|
|
- DEWLETA
BÊ PIRENSÎP
- FÛAD
SÎPAN (AKPINAR)
-
- fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya, 07.05.2007
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Generalên
Tirk vê carê bê pirensîbiya siyaseta xwe ji her demê eþkeretir
ji raya raya giþtî re rayê dan. Generalan bi muxtira xwe ya ku goya
ew li rejima laîsîzim û sekûler xwedî derdikevin di nîvê þeva
27.04.2007an de meydan ji her kesî re xwendin û dîsa tirs û xofa
terora leþkeran xistin dilê xelkê. Niyeta leþkeran êdî roj bi
roj derdikeve ser rûyê avê. Em Kurd leþker û generalên Tirk baþ
nas dikin, lê mixabin me Bakûriyan heta niha siyaseteke wisa, ku em
dinyayê di derbarê siyaseta Tirkan de îqna bikin ne ajot, an jî em
bi hesabên pir teng tevgeriyan, ku kesî zêde guh neda me. Lê dem
û dîrok dermanê her tiþtî ye. Êdî Tirk çiqas lê bixebitin
pirsgirêkan li Kurdistanê û Tirkiyê bixetimînin, bifetisînin, dê
nikaribin serbikevin.
-
- Ev
demeke rojeva Tirkiyê li ser hilbijarina serokkomarê nû hatibû kilîtkirin.
AKP xwest Abdullah Gul di roja 27.04.2007an de bike serokkomar, lê di
tûra yekem de 367 deng dernexistin, tenê 357 dengên erênî ji Gul
re derketin. Partiya Kemalîstan CHP û nijadperestên din beþdarî
civîna parlamenê nebûn û CHPê pirsgirêk bir dadegeha bilind ya
destûrê. Dadegeha bilind jî di 01.05.2007an de hilbijartina
Abdullah Gul betalkir. AKP û serokê wê Erdogan jî mecbûr man, ku
hilbijartinên parlamenê têxin rojeva Tirkiyê. Hilbijartin dê di
22ê meha heftan de li Tirkiyê çêbibin. Di pê biryara dadegeha
bilind re AKP dîsa xwest biceribîne ku di 06.05.2007an de Abdullah
Gul di parlamena Tirk de wek serokkomar hilbijêre. Lê vê carê jî
bi ser neket, çimkî 358 parlamenter beþdarî civîna parlamenê bûn.
Endamên CHPê û yên din dîsa neketin civînê, loma Gul mecbûr ma
ku di eynî rojê de xwe ji namzetiya serokkomariyê þûnde vekiþîne.
Tevlihevî hê jî li Tirkiyê berdewam e. Ne hêsane ku mirov niha
bibêje dê dawî çawa encam bide.
-
- Ez bi
kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku dê hilbijartinên nû jî
li Tirkiyê çareseriyê neynin, belkû pirsgirêkan ji niha pirtir
girantir bikin. Çimkî pirsgirêka general û leþkerên Tirk ya esasî
ne ola îslamê û ne jî jidestçûyîna rejima sekûler e. Tirkiye
ti demê ne bû welatekî sekûler, nikare jî bibe welatekî sekûler.
Pirsgirêka Tirkan ya esasî û birîna wan ya kûr bê çaretiya
pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Jixwe general di daxuyaniyan xwe
de kesên ne Tirk bin û ne wek wan bin jixwe re wek neyar dibînin û
gefan li her kesî dikin. General di daxuyaniyan xwe de wiha dibêjin:
-
- Cumhuriyetimizin
kurucusu Ulu Önder Atatürk’ün, “Ne mutlu Türküm diyene!”
anlayýþýna karþý çýkan herkes Türkiye Cumhuriyeti’nin düþmanýdýr
ve öyle kalacaktýr. (
Ewên ku li hemberî boçûna rêberê me yê mezin Ataturk ku
damezirênerê komara me ye dibêje ”xwezî/çi bextewarî ji wî/wê
re ku dibêje ez tirk im” derdikeve
neyarê komara me ye û dê wisa bimîne)
-
- Ji
aliyê din ve tirsa generalan ya herî mezin jî ew e ku heger
desthilatiya sivîl hemû têkeve destê AKPê dê selehiyeta wan kêm
bibe. Li ser bûyerêrn vê dawiyê êdî bawerî di navbera general
û hukumeta Erdogan de nemaye. Belê Hukumeta Erdogan li Tirkiyê di
derbarê pirsgirêka aborî û YE de hin guhertin çêkirin, lê
hukumeta Erdogan bi ser neket û nikare jî bi ser bikeve, çimkî bîr
û baweriya wê di pirsa çareserkirina Kurd, mafê mirovan û
demokirasiyê de ji ya leþkeran zêde ne cida ye. Lê Erdogan êdî
çi jî bike nikare xwe ji xiþm û xezeba generalan jî xelas bike,
ew mecbûre bi gotina wan bike, çimkî Erdogan jî bi destûra
generalan hate ser text. Erdogan ne duriste, ji bo ku li ser text bimîne,
loma bi çar destan demokirasiyê hemêz dike, lê xwedî dertê. Min
berê çend caran li ser gotin û kirinên Erdogan di derbarên Kurdan
de þîrove kiribû. Erdogan her carê li ser Kurdan gotineke din
digot û 180 derece qilopanî dida. Tew Erdogan wisa ziman dirêjiyê
dike, ku di hevpeyvîneke di gel rojnama Havadîs de li Beyrûtê dibêje,
ku heger li Arjantînê jî Kurdistan çê bibe dê herin li wê derê
jî Kurdistanê xirab bikin.
-
- Meþa
Tirkan ya Enqerê, Stenbolê û derên din
-
- Tirkên
goya li deweleta xwe ya Kemalîzimê xwedî derdikevin bi fîtne û
fesadiya CHPê û serokê wê Deniz Baykal li Enqerê di 14.04 û li
Stenbolê jî 29.04.2007an de bi beþdarbûna bi mîlyonan, alên
Tirkan bi dest de, derketin meydanan, alîkarî dan leþkerên xwe û
ji Erdogan û partiya wî re meydan xwendin. Meþên nijandperest hên
jî li bajarên din berdewam in. Goya beþdarvan bi beþdarbûna xwe
li dewleta xwe ya Sekûler, bi pirensîb û þoreþên Mistefa Kemal
xwedî derdikevin. Bi taybetî van salên dawî fobî (raste mirov bibêje,
nexweþiya ku dê Tirkiye ji destê Tirkan here girtiye), xwe
gihandiye asta herî bilind. Bê guman Tirk di vê fobî û nexweþiya
xwe de ne neheqin, çimkî wan bi destê zorê welatên xelkê zeft
kirine, dixwezin xelkê ji xwe re bikin kole, loma ew dizanin dê ji
wan re nemîne. Ji bo ku Tirk xelkê bikin þirîkên derewên xwe,
her dem bi çar destan goya li pirensîb û înqilabên Mistefa Kemal
xwedî derdikevin. Lê ti kes napirse ma gelo, prensîb û înqilabên
Mistefa Kemal hebûn ku ew ewqas lê xwedî derdikevin? Bingeha
bê pirensîbiya siyaseta dewleta Tirk bi destê Mistefa Kemal bixwe
hate avêtin.
Mistefa Kemal goya pergala-sîstema Sekûler ku divêt kar û barê dîn-ol
û dewletê ji hev cidabe ji dewletên Ewropa kopya kiriye. Lê ew
pergala laîsîzimê jî ji bilî hin tiþtên ku pê çav hatine girêdan
heta niha li Tirkiyê nehatiye bikaranîn. Çimkî, heger Tirk wek
welatên Ewropa, Fransa û hwd. laîzîzmê bi karbînin, dê mecbûr
bin mafê xelkê jî bidinê. Lê Tirk hên jî bi înat û îsrar
dewleta Ûnîter diparêzin. (Yek dewlet, yek netewe, yek ol, yek
ziman û yek al.)
-
- Hingiya
komara Tirkiyê ava bûye, leþkerên Tirk li Tirkiyê siyaseteke bê
þexsiyet û bê pirensîp dimeþînin. Di rastiyê de leþker û
generalên Tirk qasî pênc quriþan qîmetê nadin gelên xwe jî.
Her Tirkek ji bo general û leþkeran haþayî ji xwendevanan bi Tirkî
dibêjin ”Eþek oðlu eþek” (Kerê kurê keran e). Ev tarîf ne
ya min e. Min ji Tirkan re leþkerî nekiriye, dê ti demê jî nekim,
yên ji Tirkan re eskerî kirine dizanin ku leþker çi tîne serê
zarên Tirkan û yên din û di dema leþkeriyê de þexsiyet û rûmeta
mirovan bi çi awayî binpê dikin. Leþker bi vê siyasetê li hemberî
Kurdan û yên din bi ser neketin, lê mixabin Tirk û dewþîrmeyên
wan ev siyaseta bê þexsiyetî û bêrûmetî qebûl kirine. Jixwe meþa
Enqerê û Stenbolê û derên din jî îspata wê ye. Generalên Tirk
wek þûrê demokiles dest daye ser hustiyê Tirkan û ew hustûxwar
kirine. Ji alîkî ve general û ji aliyê din ve jî yên bi navê
ola îslamê Tirk mecbûrî qederê kirine. Gotineke Tirkan ku haþayî
ji xwendevanan, dibêjin “Klavuzu karga olanýn, burnu boktan
kurtulmaz“ (Yên rehberên wan qijik be, pozê wan ji nava gû xelas
nabe). Niha ev jî tifaqa Tirkan e, heta ew leþkeran û sextekarên
ola îslamê ji xwe re wek rehber bibînin, dê ti carî pozê wan haþayî
ji xwendevanan ji nava gû xelas nebe.
-
- Heger
mirov qiyasekê di navbera rejimên dinyayê û ya Tirkan, rejima
Kemalîzimê bike, dê bibîne ku rejimên dinyayê hemû jî ji ya
Kemalîzimê pêþdatirin. Rejima Kemalîzimê rejimeke rizyayî ye,
rejima Kemalîzimê li ser derewan ava bûye, loma generalên Tirk
naxwazin derewên wan derên meydanê û ew ji ser text bêne xwarê.
Generalên Tirk heta niha çi çareser kirine?, dê ji niha û pêve
çi çareser bikin?.
-
- Generalên
Tirk hên tiþtek ji guhertina pêvajoyê di cîhanê de û li
Rojhilata navîn fêhm nekirine û naxwazin jî fêhm bikin, çimkî
nayê hesabê wan, rant di destê wan de ye. Leþkerên Tirk xwedî
Banke ne, xwedî þîrket û holdîngên pir mezin in. Di dinyayê de
emsaleke wiha tine ye. General ditirsin ku dema selahiyeta wan kêm
bibe an jî ji dest here, dê wek Saddamîstan di dawiya dawîn de tût
û rût li meydanê bimînin. Lê general bixwezin nexwezin, çi jî
bikin dema þerê sar derbas bûye, qediyaye û dê generalên Tirk jî
wek Saddamîstan di nava lehiya pêvajoya nû de bixeniqin. Niha leþker
bi muxtira xwe bi mîlyonan alîgir ji xwe re berhev kirin. Heger
Erdogan û partiya wî durist bana û bi Kurdan re îtifaq çêbikirana,
dê min û dinya-alemê bidîta çend mîlyon derdiketin meydanan.
-
- Helwesta
dewletên Ewropa û DYA
-
- Helwesta
Amerîka li hemberî daxuyaniya generalên Tirk pir sist bû. Lê ji
aliyê din ve di cih de ye mirov binê vê xalê çixês bike ku heta
DYA ji generalên Tirk re nebêje erê, ew nikarin bi serê xwe
tevbigerin. Heta niha wisa bûye, dê ji vir û pêve jî wisa be, çimkî
generalên Tirk mihtacî Amerîka ne. Dema ku ew bi serê xwe, yanê bêyî
gotina Amerîka tevbigerin, dizanin dê çi were serê wan. Hukumeta
Almanya qet hewce nedît di derbarê kirîza siyaseta general û
hukumeta Tirk de helwesta xwe bîne ziman. Dewletên Ewropa yên din jî
hê bêdengin û ev mesela hewaleyî Olli Rehn, Komîserê Yekîtiya
Ewropa ku ji bo firehkirinê berpirsiyare kirin. Olli Rehnê reben jî
carê derdikeve pêþiya çapemeniyê an jî bi daxuyaniyekê nîniyên
demokirasiyê rêz dike. Wekî din ne ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî
û ne jî ji dewletên din ti deng di derbarê vê siyaseta generalan
de li Tirkiyê dernayê. Bê guman çapemeniya Ewropa û ya cîhanê
berbifireh li ser pirsgirêkê disekinin, lê ji bo çareseriyê ne
bese. Pir balkêþe ku ji Natoyê qet deng derneket, çimkî wekî din
Nato pozê xwe ji nava ti tiþtekî dernaxe. Lê divêt mirov matmayî
nemîne, Nato rêxistina wan dewletên min li jor behs kiriye, rêxistina
eskerî ye û Tirkiyê jî bi salan endamê vê rêxistinê ye.
-
- Deniz
Baykal bazirganê tofanê
-
- Hêjayî
gotinê ye ku em li ser goya Partiya Sosyal-Demokirat, raste ku mirov
bibêje partiya nijadperest CHP û serokê wê Deniz Baykal bisekinin.
Rojnama Îngilîz Financial Times li ser serokê CHPê Deniz Baykal
dibêje, ew bazirganê tofanê ye, ku ev 15 sale ti alternatîvek rayê
- nedaye.
Deniz Baykal û grûpa wî li defika generalan dixin. Deniz Baykal
kariyera xwe heta roja îro li ser bazirganiyê ava kiriye û neyarê
Kurdan û demokirasiyê yê sondxwarî ye. Baykal telalê tofanê ye,
ba bi kîjan alî de li ba bibe, ew jî wêda dihere.
-
- Helwesta
Orhan Pamuk li ser meþa Enqerê û Stenbolê
-
- Orhan
Pamuk ji bo semîneran bide hate Almanya û di hevpeyvînekê de ligel
rojnama Frankfurter Allgemeine Zeitung di 02.05.2007an de li ser meþa
Tirkan ya li Enqerê û Stenbolê kêfxweþiya xwe tîne ziman û hêvî
dike ku meþên wiha nijandperest li Tirkiyê berdewam bibin. Wek tê
zanîn yê ku di despêkê de kêfxweþiya xwe ji bo Xelatwergirtina
Pamuk ya Nobelê anî ziman û bi nivîskî ji raya giþtî re belav
kir ez bûm. Hingiya Pamuk Xelata Nobelê wergirtiye, di pirsgirêka
Kurd û Kurdistanê de siyaseta sê meymûnan dilîze. Ez dixwezim ji
Pamuk re bibêjim, Te ev Xelata ne ji bo romana xwe ya li ser Stenbolê
wergirt, romana Te qilifa wê bû. Te ev Xelata ji bo gotinên xwe yên
bi wêrek di derbarê qirkirina Ermeniyan û Kurdan de ji aliyê
Osmaniyan û Tirkan ve wergirt. Heger Te ev gotinên bi wêrek
negotana, te yê di xewna xwe de jî ew Xelata nedîta. Lê divêt tu
jî baþ bizanibî Orhan Pamuk, Xelata herî bilind û bi rûmet ew e
ku tu ji binê barê Xelata Nobelê derê û di dilê mîlyonan de
text bigirî. Tu bixwe jî dizanî niha li Tirkiyê Tirk qasî du quriþan
qîmetê nadin Te, Te ji Tirsa ku tiþtek neyê serê te, tu niha li
Amerîka dijî. Heger tu di pirsa Kurd û Kurdistanê de durist bayî,
tu yê di dewsa New Yorkê de biçûya Kurdistana azad. Ez sedî sed
di wê baweriyê de me dê Kurdan te li baþûrê welatê me li ser
destan bigirtana û di nava gul û baxçan de xwedî bikirana. Dê ti
kesî nikariba ji sola Te re bibêje xware. Lê mixabin Te rêya Kemalîst
û nijandperestan ji xwe re hilbijart.
-
-
|
|
|