasyonel ji bo Kurdan bi rê ve nebe, dê nikaribe piþtgîriya piraniya Kurdên Bakur jî bistîne.
 
Divêt DTP hêza Kurdan ya li piþta wan ji bo berjewendiyên wan yên rewa bi kar bîne, ne ji bo idyolojiyên vala.
 
***
 
CEJNA DEREWAN
 
Polês û leþkerên Tirkan di 23ê nîsana îsal de dîsa dane îspat kirin, ku her tiþtên wan derew e. Leþkerê taybet li bajarê Colemêrgê bi awayeke hovane li zarokek Kurd 14 salî dan û ew giran birîndar kirin. Li hovîtiya Tirkan binêrin: http://www.azadibokurdistane.com/z922.php
 
Ji ber ku min hê di sala 2003an de li ser Cejna Derewan gotarek nivîsî bû, loma pêwist nabînim dubare bikim. Her kesê bixweze wê gotara min bixwîne, dikare li malpera Navenda PENa Kurd binêre. Çavkanî:
http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/cejnaderewan.html
 
 
 
Serinc:
 
Televîzyona Roj-TV û rojnama Azadiya Welat li hemberî bê ehlaqî û bê edebiya Îkram Balekanî dengên xwe dernexistin, ango bûne hevparê bê edebiya wî mirovî û mirovekî weha nizim di nav xwe de pejirandin.
 
 
 
 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org