ÇÛ SEFERÊ, HAT DÎSA Ê BERÊ

 

FÛAD SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de

 Almanya, 30.05.2008

 

Kurdistaniyên hêja!
 
Sernivîs ji gotinên pêþiyên me ye. Pêþiyên me helbet ev pend ji ber sedemekê afirandine û ji wan kesan re gotine, yên ku bi sal û deman ji dîroka xwe, ji tecrûbên xwe, ji kar û xizmetên xwe ders dernexistine û her dem bi îsrar þaþîtî dubare kirine.
 
Apocî û hin kes ji çepên Tirk di 26ê meha Nîsanê 2008-an de li Almanya (Düsseldorfê) civînek ji bo îlana damezirandina Meclîsa Aþtiyê ya Ewropa amade kiribûn. Xwediyê malpera Nasnamê Þukru Gulmuþ jî di wê civînê de beþdar dibe, ku wek berpirsiyarekî çapemeniyê li ser wê Meclîsê binivîsîne. Lê berpirsiyarên înisyatîva wê Meclîsê, ku goya ew Meslîsa Ewropa ji bo Aþtiyê çê dibe, nahêlin mamoste Þukru civînê guhdar bike. Ew jî naletê li wan û Aþtiya wan tîne û ji civînê dertê.
 
Wek tê zanîn mamoste Þukru hemû jiyana xwe di riya tevgera Kurd de daye û bi salan di zîndanê de maye, ku di encama îþkenê de hê jî nexweþiyê dikiþîne. Ew demeke dirêj di nava PKKê de maye, herwisa endamê Navenda PKKê bû. Lê ji ber ku niha ji PKKê re muxalefetê dike û rexnan dinivîsîne, ew ji aliyê PKKê ve wek dijmin tê hesibandin. Ev nexweþiya paranoîd ji perwerda Kemalîzimê û çepîtiya Stalînîzimê tê, ku wek pîsî di Kurdên Bakur geriyaye. Qet niyeta wan tine xwe jê xwelas bikin, çimkî wan hemû hebûna xwe li ser vê qirêjiyê çêkiriye. Em bawerin ku ev siyaseta paranoîd hemû bi têkçûna Kemalîzim ve girêdayiye.
 
Weha Kurd li pê boçika Kemalîstan herin, bibin dûvikê Kemalîstan, ne dikarin ji mirovatiyê re xizmet bikin û ne jî ji Aþtiyê re. Gotina Aþtiyê ne wisa gotineke sivik e. Barê wê pir giran e. Divêt Kurd berî her kesî û her tiþtî di nava xwe de Aþtiyê çê bikin, ji hevdu re rêz û hurmetê bigirin, hingê bi xwelkê re li rêya Aþtiyê bigerin. Heger ne wisa be, dê daxwaza Aþtiya Kurdan hergav û herdem li ba wan û li ba xelkê li hewa bimîne.
 
Ji ber ku ez di wan rojana de ne li Almaniyayê bûm, loma haya min dereng bi bûyerê bû. Bi hêviya ku careke din bûyereke wisa ne qewime.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org