|
DEWLETA
CINAWIRAN JI KUÞTINÊ
TÊR NABE FÛAD
SÎPAN (AKPINAR),
fuadsipan@yahoo.de
Almanya, 20.01.2007 Dewleta Tirk ji kuþtina mirovan têr
nabe. Êdî ne pêwist e ku mirov bibêje dewleta tarî jî, çimkî her tiþtê
Tirkan ji zû de eþkere ye, yên dizanin jixwe dizanin, yên naxwazin
nizanibin bê deng dimînin. Heta salên 80î dinya ji Tirkan re fireh bû,
çimkî wan her kes li ser derewên xwe tevizandibûn. Lê gelê Kurd bi
tevgera xwe di sala 1984an de ezbera Tirkan xerab kir. Êdî di pê þerê
xwe parastinê li dijî dewletê Tirk ketine þokê û hên jî ji þokê
derneketine. Cîhan êdî li wan teng bûye. Ji ber ku Tirk ji mentalîta
xwe ya bi kirêt þûnde venagerin, loma hên jî rizgarkirina xwe di kuþtin,
lêdan îþkence û di tinekirina mirovan, gelan hindikayiyan de dibînin.
Tirk naxwazin rastiyê bibînin, çimkî tiþtekî wisa nebihîstine. Pîþeya
Tirkan êriþ- û talankirin e, þêlandin û ji holê rakirin e. Gefên
Tirkan van rojan li ser bajarê Kerkûkê jî dîsa îspata polîtîka wan
e. Tu dibêjî qey Kerkûk malê bav û kalê wan e û Kurd jî xulamên wan
in. Tirk di dîrokê de çiqas tajî, tazî, derewçîn û hov bin, di
rastiyê de ji wan belengaztir ti milletek li rûyê vê dinyayê tine. Çimkî
quweta wan tenê digihîje gel, hindikayî û mirovên ku xwe nikarin biparêzin.
Heger Tirk ewqas mêr û mêrxas in, wa ye Amerîka li herêmê ye û di ser
de çuwal jî xistin serê wan û dêla wan berjêr kir, bila herin bi Amerîka
re þer bikin. Na, lê ew wêrektiya wan li kûderê ye? Tenê dikarin mirovên
belengaz yên wek Hrant Dink bikujin. Hrant Dink rojnamegerê bi eslê xwe
Ermenî ye û li Stenbolê dijî. Ew xwediyê rojnama Ermeniyan ya bi navê
Agos bû. Ji ber ku wî bi rexyneyên xwe yên pir bi maqûl dewleta Tirk
rexne dikir, loma bû sedemê êriþa Tirkan û di dawiya dawîn di
19.01.2007an de ji holê hate rakirin. Di pê bûyera qetilkirina Hrant Dink
re rayadarên dewleta Tirk eþkere derketin pêþiya çapemeniyê û bi
gotinên xwe yên ku zarokan bi nîniyan dikin xwe dubare kirin, her tiþt
înkar kirin, sûc û gunehên xwe avêtin hustiyên xelkê û goya ewê lê
bixebitin ku wî/wan kujeran bibînin û derînin pêþiya dadê. Bi
gotineke me Kurdan ku dibêjin, kalo nemir bihar tê, pîrê nemir pincar tê.
Emê niha bibînin ka Tirkên hên bi çi û çend fîtne û fêlbaziyê
senaryoyan li ser vê bûyerê amade bikin. Tirk bi fêlbaziyên xwe ve di pir
mijaran de ser ketine, dê heta kîngê berdewam be ne diyar e. Çimkî ew
ji ne îstiqrariya muxalefeta li derveyî parlamenê îstîfade dikin.
Tevgera Kurd jî hên bê serî û bê berate ye. Ji her kesî dengekî cida
dertê. Ger mirov analîzeke baþ bike dewleta fêlbaz Kurd hemû jî bi tiþtên
pir erzan tevizandine û dûrî armancên wan xistine. Hên ne diyar e ku ev
rewþa xerab heta çi demê berdewam be. Heta muxalefeteke durist li Kurdistanê û Tirkiyê der neyê,
ku hevesarê wê ne di destê dewleta eþkere de be ti guhertin jî çênabe
û dê dewleta generalan bi kuþtinê jiyana xwe bidomîne.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org