|
DADIGEHA
ALMANYA AZADIYA KALÊ 69 SALÎ RAPÊÇANDIYE (XESIP KIRIYE) FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 12.07.2007 Kurdistaniyên
hêja! Polêsên
istixbarata bajarê Münchenê di roja 05.07.2007an de nivîskarê Kurd Haydar
Iþik binçav kir û
dadigeha bajarê Münchenê jî rojekî þûn de mamoste Haydar bi
endametiya Kongra-Gel tawanbar kir û ew þande zîndanê. Wek tê zanîn
PKK di sala 1993an de ji aliyê wezareta Almanya ya hundir ve hate
qedexkirin. Ev bû 13 sal ku li ser PKKê qedexe berdewam e û PKK ji aliyê
istixbarata Almanya ve tê teqîpkirin. Heta niha bi deh hezaran Kurd li
Almanya hatine binçavkirin, zîndankirin û cezakirin. Bê guman PKKê û rêxistinên
dev û dora wan þaþiyên pir mezin li Almanya kirin û mixabin hên jî
dikin. Lê heger mirov siyaseta dewlet û hukumetên Almanya bi giþtî þîrove
bike, Almanya li hemberî Kurdên li Almanya dijîn û li hemberî gelê
Kurd bi tevayî bê hiqûqî û niheqiya herî mezin dike. Van
rojana hukumeta Almanya û piraniya Almanan li ser Xortekî Alman (Marco W.)
ku di dema tatîlê de li Tirkiyê bi tawanbariya ku keçikeke Îngilîz 13
salî tecawiz kiriye û niha di zîndana Antalyayê de ye, qîyamet rakirin
ser pîya. Bê guman ez ne li dij im ku Alman li hemwelatiyên xwe xwedî
derkevin, ne xêr, ez pir baþ dibînim û li gel im ku ewropî li
hemwelatiyên xwe xwedî dertên. Lê Almanan xwestin goya dersa hiqûqê
bidin Tirkan, ji aliyê din ve Almanya durûtiyê dike, hukumet û dadigeha
Alman bê hiqûqiya herî mezin kir û kalê 69 salî ku ev çil sale li
Almanya dijî, hemwelatiyê Almanya ye, jina wî Alman e û xaniyê wî li
ser axa Almanya heye avête zîndanê. Yanê bi kurtayî cihekî ji Almanya
pêve ku mamoste Haydar lê bijî nîn e. Loma ew sedemên ku mamoste Haydar
pê hatiye tawanbarkirin nayên pejirandin ku dadigeha Almanya azadiya wî
xesip bike û wî bixe zîndanê. Ew
tawanbariyên li dijî mamoste Haydar Iþik bê bingeh in. Her kes wî baþ
nasdike. Ew ne ew mirova ye ku zerarê bide kesî. Ewî ti kes nekuþtiye,
biryara kuþtina ti kesî nedaye, ti kes neþêlandiye. Loma mafê dadigeha
Almanya nîne ku yek saniyekî jî azadiya wî xesip bike. Divêt
dadigeha Almanya nivîskarê Kurd di heman demê de ji zîndanê serbest
berde, zêde kîn û nefreta Kurdan qezenc neke. Em Kurd dizanin ku hukumeta
Almanya dixwaze qenciyê ji dostên xwe yên Tirk re bike, lê divêt
dewleta Almanya ti carî ji bîr neke potensiyala Kurda li Rojhilata Navîn
ne hindik e, dê îro be, yan sibê be, çerx wê bêye guhertin û Kurd jî
bibin xwedî desthilat. Heger Almanya naxweze di demên pêþ de zerarê
bide xwe, divêt destên xwe ji nava siyaseta bi kirêt þûn de bikiþîne
û êdî Kurdan li Almanya zêde aciz neke. Heger
di nava çend rojan de mamoste Haydar serbest neyê berdan, divêt Kurd bi
sed hezaran herin pêþiya zîndana ku ew têde ye. Va ye ev derfet heye ku
Kurd hukumeta Almanya li ser zîndankirina kalê 69 salî bilerizînin. Ez
bangî hemû rêxistinên Kurdan li Almanya dikim ku li azadiya mamoste
Haydar xwedî derên û ji bo wî çalakiyên bi aþtiyane bi sed hezaran
amade bikin. Heger ev derfeta baþ bêye bikaranîn, dê ji istixbarat û
dadigeha Almanya re wisa ne hêsan be êdî Kurdên bê sûc û guneh zîndan
bike. Hukumeta Almanya jî dê mecbûr bibe ku li ser siyaseta xwe ya li
hemberî Kurdan guhertinan çêbike. Çavkanî
malpera Polêsê herêma Bayern (München) http://www.polizei.bayern.de/muenchen/news/presse/aktuell/index.html/45215
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org